Endamên malbata Dedeogullari yên hatin bibîranîn

Endamên malbata Dedeogullari ku li Konyayê di encama êrîşek nijadperest de hatibûn qetilkirin, di salvegera duyemîn de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Navenda Nûçeyan- Di 30’ê tîrmeha 2021'ê de di encama êrîşa nijadperest a li navçeya Meramê ya Konyayê de 7 ferdên malbata Dedeogullari hatibûn qetilkirin. Bi wesîleya salvegerê li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Di bîranîn de ferdê malbatê yê ku bi tenê sax maye Çetîn Dedeogullari, xizmên malbatê, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberiya partiyê, parêzerên endamên Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tevli bernameya bîranînê bûn. Piştî bîranîna li ser goran beşdarên bîranînê çûn ber avahiya malbata Dedeogullari daxuyanî dan.

 ‘Bersûc tên parastin’

Di daxuyaniyê de parêzerê dozê Abdurahman Karabulut axivî got: “Tevî ku du sal di ser qetlîamê re derbas bûne jî edalet pêk nehatiye û kesên qetlîam pêk anîne ji aliyê darazê ve hatine parastin. Kujerên ku îfade dane jî xwe wek ulkucu pênase kirine û gotinên wan ên jixwe em ulkucu ne, em ê nehêlin Kurd li vir bijîn, hatin bibîrxistin.”  

‘Ji ber Kurd bûn hatin qetilkirin’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan jî destnîşan kir ku hebûna Kurdan sed sal in tê înkarkirin û wiha got: “Wisa zehmet e ku meriv nikare li ser vê hovîtiyê biaxive jî. Du sal berê li vî malê 7 kes ji malbata Dedeogullari hatin qetilkirin. Niha em ji ser gora qurbaniyan tên, 7 gorên ku dilê meriv diêşînin li kêleka hev in. Ew ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin. Bi salan e Kurd tên kuştin. Sedema qetilkirina Kurdan ew e ku li ser vê axê sed sal in polîtîkaya înkarê heye.”