‘Hevpeymana Civakî li hemberî krîza Sûriyeyê çareseriyek radîkal e’

Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî krîza Sûriyeyê çareseriyekê radîkal e û got, “Bi hevpeymanê re dê mafên jinan bê mîsogerkirin.”

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymana Civakî ya ji 134 bendan pêk tê di 12’ê Kanûnê de erê kir. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm derbarê Hevpeymana Civakî de ji ajansa me re axivî.

Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ji 134 bendan pêk tê û got, “Hevpeyman mafên jinan mîsgorker dike, hemu mafên jinan diparêze, di civakê de û di hemu qadan de wekheviya di navbera zayendan de mîsoger dike. Hevpeyman aştî, îstîqrar, yekîtî û azadiya Sûriyeyê mîsoger dike, dengê gel û daxwazên wê temsîl dike.”

‘Çareseriya radîkal temsîl dike’

Meryem Îbrahîm bal lê kişand ku hevpeyman balê dikşîne ser yekîtiya gelan a Sûriyeyê û wiha axivî: “Erêkirina vê hevpeymanê weke hewldanekê dîtina mekanîzmayên çareseriyê ya li hemberî aloziya ku ji sala 2011’an ve li Sûriyeyê didome tê qebûlkirin. Di heman demê de li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk ên li hemberî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çareseriyekê radîkal temsîl dike.” Meryem Îbrahîm da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ji nû ve bişêwekirina Hevpeymana Civakî komîteyên biçûk ava kiriye û wiha got:

“Di komîteya fireh de nîqaş hatin meşandin. Pêşnûmeya ku ji bo înşaya Sûriyeyek nenavendî û avakirina pergalekê demokratîk hat amadekirin, ji bo erêkirina Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşkeşkirin. Bi awayê ku bibe makezagona ku hemu partiyên Sûriyeyê bigihin mutabakatê   di hevpeymana civakî de dikare guhertin bê kirin.”

‘Hevpeyman mafê hemu beşan diparêze’

Meryem Îbrahîm anî ziman ku hevpeyman mafê hemu beşên cûda yên ji bawerî û pêkhateyên cûda diparêze û bal lê kişand ku di warê hedefkirina pîvana jiyana bi hev re jiyankirinê hevpeyman yekem e. Meryem Îbrahîm got, “Di dîrokê de Êzidî û Ermenî bûn şahidê gelek qirkirinan. Di gelek serdeman de nasnameyê wan û çandê wan rastî cihêkariyê hat, bi zimanê xwe axaftina wan hat astengkirin. Ango li hemberî bawerî, hebûn, netew û çanda wan gelek binpêkirin pêk hat.”

‘Jin bi şoreşê bipêş ketin’

Meryem Îbrahîm a li ser mafê jinan balê kişand li ser girîngiya hevpeymanê wiha domand: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya Şoreşa Rojava bi salan rastî pêkutiyê hatin. Bi berxwedana ku jin bi Şoreşa Rojava nîşan dan, ev zext bidawî bûn. Jin ji nû ve destpêkirin û îmze avêtin gelek destkeftiyên mezin, ber bi azadiyê ve çûn. Ev jî aşkere kir ku di serî de qadên dîplomasî, siyasî û leşkerî, di her qadê de jin dikarin bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Di serî de jin hemu divê hemu gelên li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin xwedî zanist û îradeyê. Hevpeymana Civakî di vê merheleya hesas de dê mafên jinan mîsoger bike. Hevpeyman dê bibe riya avakirina îstîqrar û ewlehiya heremê jî.”