Xeza bi krîzeke tenduristiyê re rûbirû ye û NY hişyariyê dide

Rewşa tenduristî û mirovî li Xezayê, ji ber ku enfeksiyon belav dibe û pêdiviyên tibî kêm dibin her diçe xirabtir dibe. Raportên NY’ê eşkere dikin ku tesîsên tenduristiyê bi awayekî berfireh hatine wêrankirin.

Navenda Nûçeyan – Kesên koçber li deverên cuda yên Zîvala Xezayê bi rewşa tenduristiyê ya xirab re rûbirû ne, nexweşî belav dibin û xizmetên bingehîn kêm in. Binesazî xirab e û li kampan jî şert û mercên jiyanê têr nakin.

Rewşa tenduristiyê li Zîvala Xezayê her diçe xirabtir dibe, rêjeya bûyerên enfeksiyonê zêde dibin û kêmbûna pêdiviyên tibî yên bingehîn hewldanên bersiva mirovî asteng dikin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê zirara li qada tenduristiyê digihîje nêzî 1.4 milyar dolarî, piştî ku zêdetirî hezar û 800 tesîsên tenduristiyê, di nav de nexweşxane, klînîk û navendên lênêrînê jî hene bi bandor bûn.

Di serdaneke meydanî de, nûnerê rêxistinê yê Filistînê Dr. Reinhild van de Werdt, asta wêrankirinê weke ji ya ku rapor nîşan didin derbastir bi nav kir û bal kişand ser hebûna berfireh a kon û kavilan û êşa berdewam a malbatên koçber.

Rêxistinê ji destpêka salê ve zêdetirî 17 hezar bûyerên enfeksiyonên rondik û parazîtan di nava mirovên koçber ên li Zîvala Xezayê de tomar kiriye, ji bilî belavbûna berfireh a nexweşiyên çerm ên wek kêzik û kêzikên nivînan, li zêdetirî ji sedî 80 deverên koçberiyê ku ji ber xirabûna şert û mercên jiyanê û kêmbûna av û paqijiyê çêdibin.

Rêxistinê banga hêsankirina ketina pêdiviyên tibî û laboratûarê, dabînkirina parastinê ji bo xebatkarên tenduristiyê û rakirina qedexeyên ku rê li ber gihîştina derman û pêdiviyên bingehîn digrin kir.

Neteweyên Yekbûyî jî li ser xetereyên teqemeniyên neteqiyayî yên li seranserê qadê belavbûyî hişyarî da diyar kir ku ev yek vegera niştecihan asteng dike û hewldanên vegerandinê têk dibe, rewşê wek "xetereke rojane" bi nav kir û got ku ji bo rakirina van gefan planên lezgîn û fînansmana berfireh hewce dike.

Mirî û birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê îro dana sibê ragihand ku di 48 saetên borî de 17 kes hatine kuştin û 32 kes birîndar bûne, 13 kes di 24 saetên dawî de hatine kuştin. Wezaretê diyar kir ku ji agirbesta 11’ê Cotmehê ve hejmara giştî ya kuştiyan gihîştiye 809 û 2 hezar û 267 kes birîndar bûne, ji bilî vê 761 cenaze hatine dîtin.

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku hejmara giştî ya miriyan ji destpêka şerê di Cotmeha 2023’an ve heta niha gihîştiye 72 hezar û 585 kesan û 172 hezar û 370 kes jî birîndar bûne. Wezaretê piştrast kir ku hejmarek cenaze di bin kavilan de û di kolanan mane, ji ber ku tîmên ambulans û parastina sivîl ji ber şert û mercên dijwar nikarin bigihîjin wan.