Amadekariyên kongreya DEM Partiyê dest pê kirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku rojeva sereke ya civîna partiya wan kongre bûye û da zanîn ku amadekariyên kongreyê dest pê kirine roj ne diyar e lê di meha Îlon an Cotmehê de dê kongre bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan anî ziman ku civîna Desteya Rêveberiya Navendî berdewam dike û der barê rojeva civînê de ev yek got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, merheleya em gihîştinê rojeva sereke ya civîna me ye. Geşedanên di doza Gulistan Doku de, êrîşên li ser dibistanan û krîza aborî di rojeva civîna me de bûn. Rojevên me ji nûve avakirina partiye, kongre û konferans bûn.”

Çalakiya karkeran

Ayşegul Dogan der barê çalakiya karkerên madenê ku li Enqereyê ji bo bidestxistina heqdestê xwe dane destpêkirin de jî bi lêv kir ku karker li dijî neheqiyê heta Enqereyê hatine û got: “Karkeran xwest li ber Wezareta Enerjiyê dengê xwe bilind bikin lê ji aliyê polîsan ve rastî dorpêç û binçavkirinê hatin. Lê karkeran bi paş ve gav neavêt. Karker mafên xwe dixwazin. Karker 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Divê daxwazên karkeran werin bicihanîn û heqdestê wan bê dayîn. Em ê heta dawiyê li cem karkeran bin.”

Dosyaya Gulistan Doku û avakirina komîsyona lêkolîna bûyerên kiryar nediyar

Ayşegul Dogan diyar kir ku dosya û lêpirsîna doza Gulistan Doku û avakirina komîsyona lêkolînê ya kiryar nediyar jî rojeva civîna wan bûye û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya têkoşîna hevpar rastiyên ku nikaribûn ser bigrin derdikevin holê. Malbat û rêxistinên jinan bi salan e ji bo edaletê têdikoşin. Lê derket holê ku saziyên dewletê ne ji bo derxistina rastiyê ji bo veşartina sûc xebitîne. Di bin banê Wezareta Dadê de lêkolînkirina bûyerên kiryar nediyar hat avakirin. Ev tiştekî erênî ye. Me jî her dem anî ziman ku divê sûc werin eşkerekirin û hevrûbûnek pêk were. Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê anîn. Lê divê em vê jî bipirsin: Ev komîsyon dê çawa kar bike? Ji bo wê jî divê ev komîsyon ji bo pêkanîna edaletê bixebite û li gorî hiqûqê tevbigere. Her wiha divê ev komîsyon ji pêşniyar û kontrolê ya baro, rêxistinên jinan û mafên mirovan re jî vekirî be. Her wiha bi beşdariya saziyên mafên mirovan li meclîsê jî komîsyonek dikare bê avakirin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser êrîşên li dijî dibistanên li Siwêreg û Mereşê û got ku ew ê raporek jî li ser mijarê bi raya giştî re parve bikin.

DEM Partî dê dest bi civînên gel bike

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civînên wan ên bi gel re dê bidomin û wiha got: “Di meha Gulanê de li Anatoliyaya Navîn, Amed û gelek bajaran bi beşdariya hevserokên me yên giştî em ê civînên gel li dar bixin û di civînan de li ser rêxistinê û siberoja xebatên xwe nîqaş bikin.”

‘Amadekariya kongreyê dest pê kir’

Ayşegul Dogan der barê rojeva kongreyê de jî da zanîn ku amadekariyên wan ên kongreyê dest pê kirine û got: “Ji bo roja kongreyê diyar bibe nîqaşên me didomin. Em ê amadekariyên xwe yên kongreyê bi konferansan li her bajarî li dar bixin û nîqaş bikin û pêşniyaran bigrin. Em ê kongreya xwe jî di meha Îlonê yan jî Cotmehê de li dar bixin. Dema roj diyar bû em ê bi raya giştî re jî parve bikin. Lê amadekariya me ya kongreyê dest pê kir”

‘Divê gav zûtir bên avêtin’

Ayşegul Dogan anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û wiha got: “Ji ber ku gav nayên avêtin, nîqaşên li ser xitimîna pêvajoyê hene lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê em hemû bi hev re têbikoşin. Divê ku gav zûtir bên avêtin. Banga birêz Abdullah Ocalan pir girîng bû, me gelek caran girîngiya avêtina gavan ji aliyê qanûnî ve destnîşan kir. Li herêmê geşedanên girîng diqewimin ji bo wê divê em vê firsendê baş bikar bînin.”