Li heremên dagirkirî di mehekî de 18 kes hatin qetilkirin

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li heremên dagirkirî sucên mafên mirovan berdevam dike. Di meha Hezîranê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê 18 kes qetil kirin. Her wiha revandin, talankirin, êşkence kirin, li dijî zarokan destdirêjî bê navber didome.

Navenda Nûçeyan-Li gor daneyên HAWAR (ANHA) artêşa  Tirk û çeteyên girêdayî wî wan di meha Hezîranê de li herêmên dagirkirî sûcên kuştin, revandin, destdirêjî, talankirin berdevam kir. Li gorî daneyên ajansa HAWAR’ê di meha Hazîranê de 18 welatî hatine qetilkirin kes qetil kirin.

 Berfirehiya daneyan wiha ye:

1’ê Hezîranê: Çeteyên dewleta Tirk li bajarê El-Bab ku dikeve bakur-rojhilatê Helebê, 2 ciwan gulebaran kirin. Di encama êrişê de ciwanek ji zikê xwe, yek ji destê xwe birîndar bû.

4’ê Hezîranê: Çeteyên bi navê “polîsên sivîl” welatiyê bi navê Henan Hesekê (65) yê ji gundê Miske yê Cindirêsa Efrînê û Mihemed Horo (58) yê ji gundê Frereya yê Cindirêsê revandin.

Çeteyên Eniya Şamî, li Efrînê welatiyê bi navê Temam Safûr (46) ku bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin, revandin.  Çeteya ji bo serbestberdana wî 1500 dolar ji malbatê xwestin.

Dewleta Tirk a dagirker 22 koçber bi darê zorê ji Tirkiyê derxistin. Koçber ji deriyê Bab El-Selam derbasî herêmên dagirkirî hatin kirin.

5’ê Hezîranê: Artêşa Tirk li Serêkaniyê 15 koçberên hewil didan derbasî Tirkiyeyê bibin qetil kirin. Di kesên hatine kuştin de ciwanê bi navê Yehya Ehmed El-Xemîs (23 salî) ê ji gundê Hemo yê Qamişlo ku ajansa me 8’ê Hezîranê nûçeya wî dabû, heye.

6’ê Hêzîranê: Welatiyên bi navê Silêman Hikmet, Cano Hacî Xorşîd û Mihemed Reşîd Hac Omer ên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û beramberî fîdyeyê hatin berdan, li gundê Goran ê girêdayî Cindirêsê, ji aliyê çeteyan ve careke din hatin revandin.

Çeteyan zeviyên çandiniyê yên gundên Meyremîn û Ennaba şewitandin. Agir li zeviyên gundên Şûragha, Tatraş, Tanb û Malikiyê yên girêdayî Şêrawa ya Efrînê belav bû.

Çeteyan li gundê Baslayê şewat derxist, agir li daristana gundê Soganka jî belav bû.

Çeteyekî li gundê Enderiyê yê Cindirêsê ku li ser rêya mazotê ya Efrînê ye, xaniyê welatiyê bi navê Îsam Hisên ku ji dema dagirkirina Efrinê (2018) ve desteser kiribû, bi 1500 dolarên Amerîkî firot welatiyekî din.

7’ê  Hezîranê: Welatiyên bi navê Delîl Hesen Hecî (34) ê ji gundê Baflorê yê Cindirêsê û Cemal Heyyan (35) ê ji bajarê Humsê piştî ji aliyê dewleta Tirk ve bi darê zorê ji Deriyê Sînor ê Bal El-Selam hatin dersînorkirin, li noqteya çeteyan a li nêzîkî gundê Qestal Cindo ya Şera ku dikeve sînorê bajarê Ezazê, hatin revandin.

Çekdarên ji Xûtayê ya gundewarên Şamê, li bakûr-rojhilatê Efrînê, li pişt Kantîna El-Selam a li ser rêya Helebê, 17 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihemed Şêxmûs birîn.

8’ê  Hezîranê: Çeteyên “Firqeya Hemzat” li gundê Darkir ê girêdayî bajarê Mabata yê Efrînê welatiyê bi navê Taher Mihemed Şukrî (54), dema ji gund ber bi bajarê Efrînê ve diçû, revandin.

Îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li bajarê Racoyê welatiyên bi navê Arif Reşîd (70), Omer Reşîd Selah Elî (43), Îzet Îsmaîl Bîlal (58), Mihemed Mistefa Ne’asan (45) û Îsmaîl Bîlal (37) ku niştecihên gundê Kunde Kurîh ê girêdayî bajarê Raco yê Efrîna revandin.

11’ê  Hezîranê: Komek welatiyên ji 10 kesan pêk dihat û di nav wan de jinek ducanî jî hebû, dema dixwestin ji bajarê Serêkaniyê sînor derbas bikin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin. Di encama êşkenceyê de gelek welatî birîndar bûn, jina ducanî jî zaroka xwe winda kir.

Îstîxbarata Tirk parêzer Ekrem Cinêd ku ji bajarê Hemayê ye, lê li bajarê Cindirêsê hatiye bicîhkirin, ji ber axaftinek wî ya derbarê girtina serkirdeyên çeteyên û polîtîkayên dagirkirinê de, revand.

13’ê Hezîranê: Leşkerên Tirk welatiyê bi navê Ednan Namî (26) ê ji gundê Eyn El Hecer a Mezin revand.

15’ê  Hezîranê: Çeteyên bi navê “Hecî Ebû Hîşam” êrîşî welatiyê bi navê Azad Bîlal ê ji gundê Hec Xelîl a Efrînê kir û dikana bazirganiya zeyta zeytûnan a birayê wî Amir Husên Bîlal a li bajarê Recoyê desteser kir. Çeteyan Azad Bîlan bi kêran ji mile wî birîndar kirin.

17’ê  Hezîranê: Çeteyan du birayên bi navê Mihemed Zemcî Mûrad (35) û Faîq Zemcî Mûrad (33) ên ji bajaroka Kefer Sefra ya girêdayî Cindirêsê revandin.

Çeteyên bi navê “polîsên leşkerî” welatiyê bi navê Îmad Mistefa Xelîl ê ji gundê Hulîla ya girêdayî bajarê Racoyê revandin. Îmad Mistefa ji Tirkiyeyê bi zorê hatibû derxistin.

Cenazeyê mêrekî 50 salî li nava zeviyek çandiniyê ya nêzî yek ji nuqteyên çeteyên dewleta Tirk li başûr-rojavayê Efrînê hate dîtin.

19’ê  Hezîranê: Leşkerên Tirk dest danîn ser mala welatiya bi navê Zeyneb Mihemed Ehmed (60) a ji gundê Metîna ya bajarê Şeran a li gundewarên Efrînê. Çeteyan mal kirin baregeha leşkerî ya çeteyên ku li kêleka avahiya şîrketa avê ya li ser rêya sereke ya Kefer Janna-Bulbula a li gundê Metîna bi cih bûne.

20’ê Hezîranê: Çeteyan welatiyê bi navê Rêzan Mihemed (44)  ê ji gundê Şaktko yê girêdayî bajarê Şiyê yê Efrînê, ji mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revandin.

Ciwanên bi navê Cemal Elî Kulîn (26) û Mihemed Welîd Alîko (22) dema bi motorsîkletê vedigeriyan mala xwe ya li gundê Darkir ê girêdayî bajarê Mabata, ji aliyê çeteyan ve hatin gulebarankirin. Di encamê de Cemal Colin hat kuştin.

Welatiyê bi navê Bekir Ednan Bekir ê ji heman gundî ku di dema gulebaranê de ew jî bi motorsîkleta xwe li pey herdû ciwanan dihat jî, ji aliyê çeteyan hat revandin.

22’ê Hezîranê: Îstîxbarata Tirk û çeteyên "polîsa sivîl" welatiyê bi navê Nêçîrvan Mistefa Elî (37) ji bajarê Mabata revand.

23’ê  Hezîranê: Yek ji çeteyên dewleta Tirk ê bi navê “Yûsif” keçeke bi temenê 17 salî ji gundê Kabaşin revand û destdirêjî lê kir.

24’ê Hezîranê: Çeteyê bi navê Ebû Îmran ê girêdayî koma Ehrar El-Şerqiye, welatiyê bi navê Mihemed Brem ê ji gundê Kîwara yê girêdayî bajarê Raco li pêşberî malbata wî êşkence kir. Dema ku xesûya wî Zeyneb Şêxo (85) xwest mudaxele bike, çeteyan êrişî wê jî kirin û di encamê de kirîza dil derbas kir, ew rakirin nexweşxaneya Efrînê.

25’ê  Hezîranê: Çeteyên Firqeya Hemzat li taxa Mehmûdiyê li nêzî Dibistana Sînaa, zarokê bi navê Ehmed Maho (13) ê  ji gundê Bilîlko yê Racoyê, êşkence kir. Li gorî bijîşkan û malbata Ehmed Maho, êşkenceyê rê li nexweşiyên derûnî vekir.

26’ê  Hezîranê: Îstixbarata Tirk û çeteyên "Polîsên sivîl" li gundê Dîwa Feqanî yê bajarê Cindirêsê, muxtarê gund Elî Hesen (40), birayên bi navên Hisên Hesen Hemûd (35), Mihemed Hesen Hemûd (38) û welatiyê bi navê Mihemed Cuma Soro (40) revandin. Muxtar piştî dayîna fîdyeyê hat berdan. Çeteyan ji bo hersê kesên din daxwaza milkên wan kirin.

Çeteyên “Polîsên Sivîl” li Efrînê welatiyê bi navê Yahya Taha Berekat (37) û zarokê bi navê Adhem Derwîş Elûş (15) ên ji Cindirêsê revandin.

Di encama şer û pevçûnên li bajarê Efrînê di navbera çeteyên Eniya Şam û polîsên leşkerî derket de, ciwanê bi navê Harîs Îbrahîm El-Alan jiyana xwe ji dest da, bavê wî dermanfiroş Îbrahîm El-Alan û welatiyê bi navê Ibnî Feysel El-Ebo birîndar bûn.

28’ê  Hezîranê: Çeteyên “polîsên leşkerî” welatiyê bi navê Mehmûd Elî Bin Nûreddîn ê ji bajaroka Kaxara yê girêdayî bajarê Mabata, ji mala wî li pişt nexweşxaneya Dêrsîmê hat revandin.

29’ê  Hezîranê: Çeteyan li Cindirêsê ciwanê bi navê Reşîd Samir Elî (24) ê ji gundê Kura, dema ji dikana xwe ya pêlavan derdiket, revandin û ji malbata wî 25 hezar dolar fîdye xwestin.

Çeteyên li kargeheke dirûtinê ya li nêzî Mizgefta Şêx Bekir a taxa Efrîna kevin dixebitin, êrîşî ciwanê bi navê Nîdal Mihemed ê ji gundê Şexorz ê Bilbilê kirin û serê wî û telefona wî  şikandin.