Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinan peyama 8'ê Adarê da
Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek da û ji bo jinan peyam da ku li dijî her cure dagirkerî, qirkirin û tundiyê di nava hevgirtinê de bin.
Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ji bo 8'ê Adarê de ev roj li jinên li seranserê cîhanê li ber xwe didin û di girtîgehan de hat pîrozkirin, sersaxî ji xizmên welatiyên ku di erdheja li Tirkiye, Sûriye û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane re hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku zêdetirî sed sal berê li tevahiya cîhanê 8'ê Adarê hatiye pîrozkirin, bal hat kişandin ser dîroka 8'ê Adarê û wiha hat gotin: “Dengê têkoşîna jinan bi dengekî ku qadan paqij dike bilind dibe. Rojeke ku di sala 1857’an de li New Yorkê komek karkerên jin ên di febrîqeya tekstîlê de li dijî kêmbûna mûçe û başbûna şert û mercên xebatê xwepêşandan kirin û di encama şewata kargehekê de 129 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane ye. Jinên fabrîqeya tekstîlê dîrokekî ku bû wesîle li hemû cîhanê hevgirtina jinan çêbibe mîras hişt, bi sed hezaran jin bi daxwaza kêmkirina saetên kar û başkirinê daketin qadan. Jinan di tevahî dîrokê de li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê daxwaza mafên xwe kirin.”
'Divê têkoşîna azadiya jinê bê xurtkirin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê li hemû welatên Rojhilata Navîn û li hin welatên parzemîna Asyayê, li her çar parçeyên Kurdistanê, Filistîn, Tûnis, Sahraya Rojava, Misir, Îran û Afganîstanê têkoşîn û lêgerîna azadiya jinan bê xurtkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin di ferqa newekheviya zayendî de ne û wiha hat gotin; "Jin dizanibûn ku faşîzm, neteweperestî û emperyalîzm bi polîtîkayên kedxwariyê ve girêdayî ye û ev agahî nebû sedem ku tenê di 8'ê Adarê de têbikoşin, bû sedem di tevahî jiyana xwe de ji bo azadiya civakê têbikoşin.”
'Dirûşma Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê deng veda'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê ku bû çirûska serhildana bi dirûşma "Jin jiyan azadî." Serhildana ku li dijî rejîmên faşîst hat destpêkirin û hat diyarkirin ku vê dirûşmê li seranserî cîhanê deng veda.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hevgirtin hebe û mekanîzmayên parastinê bên misogerkirin û ev bang hat kirin: "Li seranserê cîhanê li cihên ku têkoşîna femînîst û pêşengên jin tên hedefgirtin, metirsiyên cidî hene. Ji bo vê divê bi her awayî li dijî dagirkerî, qirkirin û tundiyê di nava hevgirtinê de bin û ji bo misogerkirina ewlekarî, aştî, edalet û azadiyê xwe birêxistin bikin, têkiliyên xwe xurt bikin û têkoşîna xwe û berxwedana xwe bilind bikin.”