Ji Abdullah Ocalan peyama yekîtiya neteweyî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa ku li Amedê tê lidarxistin re şand û wiha got: “Divê civaka Kurd ne tenê di têkiliyên xwe yên derve de, di têkiliyên xwe yên navxweyî de jî li ser bingeha prensîbên demokratîk xwe ji nû ve ava bike.”

Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo konferansa ku li Amedê di bin navê “Kurdên Bakur Li Ser Yekîtiya Neteweyî Diaxivin" de peyamek şand. Ocalan diyar kir ku ji bo pêşeroja civaka Kurd yekîtî û rêxistinbûna demokratîk şert e. Her wiha tekez kir ku lidarxistina kongreyeke yekîtiya demokratîk a berfireh karekî lezgîn e ji bo derxistina têgihîştin û îradeyeke hevpar.

Konferansa ku ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve bi sernavê "Kurdên Bakur yekîtiya xwe nîqaş dikin/Kurdên Bakur yekîtiya neteweyî nîqaş dikin" tê lidarxistin, berdewam dike. Ji bo konferansa ku li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şand.

Peyam ji aliyê Sekreteriya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hîlmî Aydogdu ve hat xwandin. Peyam bi vê awayî ye:

“Beşdarên hêja,

Mayîndebûna civakek rasterast bi şiyana wê ya veguherîna xwe li gorî rastiyên serdemê ve girêdayî ye. Tu pergaleke civakî ya ku dînamîkên xwe yên navxweyî li ser bingeheke demokratîk neguherîne, veneguherîne û ji nû ve saz neke, nikare mayînde be.

Lê belê Kurd ji ber polîtîkayên înkar, wêrankirin û zordariyê yên ku bi salan e rastî wan hatine, ji vê veguherînê bi awayekî xwezayî bêpar mane. Pirsgirêka bingehîn a îro li ber destên me ev e ku civaka Kurd çawa dikare bibe civakek demokratîk û modern.

Kurd bi dîrok, ziman, çand û tevna civakî ya xwe re rastiyek in. Berdewamiya vê rastiyê bi şiyana wan a sepandina îradeya xwe di warên siyasî, aborî, perwerde, tenduristî û çandî ve girêdayî ye. Ev tenê bi riya sazûmankirineke siyasî û civakî ya bihêz mimkun e. Civakeke demokratîk pêvajoyeke hişmend a avakirinê hewce dike. Ev avakirin bi tundî yan jî ferzkirinê nayê bidestxistin. Ev bi riya rêxistineke civakî ya piralî ku di çarçoveya siyaset û hiqûqa demokratîk de tê meşandin mimkun e. Ji nû ve nirxandina jiyana civakî, aborî, çand, ziman û dîrokê li gorî prensîbên demokratîk bingeha vê pêvajoyê pêk tîne. Demokrasî li cihê ku zor û zext tunebe, geş dibe.

Ji ber vê yekê divê civaka Kurd ne tenê di têkiliyên xwe yên derve de, di têkiliyên xwe yên navxweyî de jî li ser bingeha prensîbên demokratîk xwe ji nû ve ava bike. Dema ku em di têkiliyên bi dewletên neteweyî re çareseriyên demokratîk û danûstandinan pêşniyar dikin divê em di nava sînorên xwe de jî siyaseta demokratîk û serweriya hiqûqê, ne tundiyê, bidin pêşiyê. Riya yekîtiya demokratîk di danûstandinên demokratîk re derbas dibe.

Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên ku gelê Kurd pê re rû bi rû ye, meseleya yekîtiyê ye. Ji ber vê yekê, yekîtiya demokratîk pêdiviyeke dîrokî ye. Lidarxistina kongreyeke yekîtiya demokratîk a berfireh ji bo eşkerekirina aqilê hevpar û îradeyeke hevpar karekî lezgîn e. Her çend Kurd li welatên lê dijîn bi riya danûstandinên demokratîk li çareseriyan digerin jî divê ew pirsgirêkên xwe yên navxweyî jî bi heman rêbazê çareser bikin.

Lê belê astengiyeke girîng li pêşiya vê pêvajoyê sîstema têkiliyên eşîrî, qebîleyî û teng e ku civakê parçe dike. Vê zîhniyetê tevna civakî qels kiriye û zirarên cidî daye. Avakirina yekîtiya demokratîk bêyî rûbirûbûna bi vê rastiyê ne mimkûn e. Mimkun e ku nakokiyên navxweyî li dû xwe werin hiştin û atmosferek civakî ya li ser bingeha rêzgirtina hevbeş were afirandin. Ev tenê bi serdestkirina prensîbên demokratîk di hemî warên jiyanê de dikare were bidestxistin. Belavbûna gav bi gav a vê têgihîştinê li seranserê civakê ku ji pergalên siyasî dest pê dike, peywireke herî girîng a serdema pêş e.

Ji bo civaka Kurd dema pêş, serdema ji nû ve avakirinê ye. Bingeha vê ji nû ve avakirinê dê yekîtiya demokratîk, siyaseta demokratîk û danûstandinên demokratîk be. Her gaveke ku li ser vê bingehê were avêtin dê pêşeroja me ya hevpar diyar bike.

Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzgirtina xwe ya bêdawî silav dikim.

Abdullah Ocalan

Îmralî."