Êrîşên nîjadperest ên li Kayseriyê dest pê kirin li gelek bajaran belav bûn

Êrîşên nîjadperest ên ku bi îdiayên tacîzê li Kayseriyê dest pê kirin, duh bi şev li gelek bajaran belav bûn. Ji ber êrîşên nijadperest, Sûriyeyî nikarin ji malên xwe derkevin.

Navenda Nûçeyan - Di êvara 1’ê Tîrmehê de li gelek bajaran bi hinceta bûyerên li Bakurê Sûriyeyê û îdiaya destdirêjiya li Qeyseriyê xwepêşandan û êrîşên nijadperestî yên li dijî Sûriyêyî hatin kirin.

Edene

Li taxên Kocavezîr û Mîrzaçelebî yên navçeya Seyhana Edeneyê, esnafên Sûriyeyî li dijî êrîşên nîjadperestan kepçeyên xwe venekirin. Komek bi motorsîkletan bi alayên Tirkiyeyê ketin taxên Kocavezîr û Mîrzaçelebî û xwestin konvoyê çêkin. Polîsan destûr nedan kom bikevin taxê. Koma nîjadperest bê navber siloganên "Em Sûriyeyiyan naxwazin" berz kirin û li taxên cuda yên bajêr geriyan.

Hate hînbûn ku Sûriyeyiyên li taxan dijîn li hemberî xeteriya êrîşê xwe li malên xwe girtin.

Hatay

Li navçeya Reyhanliya Hatayê ya li ser sînorê Sûriyeyê di saetên êvarê de li Bazara Çarşambayê ku esnafên Sûriyeyî lê ne, hin kesan êrîşî esnafan kirin. Sûriyeyî kepengê xwe xwe girtin û çûn malên xwe. Lê girse saet derdora 21.00’an de bi alayên Tirk li ber Şaredariya Reyhanliyê kom bû û bi qîrîna dirûşmeyên nîjadperest dikanan şewitandin. Li ber şaredariyê TOMA û polîsên çewîk hatin bicihkirin, gelek kolanên ku diçin şaredariyê ji trafîkê re hatin girtin.

Li aliyê din êrîşên ku li Reyhanliyê dest pê kiribûn derbasî Kirikhanê bûn.

Riha

Li navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê komên nijadperest êrîşî esnafên aîdî Sûriyeyî kirin.

Konya

Li Sakarya Navçeya Konyayê li dijî sûka Sûriyeyê êrîşek hat kirin.

Dilok

Piştî dîmenên hatin parvekirin ku îdîa dikin ji Bakurê Sûriyeyê tên, komek qelebalix a li Dîlokê ku alayên Tirk di destên xwe de hilgirtin, bi dirûşmeyan li nava bajêr meşiyan, êrîş li maşîna Sûriyeyê hat kirin û êrîşkaran bi daran li taxên ku Sûriyeyî lê dijîn meşiyan.

Stenbol

Li Sultanbeyliya Stenbolê komek kes daketin kolanan û li dijî Sûriyeyî dirûşm berz kirin.

Bursa

Polîsan mudaxeleyî koma li Taxa Çarşamba ya Bursayê ya ku Sûriyeyî lê zêde dijîn meşiyan kir.