Endamên KJAR’ê piştgirî dan pêngava TAJÊ ya xwe parastinê

Endamên KJAR’ê bi peyamên xwe piştgirî dan pêngava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’.

Navenda Nûçeyan – Pêngava ‘Li dijî qirkirina li ser jinan bibe dengê xweparastin’ ku di 8’ê Adarê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye destpêkirin, bi çalakiyan berdewam dike. Ji gelek deverên cûr bi cûr piştgiriya ji bo pêngava TAJÊ ya xwe parastinê jî berdewam dike.

Endamên KJAR’ê bi sînevîzyonekê tevlî kampanyaya TAJÊ ya "Li Dijî Qirkirina Jinê bibin dengê xweparastinê" bûn.