Ji Ewropayê jin beşdarî pêngava TAJÊ ya xweparastinê bûn

Jinan ji Ewropayê bi dîmen û nameyên xwe piştgirî didin pêngava TAJÊ ya xweparastinê. Jinan di nameyê xwe de gotin: “Ji Almanyayê heta Îtalyayê heta Kurdistanê em dibêjin: Jin Jiyan Azadî.”

Navenda Nûçeyan – Pêngava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ ku di 8’ê Adarê de hatibû destpêkirin bi dengvedanê didome. Jinan ji gelek deverên Kurdistanê û cîhanê bi dîmen û nameyên xwe piştgirî didin pênvava TAJÊ ya xweparastinê.

Jinên li Ewropayê bi name û dîmenên xwe piştgiriya xwe ya bi pêngava xweparastinê re ragihandin.

Jinan di pêyama xwe de wiha gotin:

“Bi boneya 10’emîn salvegera qirkirin û qirkirinên jinan ên li Şengalê, em jinên ku hatine qetilkirin, kolekirin, revandin û bi darê zorê hatine koçberkirin bi bîr tînin. 

Her wiha em jinên ku di nava YPJ, YJA Star û HPJ’ê de ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin û gelek ji wan di parastina civaka Êzidî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Di serî de em Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) ku di têkoşîna li dijî êrîşên hê didomin de xwe birêxistin dike û hemû jinên herêma Şengalê û tevahî civaka Êzidî diparêze, silav dikin.

Li ser banga TAJÊ ya ji bo hevgirtinê em tevlî kampanyaya “Li Dijî Qirkirina Jinê – Bibin Dengê Xweparastinê” Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şengalê di 8’ê Adarê de da destpêkirin, dibin.

Em spasiya hevalên xwe yên îtalyayî yên Accademia della modernità democratica û Rete Jin, hevalên xwe yên alman ji CENÎ ev ku buroya aştiyê ya jinên kurd e, komunên enternasyonalîst ên ciwanan û endamên ku di têkiliyên gel de dixebitin re spas dikin.

Em weke jinên ji Ewropayê û weke jinên Êzidî û Kurd ên dîasporayê, dilsoziya herî kûr ji bo dostên xwe yên li Şengal û Kurdistanê re dişînin. Weke jinên yekbûyî li dijî qetilkirina jinan, baviksalarî û faşîzmê em rêya jinên azad dişopînin. Wek Rêber Apo jî gotiye, sedsala 21’emîn sedsala şoreşa jinê ye. Ji Almanyayê heta Îtalyayê heta Kurdistanê em dibêjin: Jin Jiyan Azadî.”