Navenda Emel li dijî madeyên hişbir têdikoşe

Navenda dermankirina hişbirê ya Emel li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû xizmetên tenduristî û dermanan her wiha piştgiriya derûnî dide kesên rûbirûyî hişbirê hatine.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Gelek welatên cîhanê yên hegemon hişbirê wek amûrek şerê taybet li ser civakê, bi taybetî jî li ser ciwanan bi kar tînin. Bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêlaka êrîşên leşkerî ve dewleta Tirk ji bo şoreşê têk bibe her rêbaza şer bi kar tîne. Yek ji wan rêbazan jî şerê taybet e û hişbir jî amûrek şerê taybet ê sereke ye.  Gelek tevger û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo van polîtîkayên dewleta Tirk vala derxin gelek xebat û kampanyayan dane destpêkirin.

Navenda Emel a di 1’ê Gulana sala 2024’an de hatiye vekirin, bi taybetî ji bo dermankirina kesên madeyên hişbir bi kar tînin û nexweşiyên derûnî kar dike.

Rêvebera navenda Emel a dermankirina hişbirê û nexweşiyên derûnî ya li kantona Reqayê ya herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Nasîf diyar kir ku navendê rewşên madeyên hişbir û kiryarên derexlaqî kêm kiriye.

‘Diyardeya belavbûna madeyên hişbir gelekî zêde û belav bûye’

Rêvebera navenda Emel Rîm Nasîf wiha dest bi axaftina xwe kir: "Navend, bi taybetî bi kesên têkiliya wan bi madeyên hişbir û alkolê re heye dixebite. Her wiha nexweşên alzeîmerê jî lê tên dermankirin. Li kêleka wê jî nexweşên derûnî jî tên dermankirin. Di demên dawî de diyardeya belavbûna madeyên hişbir gelekî zêde belav bûye û dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ji ber wê divê rê li ber vê yekê bihata girtin. Niha ev navend ciheke bi parastin û baldariyeke mezin nexweşan derman dike.

‘Beşek taybet ji bo jinan heye’

Rîm Nasîf der barê sedema binavkirina navenda Emel ango Hêvî de wiha got: "Me xwest bi riya vî navî nameyekê bigihîjînin civakê ku hêvî heye nexweş derman bibin. Ji ber ku bi dermankirina rewşa wan civakeke exlaqî ava dibe û nifşên pêşerojê tên parastin.” Rîm Nasîf der barê sedemên belavbûna madeyên hişbir li herêmê û bi taybetî di nava ciwanan de wiha got:

“Şere li herêmê gelek pirsgirêk bi xwe re anî mîna xirabûna rewşa aborî, bêkarî û tunebûna perwerdeyê. Ev hemû bandoreke neyînî li fikrên ciwanan kir. Gelek ciwanan berê xwe dan bikaranîna madeyên hişbir. Jinên herêmê di gelek zehmetiyan re derbas dibin. Gelek jin jî rûbirûyî tundiyê tên ji ber wê ji bo ji rastiya ku tê de dijîn birevin berê xwe didin bikaranîna madeyên hişbir. Carna jî jin di bin zextên malbata xwe de madeyên hişbir bikar tînin. Ji bo werin dermankirin û taybetiyên wan werin parastin me beşek taybet ji bo jinan vekir.” 

‘Divê bi taybetî ciwan li hemberî hişbir şiyar bin’

Rîm Nasîf  di berdewamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku rûbirû dimînin kir û wiha pê de çû: “Hinek rewşên nexweşan hene gelekî zehmet in ji ber vê nexweş naxwazin derman bibin û dest ji madeyên hişbir berdin. Em gelek zehmetiyan di qanihkirina wan de dikşînin ji bo xwe derman bikin. Lê bi awayê danûstandinê ya tîma derûnî ya taybet û bi alîkariya malbatê em dikarin nexweş bidin qanihkirin ji bo serdana navendê bike. Dema dermankirinê di navbera hefteyek heta du hefteyan de ye piştre nexweşê ku hatiye dermankirin ji her 3 mehan carekê serdana navendê dike ji bo li rewşa xwe ya derûnî û fîzîkî binere. Jin di proseya avakirina civakan de bingeh in. Ji ber wê divê gel hişyar bikin û li hemberî hemû tiştên ku civakê xirab dikin bisekinin. Her wiha divê ciwan bi taybetî şiyar bin û bi metirsiya bikaranîna madeyên hişbir bizanibin."

‘Li hemberî belavbûna madeyên hişbir bisekinin’

Rîm Nasîf  wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em ji bo hinek nevandan li Hesekê, Qamişlo û Minbicê vekin amadekariyan dikin. Ez bang li hemû ferdên civakê dikim ku li hemberî belavbûna madeyên hişbir bisekinin û kesên di vê riya şaş de dimeşin şiyar bikin. Her wiha divê kesên madeyên hişbir bi kar tînin berê xwe bidin navendê û zirarên ku ev made bi xwe re tînin bizanibin."