Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 29 hezar û 690

Di êrîşên Îsrail li ser Zîvala Xeza berdewam dike de hejmara Fîlîstiniyên jiyana xwe ji dest dane, di nava 24 saetên dawî de 86 zêde bû û bû 29 hezar û 692.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirûstiyê ya Filistinê li Xeza, derbarê êrîşên Îsrail li ser Xeza ku ev 142 roje berdewam dike zanyarî da. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîl di 24 seatên dawî de 86 Filistinî kuştine û bi giştî di êrişên ji 7’ê Cotmehê ve Îsraîl li ser Xezayê didomîne de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 29 hezar û 692. 

Di daxuyaniyê de hat diyarin kir ku di êrîşên dawî de 131 Filistinî birindar bûne, hejmara giştî birindaran bûye 69 hezar û 879.

Di daxuyaniya Wezareta Tenirûstiyê de bal kişand ku hê cenaze dibin xirbeyan û ser rêyan mane, ji ber astengiyên hêzên Îsrail tîmên tendirûtiyê û erkdarên parastina sivîlan nekarîne xwe bigihînin cenazeyan.