Gelo zarokên winda yên li Semsûrê birine Menzîlê?

Tê gotin ku li SemsûrÊ zarokên winda dane terîqetê. Tê diyarkirin ku li bajarê konê yê ku li gundê Menzîlê hatiye avakirin jî hejmarek zêde zarok hene. Funda Oznacar, bi rojan e li biraziya xwe Hîranur Tumsavaş digere.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr - Li Semsûra ku piştî erdhejê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, tê gotin ku zarokên winda didin terîqetan. Li bajarê ku Weqfa Diyanetê, ÎHH, Terîqeta Menzîlê, Komeleya Beşîr û gelek komên cuda lê hene, ji rayedarên fermî zêdetir endamên mezhebê tên dîtin. Li bajêr hebûna zarokên winda roj bi roj zêde dibe.

Nûçeyên ku zarokên bê refaqat didin terîqetan, di çapemeniyê de belav bûn. Ji gelek aliyan ve der barê vê mijarê de bertek hatin. Yek ji van terîqetan jî Menzîl e ku gundekî Semsûrê ye. Terîqeta ku ev demeke dirêj e li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşîne, piştî erdhejê li gundê lê bû kon veda. Di dîmenê konek de tê dîtin ku gelek zarok hene, li ser hesabê medyaya dijîtal a terîqetê ya bi navê "Riya Menzîl” hatin parvekirin. Welatiyên ku li bajêr li zarokên xizmên xwe yên winda digerin, diyar kirin ku der barê rewşa heyî de tu agahî nehatiye bidestxistin.

Diyanet dixwaze di konan de kursên Quranê veke

Hat hînbûn ku ji bilî Menzîlê endamên Weqfa Diyanetê jî piştî her cenaze li goristanê definkirin û bi malbatan re nîqaş dikin, li navenda bajêr serdana konên bajêr ên li navendê dikin û xwestine li her konên bajar ji bo zarokan qursên Quranê vekin. Yek ji cihên ku ji bilî Diyanetê li navenda bajêr kon vedane Komeleya Alîkariya Mirovî (HAK) ye. Hat diyarkirin ku li konên bajêr ku gelek kesên bi cibe hene bi sedan malbat hene, pratîkên xebat ên komeleyê ji komele û tarîqatên din ne pir cuda ye.

'Bi hefteyan e ji biraziya min agahî nîn e’

Yek ji zarokên ku li bajêr winda bûye Hiranur Tumsavaş a 12 salî ye ku hat gotin di roja ewil a erdhejê de ji aliyê tîmên dilxwaz ve birîndar û bêhiş hatiye rizgarkirin û wê birine nexweşxaneyê lê careke din agahî jê nehatiye girtin. Malbata wê ya ku bi hefteyan agahî ji Hiranur Tumsavaş a ku tê îdiakirin bi wesayîdeke spî birine nexweşxaneyê nagirin, diyar kirin ku li Tirkiyeyê nexweşxanek nehatiye lêgerînkirin nehiştine. Meta wê Funda Oznacar a ku me der barê Hîranûra ku agahî jê nagrin hevdîtin pêk anî, der barê rewşa dawî de ev agahî parve kir: “Cenazeyê wê li tu derê nehat dîtin. Dayika min dê roja duşemê biçe testa DNA’yê bike. Em li her derê geriyan lê li tu derê qeyda wê tune ye. Terîqet û mijarên cuda tên rojevê lê ez nizanim çawa dikarim lêkolîn bikim û çi bikim. Ez naxwazim îhtimaleke wiha jî bidim. Biraziya min bi awayekî bêhiş ji bin xirabeyan hat derxistin û ji me ra gotin, li nexweşxaneyê ye lê tu nexweşxaneyek ku em çûn û me pirsî tune ye. Li tu derê qeyda wê nîne.”

‘Dema em li morgê disekinîn cenazeyên me birin goristanê'

Funda Oznacar, der barê tevlîheviya cenazeyan de axivî û wiha got: “Min xwişk, zava û zarokên wan winda kirin. Dema me ew ji bin xirbeyan derxistin, li wesayîdê siwar kirin û bi saetan li ber deriyê morgê sekinîn. Dema em li ber morga nexweşxaneyê li bendê bûn, em hîn bûn ku wan birine goristanê. Hîranûr jî emaneta xwîşka min e. Ji malbatê tenê ew û ez man. Em li bendê ne ku yek derkeve û tiştekî bibêje.”