Dê nobeta edaletê ji Rihayê heta Enqereyê bidome

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 787’an de didome. Ferît Şenyaşar ê di çalakiyê de axivî got ku ew ê têkoşîna edaletê li Enqereyê bidomîne û dayika wî jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne.

Riha- Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di roja 787'an de berdewam dike.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta îro kirin.

‘Ez ê têkoşîna edaletê li Enqereyê bidomînim’

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got: “Welatê me di pêvajoyek zehmet de derbas dibe. Ez spasiya hemû kesên ku piştevaniya me kirin, dikim. Ez ê têkoşîna edaletê li Enqereyê bidomînim û wê dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne. Ez ê li meclisê bibim dengê hemû mexdûrên edaletê. Ez ê derkevim pêşberî kesên ku guh nadin qîrîna me ya ji bo edaletê. Ez ê li Enqereyê li rûyê kesên ku guhên xwe girtine, ji bo edaletê biqîrim.”