Dengên derveyî welat 3 parlementer bi Partiya Çepên Kesk da windakirin

Partiya Çepên Kesk bi zêdekirina dengên li derveyî welat hatin bikaranîn re 3 parlamenterên ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi dest xistibûn winda kir.

Navenda Nûçeyan - Encamên zelal ên Hilbijartina Serokomariyê û Giştî, ji ber îtîrazên tên kirin ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hêj teqez nehatiye kirin. Partiya Çepên Kesk bi zêdekirina dengên derveyî welat hatin bikaranîn re, 3 parlamenterên ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi dest xistibûn winda kir.

Ji ber kêmbûna tevlîbuna rêjeya dengdarên derveyî welat, 3 parlamenter derbasê AKP'ê bûn. Li Rihayê nekarî di pileya 5, li Êlîhê pileya 4 û li Semsûrê jî parlamenter derxe.

Parlamenteriya Partiya Çepên Keskan a li Êlîhê windakir, berdevkê HUDA PAR ê namzetê AKP'ê Serkan Ramanli, li Rihayê jî ji bo namzetê AKP'ê Faruk Pinarbaşi re derbas bû.

Li Colêmergê ku Partiya Çepên Kesk 3 parlamenter bi dest xist jî, îtîrazên ser hev yê AKP'ê dike jî didome.