Îran û Rojhilat gel li dijî darvekirinan tevahiya şevê li kolanan bû

Malbatên 4 girtiyên ku ji bo înfazê sewqî Girtîgeha Qezalhasarê hatin kirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li gelek bajaran gel daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Malbatên 4 girtiyên ku ji bo îdamkirina Îranê sewqî Girtîgeha Qezalhasarê hatibûn kirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li gelek bajaran jî gel daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan. 

Welatiyên ku li gelek bajaran bi taybet li Îsfehan, Tehran, Kerec, Zahîdan û Meşhedê daketin qadan bi dirûşmên “Bimre dîktator”, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”, “Em ê feqîrî û buhabûnê bin bixin”, “Bimre îdamê”, “Bimre Xamineyî” bi vêxistina agir li kolanan çalakî li dar xist.

Herî kêm 4 girtiyên bi navê Seîd Gravand, Şahab ​​Gravand, Semad Gravand û Huseyîn Gravand ji bo bên îdamkirin sewqî Girtîgeha Qezalhasar a bajarê Karazê hatin kirin. Tê payîn ku girtiyên di hucreyên yek kesî de dê bên îdamkirin.

Piştî malbatan hîn bûn ku girtî ji bo înfazê hatine şandin, hatin pêşiya girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.