Çand û huner bi ciwanan re mezin bibe
Li navçeya Surê ya Amedê Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî hate vekirin. Di vekirina Komeleya Çand û Hunerê ya AMARGI de, rola ciwanan di çand û hunerê de hate destnîşankirin.
Amed – Li navçeya Sûrê ya Amed’ê Komeleya Çand û Hunerê ya AMARGÎ hate vekirin. Gelek kes beşdarê vekirinê bû. Hate diyar kirin ku pêwîste di bin pêşengtiya ciwanan de ji nû de avakirina çand û huner pêk were.
Gelek ciwan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vekirinê bûn. Pankartên bi nivîsên "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biserkevin" û "Emê çanda xwe bi komînbûyînê re jiyanî bikin" hatin nîşandan.
Di seranserê vekirinê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Jiyan bê rêber ne mimkun e", "Jin Jiyan Azadî" û "Ciwan dilsozê Rêber Apo ne" hatin gotin û govendên kevneşopî yên Kurdî hatin pêşkêş kirin.
'Em ji çanda xwe dûr ketine'
Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji hêla Başur Gezici ve Murat Sönmez jî ya Tirkî xwand. Daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd ji çanda xwe ya dîrokî dur ketiye û wiha domand: "Îro, em çi bixwazin ji bo sibê bikin, em mecbûr in ku çand û hunera xwe li ser hebûn û eslê xwe ava bikin. Em, wekî gelê Kurd, ji çanda xwe dûr ketine. Hişmendiya çandî ji me hatiye qutkirin. Çanda heyî bêçalak maye, pêş neketiye. Carinan, di nav çar dîwaran de girtî, enerjiya xwe winda kiriye û hatiye hilweşandin."
Daxuyaniyê destnîşan kir ku pergala kapîtalîst çand û hunerê vediguherîne amûrek sermayeyê û ciwan bi rêya çanda populer ji nirxên xwe dûr dikevin.
‘Jiyana azad bi ciwanan re gengaz e’
Daxuyaniyê bal kişand ser rola ciwanan di veguherîna civakî de û diyar kir ku jiyanek azad tenê di bin pêşengtiya ciwanan de dikare were avakirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Jiyana azad bi eslê xwe, exlaqî û siyasî re rast e, û li dijî pergala kapîtalîst e. Ji ber ku pergal hêza ciwanan dizane, ew hewl dide ku wan ji çalakbûna wan bi hêza xwe ya xwezayî di jiyanê de asteng bike."
Hate gotin ku armanca AMARGÎ ew e ku di warê çand û hunerê de bibe akademiyek û enerjiya vê qadê belav bike.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku: "Tevgera ciwanan ew e ku dê vê enerjiyê biafirîne. Amargi dixwaze ku hemû kes rê li ber ciwanan vekin û ciwan vê derê veguherînin cihekî jiyanê ji bo xwe û civakê."
Piştî daxuyaniyê, Dengbêj Berken Zer û hunermend Simyager û Murat Demir derketin ser dikê. Ciwanan demek dirêj li ber stranên hûnermendan govend gerandin.
Bername bi pêşkêşkirina sînevîzyonê dawî bû.