‘Bazarên siyasî li ser jiyana mirovan hatin kirin’

Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ariya Mela Ehmed bal kişand polîtîkayên dewleta Tirk a li ser êşên gel hewl dide xwe bide jiyandin, anî ziman ku alîkariyên Rêveberiya Xweser a ji bo heremên erdhejê hatibûn şandin, hatine astengkirin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Erdheja ku di 6’ê sibatê de li bajarên Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê, bajarên Sûriye rû da gelek rewşên mirovî pir zehmet bi xwe re anî. Bi taybetî li Efrîn, Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û koçên çete yên girêdayî wî de ye rewşa gel dijwartir bû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di vê rewşa zehmet de bi erka xwe ya mirovî rabû û destekdayina alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re şand. Lê mixabin li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye ev alîkarî hatin astengkirin. Her wiha bazarên siyasî li ser jiyana mirovan hatin kirin. Li kêleka wê jî dewleta tirk şer û êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestandiye.

Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ariya Mela Ehmed a derbarê mijarê de axivî bal kişand li ser siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk ên li heremên erdhejê bi zelalî xuya kir, destnîşan kir ku Rêveberiya Xeser ji bo alîkariyê demildest ket nav liv û tevgerê, lê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hatin astengkirin. Ariya Mela Ehmed anî ziman ku ev rewş û ev siyaseta ku hat meşandin bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

‘Rêveberiya Xweser erka xwe ya mirovî bi mexdûrên erdhejê re gihand serî’

Ariya Mela Ehmed despêkê sersaxî kesên ku di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe li dijî hemû rengên zilim û zordariyê ne.  Her wiha erka me ya mirovî ye em li kêleka hemû gelên ku zirar ji erdhejê dîtine bisekinin. Weke rêveberî em bi erka xwe ya mirovî rabûn û me hemû imkanên xwe xistin xizmet û alîkariya mirovên ku ji vê bûyera dawî ya erdhejê zirar dîtin re şand. Me deriyên xwe yên sînorî hemû ji bo derbasbûna alîkariyê vekirî hîştin, her wiha me tu ferq ne xist di navbera mirovan de ne li Sûriyê û ne jî li herêmên ku opozisyon lê serwer in. Pêngava me ya “Bi hev re ji bo mirovahiyê”  heya 22 Sibatê dewam kir der barê de hemû saziyên Rêveberiya Xweser û gelê herêmê bûne destek heya ku alîkarî ji mexdûrên erdhejê re yên li Sûriyê hate şandin. Em dikarin bêjin heya asteke mezin em bi erka xwe ya mirovî rabûn.”

‘Pêwîst e di rewşên mirovî de siyaset were dûrxistin’

Ariya Mela Ehmed da zanîn ku pêwîste di rewşên mirovî de siyaset were dûrxistin, lê dewleta tirk  heya radeyeke mezin ne hîştin alîkariyên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên erdhej çêbûye, bibin û wiha domand: “Her kes dizane niha Herêmên Bakur Sûriyê mîna Idlib, Cerablûs, Izaz, her wiha Efrîn di bin serweriya çeteyên opozisyona girêdayî dewleta tirk de ye. Me weke Rêveberiya Xweser hemû nakokî û siyaset dane alî û tenê em bi rewşa mirovî fikirîn, lê mixabin çeteyên ku di van herêman de bi cih dibin girêdayî dewleta tirk, nehiştin ku alîkariyên me derbasî bibin. Ger em bînin ziman di van salên dawî de gelek bûyerên bi êş li Sûriyê qewimîn dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê kîjan demê bi erka xwe ya mirovî rabûn? Tucarî ev ji bo gelê Sûriyê nekirine, gelo wê niha li mirovan xwedî derbikevin. Zaten tu hêviyên mirovan bi dewleteke weke Tirkiyê tune ye û em baş jî dizanin bazaran li ser jiyan û vîna mirovan dike. Di Hemû pêvajoyên siyasî yên dewleta tirk de erka mirovahî tune bû, berovajî wê wan civak di qirkirinan re derbaskirin. Dewleta tirk û çeteyên wê bazar li ser alîkariya ku ji mexdûrên erdhejê re dihatin şandin, dikirin. Digotin ”Ger em van alîkariyan derbas bikin wê berdêlên wê çibin” ji bo wê em dibêjin canê mirovan ji bo bercewendiyan dihate bi kar anîn.”

‘Nîjadperestiya ku di vê rewşa mirovî de li dijî Sûriyan dihate meşandin’

Ariya Mela Ehemd balkişand li ser nîjadperestiya ku li dijî Sûriyên ku koçberî Tirkiyê bûne di wê rewşa erdhejê de dihate meşandin û got: “Em hemû rewşa erdhejê deqe bi deqe dişopînin û me dît jî mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan piraniya wan ji Sûrî bûn. Lê ya balkêş di vê mijarê de nîjadperestiya ku di vê rewşa mirovî de li dijî Sûriyan dihate meşandin. Gelek mirovên di bin kavilên erdhejê de mayî dengê xwe nedikirin, ji ber bi zimanê tirkî nizanibûn û ditirsiyan ku bêjin em ji Sûriyê ne ji ber digotin dê zanebûn me di bin kawilan de bihêlînin. Her wiha li gelek deverên ku koçberên Sûrî lê diman mirov di bin kawilan de jiyana xwe ji dest dan û alîkarî ne gihêşta wan. Ger di rewşeke mirovî ya ewqas giran de ji mirovan bê pirsîn tu tirkî ango Sûriyê yî, wê demê tu nirxên mirovahiyê namînin. Ev nîjadperestî 11 sal in li dijî gelê Sûriye tê bikaranîn. Li aliyê din jî tevî vê rewşa giran dewleta tirk herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan hedef digire û jiyana mirovan bi dawî dike. Yanî di rewşeke wisa de pêwîstbû ev şer neyê kirin, lê weke em her car dibêjin dewleta tirk herî dawî bi mirovan difikire û tenê dixwaze berjewendiyên xwe yên siyasî li ser erdê pêk bîne.”

‘Derengmayina vekirina deriyên alîkariyê jiyana mirovan di xeteriyê de hîştiye’

Ariya Mela Ehmed bilêv kir ku vekirina deriyên alîkariyê yên sînorî dozeke cîhaniye, lê dewletên derve berpirsiyartiya xwe ranakin û wiha ev mijar nirxand: “Me berê jî anibû ziman ku deriyên me yên sînorî ji alîkariyê re vekirîne, lê ev tenê ne berpirsyartiya me ye. Gelek caran me bangawazî li aliyên pêwendîdar kir ku deriyên alîkariyê bêne vekirin, lê tu aliyan ev berpirsiyartî ranekir. Siyasetên giştî yên cîhanî li dijî civakan e. Derengmayina vekirina deriyên alîkariyê jiyana mirovan di xeteriyê de hîştiye. Ger ev deriyên alîkariyê bêne vekirin wê nefeseke nû bide herêmên me û hemû herêmên Sûriyê.”