Îsrailê êrîşê Refahê kir: Bi dehan Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Îsrailê êrîşê bajarê Refaha Xezayê li sînorê Misirê ku weke herêma bi ewle dihat dîtin kir. Di êrîşê de bi dehan Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Îsrailê êrîşê bajarê Refaha Xezayê li sînorê Misirê ku weke herêma bi ewle dihat dîtin kir. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA; rayedarên nexweşxaneyên li Refahê diyarkirin ku di êrîşên Îsrailê de zêdeyî 100 kes hatin qetilkirin, bi sedan kesên birîndar jî gihane nexweşxaneyan. Wezareta tendirûstiya Xezayê ragihand ku di êrîşa Îsrailê ku tevahî şevê berdewam kir de 50 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Îsrail: 2 rehîne hatin rizgarkirin

Îsrailê ragihand ku piştî êrîşan, di encama serdegirtina bajêr de 2 rehîneyên Îsrailê rizgar kirin e. Servîsa îstixbarata Şîn Bet da zanîn ku bi oparasyona hevbeş li gel Yekineya Taybet ya Polîsan li Refahê, Fernando Simon Marman ê 60 salî û Louis Hare ê 70 salî hatine berdan. Berdevkê artêşê Avichay Adraee di daxuyaniya nivîskî  ku li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir de îfade kir ku; hêzên Îsrailê şevê din, oparasyona ku ji bo Hurr û Marman ên ku ji aliyê Hamas ve hatin revandin û li Refahê dihatin girtin destpêkirin bi serkeftî encam bûye.

Xaça Sor a Filistînê: Di êrîşan de malên sîvîlan hat hedef girtin

Xaça Sor a Filistînê eşkere kir ku êrîşên Îsraiêl li navenda bajarê Refahê dijwar bûne, di êrîşan de malên sîvîlan jî bûne hedef. Mudurê nexweşxaneya Kuveyt Suhayb el-Hıms bi bîrxist ku nexweşxane tejî birîndarên ku rewşa wan xeter e, dermanû serumên têrker nayê dîtin.

Derbarê êrîşa bejayî de daxuyanî dabû

Serokê Bergiriya Îsrail Yoav Gallant di daxuyaniya ku di 1’ê Sibatê de di dema ziyareta yekineyên Îsrail li herêma Xan yûnisê ya Zîvala Xezayê dayî de gotibû êrîşên bejayî, wê bibin bajarê Refah ku li sînorê Misir cih digre. Serokê Îsrail Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya di 4’ê Sibatê de dayî îşaret bi wê yekê kiribû wê li dijî bajarê Refahê êrîşa bejayî bidin destpê kirin.

Her wiha di daxuyaniya ku di 9’ê Sibatê de ji aliyê Ofîsa serokatiya Îsraîlê ve hate dayîn de hatibû diyarkirin  ku Serokê Îsrail Binyamin Netanyahu ferman daye ku artêş û teşkilata ewlehiyê, wê li başûrê Zîvala Xezayê êrîş pêkbîne û 1,5 milyon mirovên Filistînî ku xwe sipartine ji bo ji cihê xwe derbikevin fermana divê plana pêwîst were amadekirin.