Pêşangeha "Nuba" li Cezayîrê bîra jinan vediguherîne zimanekî dîtbarî
Hunermenda Cezayîrî Fayroz Baba Amêr pêşangeha xwe ya dawî bi navê "Nouba" li Galeriya Qassoumê vekir. Fayroz Baba Amêr got ku vîzyona wê jin e, jinan weke hêmaneke bingehîn di parastina nasname û bîra kolektîf de dibîne.
NECWA RAHÎM
Cezayîr – Hunermenda dîtbarî ya Cezayîrî Fayroz Baba Amêr pêşangeha xwe ya herî dawî bi navê "Nouba" li Galeriya Qassoumê vekir. Galerî ji 11 heta 25’ê Nîsanê vekiriye. Feyroz diyar dike ku ev sernav ji ber girêdana wê ya bi muzîka cejnê ya di mîrateya Cezayîrê de hatiye hilbijartin, ji ber ku "Nouba" formeke muzîkê ye ku bi muzîka Endulusî ve girêdayî ye û di bingeha xwe de şahî, pîrozbahî û bîra kolektîf temsîl dike.
Jin di berhemên Fayroz Baba Amêr de cihekî sereke digrin, weke hilgirên kevneşopiyê û veguhezkarên bîra çandî xuya dikin. Ev hebûn jî hawirdora malbatî û ezmûnên wê yên rojane di nava qadên civakî yên kevneşopî de weke dawetan, serşok û kombûnên malbatî tê kişandin.
Fayroz Baba Amêr dibêje ku vîzyona wê jin e, jinan weke hêmaneke bingehîn di parastina nasname û bîra kolektîf de pîroz dike.
Riyeke dualî di navbera hesabdarî û hunerên bedew de
Fayroz Baba Amêr du riyên cuda bi hev re tîne; ew ji aliyekî ve hesabgireke giştî ya sertîfîkayî ye û ji aliyê din ve jî hunermendeke dîtbarî ye ku ji zarokatiyê ve xêzkirinê dike. Tevî ku piştî di destpêkê de dixwest hunerên bedewiyê bixwîne jî wê qet dev ji xêzkirinê berneda. Di şûna wê de, wê di studyoya xwe de berdewam kir ku jêhatiyên xwe bi pêş bixe, li wir cîhaneke dîtbarî ya ku kok, bîr û nasnameyê dihewîne ava dike.

Wateya Nuba
Fayroz Baba Amêr "Nuba" (cureyek performansa muzîkê) ji muzîkê wêdetir dibîne; ew ciheke çandî ye ku rêûresm û kevneşopiyên civakî tê de bi hev re dikevin, têgehek ku bi ruhê karê wê re têkildar e û nasnameyê pîroz dike.
Hunermend Fayroz Baba Amêr ezmûna xwe ya bi navê "Nuba" tê binavkirin, weke bîranînek zindî ku têkiliya di navbera kesane û kolektîf de nîşan dide û bîrê vediguherîne navgînek hunerî ya zindî dibîne.
Veguherandina bîranîna kesane ji bo hunerê dilşad
Ev pêşangeh her wiha nîşan dide ku hunermend di zarokatiya xwe de di nava dorpêça malbateke mezin a jinan de ku bi xaltîk û xaltîkên dayikê ve hatiye dorpêçkirin û beşdarî şekildana bîranînên wê bûne, ezmûneke kûr a kesane nîşan dide. Ev cîhan di tabloyên wê de, bi taybetî di berhemên "Hammam" û "Xaltîk û Xaltîkên Dayikê" de ku jiyana jinên Cezayîrî di qadên wan ên kevneşopî de belge dikin, tê nîşandan.
Fayroz Baba Amêr destnîşan dike ku ev cih carekê dergeha sereke ya jinan bû, ji ber ku hemam û cihên dawetê weke cihên kombûn, xemilandin, şêvbuhêrk û sohbetê xizmet dikirin, ji ber hebûna qadên giştî yên sînorkirî. Her wiha Fayroz bi hest tekez dike ku tabloya "Hammam" bi zarokatiya wê ve girêdayî ye û navê "Hammam Nasif" li xwe digre ku behsa hemama kevn a dapîra xwe li parêzgeha Blida dike.
Mîrat û muzîk weke rîtmeke dîtbarî ne

Fayroz Baba Amêr ji bo xebata xwe îlhamê ji hêmanên cihêreng ên mîrateya Cezayîrê, weke cilên kevneşopî, zêr, qumaş û amûrên muzîkê û sembolên dîtbarî yên bi nasnameyê ve girêdayî digre. Her wiha muzîkê weke hêmaneke bingehîn di avakirina rîtma dîtbarî ya berhemên xwe de vedihewîne, bi vî rengî girêdana di navbera wênesaziyê û bîr û hişmendiya kolektîf de xurt dike.
Fayroz Baba Amêr bawer dike ku huner di nava veguherînên gerdûnî de roleke girîng di parastina nasnameya çandî de dilîze û tekez dike ku pêdivî bi parastina bîra kolektîf û ji nû ve şîrovekirina mîrate bi zimanekî hemdem heye. Ji bo Fayroz huner ne tenê îfadeyeke estetîkî ye, rêbaza parastina cihêrengiya çandî û berxwedana li hemberî hilweşîna wê ye.
Fayroz Baba Amêr girîngiya berdewamiya hunerî di navbera nifşan de tekez dike dibêje ku divê her nifş destdana xwe ya bêhempa li tiştên berê zêde bike.
Tabloyên wê gelek pesn girtiye
Fayroz Baba Amêr hevdîtina xwe ya bi hunermenda dîtbarî ya navdar Meriem Benkhedda re jî bi bîr xist ku serdana pêşangeha wê kir û difikirî ku naskirina pêşengên hunera dîtbarî ya Cezayîrî ramana berdewamiya nifşan xurt dike û kombûna hunerî wek beşek ji nasnameya dîtbarî ya neteweyî diparêze.

Fayroz Baba Amêr jî kêfxweşiya xwe ya mezin ji ber berteka berbiçav a ku pêşangeh ji mêvan û dilxwazên hunerê girt anî ziman û destnîşan kir ku wê gelek pesn girtiye, gelek kesan tabloyên wê ne tenê weke berhemên hunerî, weke ezmûnên rastîn ên mirovî yên ku çîrok û bîranînên her mêvan dikare xwe tê de bibîne nîşan didin, dihesibînin.
Huner vediguhere cihekî hevpar
Fayroz Baba Amêr diyar kir ku ev têkilî bandorê li ser dike û wê kêfxweş kiriye, ji ber ku ew şiyana wê ya afirandina tabloyên rastîn ên rastbûna ezmûnê û germahiya bîranînê digrin, hunerê vediguherîne cihekî hevpar di navbera hunermend û gel de.