‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî di dîroka Îranê de xala werçerxê ye’

Jinên tevlî konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Îsveçê hat lidarxistin bûn axivîn û diyar kirin ku şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ di dîroka Îranê de xala werçerxê ye û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.

Navenda Nûçeyan- Komalên Azadiya Jinên Kurdistan (KJAR) li paytexta Îsveç Stokholmê di roja 20-21’ê Çileyê de konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ li dar xist. Beşdaran der barê konferansê de ji ajansa me re axivîn.

Wê tîmek nû ya xebatê were avakirin

Endama KJAR’ê Maryam Fathî diyar kir ku konferans gelek bi berhem derbas bûye û jinan biryarên girîng girtine û got: “Bi beşdariya jinên Kurd, Belûcî, Efgan û ji gelek welatên din konferans bi serkeftî bi encam bû. Der barê mijarên alternatîf û modela demokratîk de me pêşniyar kirin. Me der barê pêşeroja Îran û Efganistanê de dest bi avakirina tîmekê kir. Konferans ji aliyê KJAR’ê ve hat organîzekirin. Naskirina jinan girîng bû. Jin dixwazin hê zêdetir me nas bikin û bixebitin.”

‘Bal kişand ser yekitiya gelan’

Ji beşdarên konferansê rojnamevan Shiwa Qalouzî wiha got: “Ji welatên cuda jin beşdarî konferansê bûn û li Îranê zehmetiyên ku jin dikşînin di çarçoveyek berfireh de hat nirxandin. Pêşkêşiyên beşdaran xwedî naverokek dewlemend bûn. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emîna şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir. Ev şoreş di dîroka Îranê de bû xala werçerxê. Di heman demê de di konferansê de bal hat kişandin ser yektiya gelan.”

‘Di nava hemû jinan de ez piştevaniyê dibînim’

Aktivîsta siyasî û nivîskar Golrokh Ghobadî bal kişand ser biryardariya têkoşîna hevpar a  beşdarên ji gelên cuda û wiha got: “Konferansa jinan a Îranê û ya jinên Kurd jî di nav de ez beşdarî konferansên cuda bûm. Di vê konferansê de ez ketim ferqa yekitiya di nava gelên cuda de. Weke gelên Îran, Belûc, Kurd, Ereb û gelên din. Ên ku beşdarî konferansê bûne, bi pirsgirêkên gelê xwe ve û bal kişandin ser rehenda bêedaletiya ku rast tên. Di nava hemû beşdaran de ez sempatî û piştevaniyê dibînim.” Golrokh Ghobadî çavdêriyên xwe yên der barê konferansê jî anî ziman û got: “Li dijî gelên din min hîs kir ku têgînek mezin heye. Ev xaleke ku gelê Îranê nêzî hev bike ye. Yekitiya fikir û sempatiya me nîşan dide. Ev rewş di nava Îran û ji derve de piştî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêka yekitî û piştevaniyê ye.”