Li Kanîreşê li dijî JES’ê mitîng: Em xaka xwe nadin
Li navçeya Kanîreşa Çewligê, bi hezaran kes li dijî projeyên JES’ê meşiyan. Wekîlên DEM Partiyê, li dijî talana ekolîjîk û polîtîkayên sermayeyê peyama têkoşînê dan.
Çewlig – Bi beşdariya bi hezaran kesan li dijî talana ekolojîk a ku her diçe zêde dibe û projeyên JES’ê ku dixwazin li navçeya Kanîreşa Çewligê bixin meriyetê mitîng hat lidarxistin. Di çalakiya ku jin û rêxistinên ekolojiyê pêşengî kirin de, ji bo parastina qadên jiyanê û xwazayê banga têkoşînê hat kirin.
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, li navçeya Kanîreşa Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk bi dirûşma ‘Em xwedî li xweza, av û xaka xwe derdikevin’ mitîng hat lidarxistin. Bi hezaran kes ji ketina Kanîreşê heta qada şaredariyê bi dirûşman meşiyan. Di mitînga ku jin û ekolojîstan pêşengî kirin de, rêxistinên jinan, rêxistinên ekolojî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk di nav de ji 7 salî heta 70 salî gelek kes beşdar bûn. Di mitînga ku pankartên “Em ê jîyanê biparêzin” , “Em ê rê nedin jeotermalê”, “Em jeotermalê naxwazin” hatin vekirin û her wiha dowîzên “Pişgirî dide jiyandin”, “Ne Tonî, ne Conî, ne HES, ne jî JES gerek bibin yek her kes”, “Parastina gundê me parastina pêşerojê ye” hatin rakirin. Dirûşmên “Bêdeng nemîne hûn bêdeng bimînin dê dor were we”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Axa me jiyana me ye”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
‘Gel ji bo pêşeroja xwe heqîqetê û parastina xaka xwe li qadan e’
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû ku ewil di mitîngê de axivî, diyar kir ku gel ji bo parastina paşeroj, ax û ava xwe li qadan e û wiha got: “Em ê nehêlin ev talan pêk were. Heqîqeta me, heqîqeta berxwedanê ye. Gelê me yê ku herikî qadan û li ber xwe dide, rê neda hişmendiya talanker a sermayeyê. Em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Em ê tevî we, li dijî kujerên zarok, jin û xwezayê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna we, têkoşîna me ye. Duh Gimgim, îro Kanîreş û sibê em ê ji bo Dêrsimê li qadan bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî mîtînga me ya li Stenbolê jî bibin.”
‘Em ê bi hev re bi serbikevin’
Parlamentera Stenbolê Kezban Konukçu jî silav ji berxwedêrên Karadenîz û Egeyê re şand û wiha got: “Sermayeyeke Emerîkayî dixwaze axa me tune bike. Yên ku erdnîgariya gel pêşkêşî emperyalîstan dikin bila bizanibin ku ew ê bi wan re biçin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
‘Em ê rê nedin talanê’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeye Boz bal kişand ser talana sermayeyê û got: “Emperyalîst dijminê xweza û mirovan in. Em ê li Kurdistanê rê nedin talanê. Em ê tu carî nehêlin ku qadên jiyana me tune bikin. Yên ku li ser vê axê najîn, tenê ji bo qezenckirina pereyan tên û dixwazin axa me tune bikin. Em ê tu carî rê nedin vê yekê û em ê wan ji Kurdistanê derxin.”
‘Em ê têkoşînê bidomînin’
Parlamenterê Çewligê Omer Faruk Hulaku jî bi bîr xist ku dema dewlet li axê dinêre rantê dibîne lê gel jiyanê dibîne û got: “Duh gelê Gimgimê, îro gelê Kanîreşê li qadan li ber xwe dide. Ev gel bi salan e li dijî zext û zilmê li ber xwe dide. Dema ku ew li axa me dinêrin pere û rantê dibînin lê em jiyanê dibînin. Kes nikare jiyanê ji destên me bigre. Em ê bi yekîtiyê rê nedin vê talanê. Em ê bi yekîtiyê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”
Mitîng piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.