Jinên Yemenî: Pêdiviya me bi piştgiriya lezgîn heye

Li Yemenê hem ji ber barana bi şîdet hem jî şerê navxweyî yê berdewam dike jinên ku ji warê xwe bûne diyar kirin ku li kampên dimînin ‘bê kon’ dijîn û diyar kirin ku pêdiviya wan bi piştgiriya lezgîn heye.

HALA AL-HAŞIDÎ

Yemen – Li Yemenê ku yek ji welatên herî xizan ê cîhanê ye; di şerê ku di navbera hikumetê û Hûsiyan de 10 in didome de 377 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şerê navxweyî û karesatên xwezayî, krîza mirovî her diçe belav dibe. Hem ji ber şer, hem jî ji ber karesatên ku di Îlona Îlona 2022’yan û lehiyên ku Tebaxa 2023’yan de çêbûn, herî zêde li ser jin û zarokan bandor dike.

‘Em ji hemû mafên xwe bêmaf dijîn’

Jinên ku hem ji ber şer, hem jî ji ber lehiyên ku rabûn malên wan rûxiyane, li kampên ku dimînin, ‘be kon’ di mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Yek ji jinên ku ku li kampan dimîne Nima Abdullah, got ku ji ber şer di nava kaosek de ne.

Nima Abdullah diyar kir ku melzemeyên bingehîn ên ku pêdiviya wan pê heye jî tune ye û wiha domand: “Merc gelek xirab in. Ji ber baranê ne nivîn dimînin ne jî cihekî em lê bimînin. Di van mercên xirab de em ji hemû mafên xwe bêpar in. Bedelên şer û koçberiya ku ji ber çêbû gelek giran in.” Nima Abdullah diyar kir ku ji ber baranê li kampan mercên wan zehmet dibin û got: “Cihekî em lê bimînin tune ye.”

‘Pêdiviya me piştgiriya lezgîn heye’

Malak Sarhan a ku li kampan dimîne jî jî got ku ji ber barana dijwar, rewş li kampan gelek xirab û hewl didin bijîn. Malak Sarhan got ku cihekî lê bimînin tune ye û wiha got:

“Em diwestin, nexweş dikevin, rewşa me pir xirab e. Ji bo em bi van mercan re derkevin serî pêdiviya me bi piştgiriya lezgîn heye. Baran nasekine û cihekî em lê bimînin tune ye. Em di germahiya havînê de di nava bêçaretiyê de dijîn û em nizanin dê ev tengasî çawa bi dawî bibe.”