Li Îranê pêla darvekirin, girtin, zordariyê û bêdengiya navnetewî

Li Îranê bi destpêkirina şer re di nava xwe de jî pêlek yê girtin, winda kirin, cezayên darvekirinê, kuştinên eşkere yên welatiyan ji hêla hêzên ewlehiyê ve her diçe zêdetir dibe. Bê dengiya navnetewî jî vê rewşê hîn girantir dike.

Navenda Nûçeyan – Rewşa nîv-şer, atmosfer û şertên ku ji danûstandinên lawaz derdikvin holê, ji bo zêdekirina tepeserkirin û zordariya navxweyî tên bikaranîn. Ev zordarî vê carê bi girtina xwepêşandaran ve sînordar nîne. Lê belê, cezayên îdamê yên siyasî ku bi lez dikevin meriyetê de bigre û jiholêrakirina fîzîkî ya welatiyên li kolanan, her wiha desteserkirina mal û milkên sivîlan, malbat tehdîtkirin û qutkirina peywendiya girtiyan bi cîhana derve re ku di nav wan de  jin, ciwan û girtiyên siyasî her wiha welatiyên Kurd û Beluç her, kesên biyanî bi taybetî ji Efgan hene. Ev rewş xeter li ser danûstandinan jî ne teyisiye.

Cihê girtiya nayê zanîn

Li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên cuda yên Îranê, tenê di çend rojên dawî de bi dehan kes hatin girtin. Hin ji van girtinan bi tawanên stereotîpîk wekî “hevkarî bi dijmin re”, “sîxurtî”, “têkiliya bi medyaya derveyî welat re” û “çalakiyê li dijî ewlehiyê” hatine kirin û beşeke mezin ji van kesên ku hatine giritin ji bo cihên ne diyar hetine veguhestin.

Ji girtiyên di girtîgehan de tu agahî nayên girtin

Li Kurdistanê, welatiya 58 salî ya ji Bokanê Meryem Dawûdiyan û yê gelek welatiyên Kurd û zarokên temen biçûk bê zelaliya dadwerî hatine girtin û ji bo navendên ewlehiyê yên Urmiye hatine şandin. Her wiha, ji  girtiyên li Bokan, Kamyaran, Îlam, Kirmanşan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê heya niha tu agahî nayên girtin.

51 kes di dozekê de hatine girtin

Li Şîraz û Kazerûnê, Meryem Derisî û Ferîba Huseynî ku di xwepêşandanên mehê Çileyê de hatibûn girtin, cezayên zindan û qamçîkirinê lê hatin birîn. Li Tehranê, hat ragihandin ku welatî ji ber kişandina wêneyên cihên ku mûşek lê ketine an jî bikaranîna interneta satelîtê hatine girtin. Li Kermanê jî herî kêm 51 kes di çarçoveya dosyayek ewlehiyê ya girseyî de hatine girtin.

Li Fars û Urmiye jî, saziyên dadwerî ragihandin ku herî kêm 70 kes cezayên girtîgehê lê hatine birîn. Bêyî ku nasname pêvajo û rewşa dadgehîkirin û cihên ku ew tê de tên giritin were eşkere kirin.

Zordariya li ser jinên girtî

Di nav girtin û cezayên hefteya borî de, navê jinên hatine girtin bêhtir derket pêş. Ev jin ne tenê bi zordariyaya ewlehiyê, lê bi bêparastina tenduristiyê, tehdîtkirina malbatan û cezayên giran re jî rû bi rû dimînin. Fatma Abbasî ku ew jî di xwepêşandanên mehê Çileyê de hatibû girtin û demek bû tu agahî jê ne hatibû girtin. Ew veguhestin girtîgeha Evînê beşa jinan, ew di dadgehkirinek lezgîn re derbas bû û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Perestû Çemenara piştî 36 rojan ji girtinê, bi kefaleteke giran ya du milyar toman serbest hat berdan. Azam Mohebbî jî li navenda Girtî ya Îstîxbarata IRGC li Urmiyê tê girtin. Her wiha, sê jinên Bahayî li Rafsencanê dijîn hatin giritn û ji bo ku cezayên xwe bikşînin, ji bo Girtîgeha Navendî ya Kermanê hatin veguhestin. Navê wan jî ev in Bûşra Mistefawî, Nahêd Naîmî (Elena) û Dîdar Ehmedî.

Bijîşk jî bi gefên darvekirinê re rû bi rû ne

Her wiha zext li ser girtiyên siyasî yên jin yên ku cezayên darvekirinê lê hatine birîn berdewam dike.  Amene Soleymanî, bijîşkeke ku di dema xwepêşandanan de alîkariya birîndarên di xwepêşandanan de kiribû, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Ciwanên di bin 18 de saliyê de li ber sînorê mirinê ne

Ciwanên di bin 18 salî de li ber mirinê ne. Di nav cezayên ku hatine dayîn de, rewşa zarok û ciwanên xort yên girtî yek ji rewşên herî xemgîn e. Ciwanekî 16 salî ji Mehabadê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Sê ciwanên ku temenê wan 17 û 18 salî ne ku di xwepêşandanên Çileyê de hatibûn girtin û li wan cezayên darvekirinê hatiye birîn. Li Nûrabad, Fars, du xortên 20 û 27 salî bi mehan e girtî ne û di bin zextê de ne ku sûcê muharebeyê qebûl bikin. Ev meyl nîşan dide ku pergala dadwerî pêvajoya darvekirinê lez dike.

Zordariya kefaletê

Yek ji amûrên nû yên tepeserkirin û zordariyê jî kefaleta bilind e. Di hefteya borî de kefaletên bêhempa û giran hatin sepandin. Berdana demkî ya hin girtiyan tenê bi danîna kefaletên bi nirxa çend milyar tûmenî gengaz bû. Her wekî ku ji bo du welatiyan li Îlamê bû, bi tevahî 7 milyar tûmen wekî kefalet hat destnîşankirin.

Di heman demê de, rayedarên dadwerî li Îlamê bi fermî desteserkirina hesabên bankê, erebeyan, milkê kesên ku ew wek sûcdar dihesbînin û heta kesên ku  bi "piştgiriya dijmin" têne tawanbarkirin ragihandin.

Windakirin û veguhestinên bi darê zorê

Malbat rewşa zarok û heskiriyên xwe nizanin ji bo wê jî gelek bi fikarin. Welatiyên ku li Esfehan, Nûrabad, Sirik, Bukan û Kamyaranê hatine girtin hê jî di rewşa windabûna bi darê zorê de ne.

Di heman demê de, neh girtiyên siyasî ji Evîn û Tehrana Mezin bo Girtîgeha QizilHesarê  hatine veguhestin. Girtî di dema veguhastinê de îşkence û zordariyê re rû bi rû mane. Lêdan, kelebçeyên bi zorê, qutkirina porê girtiyan, hucreyên teng de hiştin û bi temamî pêywendiyê wan bi derve hatine qutkirin. Raporên tên ragiyandin nîşan di de ku girtiyên di bin şert û mercên nemirovane de ji bo hucreyên yekkesî hatine veguhastin îşkenceya giran lê hatiye kirin. Li Nahawendê, hemû girtiyên ji zindanekê ji bo kulubeyek nêzî Malayer hatine veguhastin; bêyî ku agahiyên zelal ji malbatan re werin dayîn.

Darvekirinên bilez

Di heftiya borî de herî zêde cezayên darvekirinê ketin meryetê. Nemaze girtiyên siyasî hatin darvekirin. Di vê çarçoveyê de girtî bi tohmetên siyasî yê ewlehiyê hatin darvekirin. Her wiha ji bo sê xwepêşanderan li Mahabadê û sê kesên din li Şîrazê cezayên darvekirinê hatin birîn.

Di nav dozên ku di medyayê de hatine ragihandin de, çavkaniyên mafên mirovan tekez kirin ku darvekirinên ne-siyasî jî di heman çarçoveyê de bi awayekî berbiçav zêde bûne, lê ji ber balkişandina raya giştî li ser darvekirinên siyasî pir kêm e.

Efganî bêdeng dibin ber darvekirinê

Li kêleka vê pêlê, darvekirina welatiyên biyanî, nemaze welatiyên Efganî, yek ji aliyên herî bêdeng ên makîneya darvekirinê ya Îranê dimîne. Her çend hefteya borî ti welatiyên biyanî nehatibin darvekirin jî, raporên mafên mirovan ên salane nîşan didin ku Efganî herî zêde bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne. Ew pirî caran bêyî agahiya parêzeran yan jî konsolxaneyê tên darvekirin. Rapor nîşan didin ku di rojên dawî de  welatiyên biyanî jî hatine darvekirin. Lê hûrguliyên vê mijarê pir kêm tên ragihandin.

Welatî rasterast tên kuştin

Hefteya borî, çend sivîl jî bi guleyên rasterast ên IRGC û hêzên ewlehiyê hatin kuştin. Karsazekî ciwan ê ji Senendecê li Semere, Îlamê hate gulebarankirin û kuştin. Li Reskê, du welatiyên Belûç di erebeya xwe ya taybet de bi guleyên rasterast ên IRGC hatin kuştin; di heman demê de medyaya dewletê di destpêkê de wan wekî "tîmek terorîst" da nasîn.

Çavkaniyên herêmî dibêjin ku di hin ji van rewşan de, cenazeyên qurbaniyan bi derengî radestî malbatên wan tên kirin an jî di bin zexta ewlehiyê û sînordarkirinên li ser merasîman de hatine radestkirin. Şêwazek ku berê di doza kuştinên siyasî de hatibû bikaranîn.

Bêdengiya cîhanê

Tişta herî xeternak di vê demê de ew e ku hejmara darvekirin, girtin, windakirin û kuştinan bi bêdengiya saziyên navneteweyî re girêdayî ye. Di demekê de ku danûstandinên herêmî û şêwirmendiyên dîplomatîk li ser mihwera şer, agirbest û ewlehiyê didomin, navên girtiyên siyasî, jinên ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn, ciwanên li ber mirinê û bi sedan girtî hîn negihîştine peravên danûstandin û aştiyê.

Çalakvanên mafên mirovan hişyarî dan ku Komara Îslamî ji vê valatiyê sûd werdigire û di bin siya krîza leşkerî de, bi darvekirinên bilez, girtinên girseyî, îşkence, desteserkirina milkan û jiholêrakirina bêdeng a dijberan projeyek paqijkirina navxweyî pêş dixe. Projeyek ku, heke bêbersiv bimîne, dikare di roj û hefteyên pêş de bibe yek ji sedemên herî xwînî yên zordariya salên dawî.