‘Tecawiza li dijî jinan bûye rêbazeke şerên hegemonîk’

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê Sedîqe Xilo li ser tecawiza ku di şer û pevçûnan de li dijî jinan tê kirin got: “Di şeran de jin di her warî de ziyanên mezin dibînin, bi taybetî jî tecawiz weke çekê li hemberî jinan tê bikaranîn.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di şer û pevçûnên de, di her warî de rêbazên derexlaqî tên bikaranîn. Li gorî zagon û hevpeymanên navdewletî divê ku şerên pêk tên xwedî rêgez û pîvan bin lê ev yek di şerên di roja îro de tên jiyîn de pêk nayê. Lewre em dibînin ku rêbazên qedexe ku tu pîvanên mirovî di nav wan de tune ye, bikar tên. Yek ji wan jî Ji va tecawiza li dijî jinan e.

Tecawiz çekek ne diyar a ku ji aliyê pergala mêr-dewletê ve li hember jinan tê bikaranîn e. Di pevçûnên ku li seranserê cîhanê rû didin de, jin rastî tecawizê tên.

Di vê çarçoveyê de berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê Sedîqe Xilo ji me re nirxandin kir.

‘Aloziyên heyî bi xwe re pirsgirêkên mezin tînin’

Sedîqe Xilo bi balkişandina ser bandora şeran li ser jin û zarokan dest pê kir û wiha got: “Di tevahî qonaxên dîrokê de şerên ku pêk hatin di asta yekem de talan û wêrankirina civakê esas girtine. Bi taybetî jî di van bûyeran de her dem zarok weke qurbaniyên yekem ên van şeran hatine pênasekirin. Di aloziya Sûriyeyê de û bi giştî şerên li Rojhilata Navîn diqewimin de ku weke Bihara Ereban hat binavkirin, ji her kesê zêdetir jinan ziyanên mezin dîtin. Jin di hemû waran de aloziyên mezin dijîn, mal, pêşeroj û hwd. wêran bûn. Ev şerên di navbera hêzên hegemon de di jiyana jinan de guhertinên neyînî yên mezin dan avakirin ku heta em dikarin weke krîz bi nav bikin.”

‘Tecawiza xirabtirîn sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Sedîqe Xilo li ser tecawiza li dijî jinan got: “Tundî gelek rêbazên wê hene lê bi taybetî tecawiz û tundiya zayendî ji bo jinan gelek cuda ye. Tecawiz bi jinan re şikestin, bêbawerî û bêhêvîbûnê ava dike. Mixabin yek ji rêbazên êrîşan ku zêde li dijî jinan tê bikaranîn tecawiz e. Di şeran ango di jiyanê de jî bûyerên tecawizê her dem diqewimin. Ji bo vê jî em bala xwe bidinê, dema êrîşeke bi armanca dagirkeriyê pêk were, yekser ew dever ji jinan û zarokan tê valakirin da ku ev bûyer neyên jiyîn. ”

‘Divê bûyerên tecawizê werin teşhîrkirin’

Sedîqe Xilo axaftina xwe bi hişyarkirina jinan di warê xweparastinê de bi van gotinan bi dawî kir: “Tecawiz ew bûyer e ku bê vîn û daxwaza kes, bi zorê, ketina têkiliya zayendî ye. Dema jin vê bûyerê dijîn, hem ji aliyê kesê tecawizkar ve hem jî ji aliyê civakê ve rastî êrîş û tundiyê tên. Ev bûyer ne tenê bi dever ango welatekî re sînordar e, berovajî wê jin li kîjan erdnîgariyê bijîn rû bi rû yê heman hişmendiyê tên. Bi taybetî jî di êrîşên hêzên hegemon ên li hemberî hev de, ev bûyer bi rengekî zêdetir tên jiyîn. Ji bo vê jî em dibînin piraniya jinên ku rastî tecawizê tên, ji ber ku dizanin wê helwest û nêrîna malbat û civakê çi be, bêdeng dimîn û bûyerê vedişêrin.

Mekanizmayên xweparastinê

Jinên ku di war zextên hişmendiya mêr-dewletê de têghîştî ne; divê mekanîzmayên xweparastinê bizanibin. Em weke Jineolojî, bi rengekî cuda li vê mijarê dinêrin û dinirxînin. Ji bo ji holêrakirina van bûyeran û nêrîna civakê ya der barê tecawizê de biguhere divê ev bûyer werin eşkerekirin û tecawizkar teşhîr bibin. Li şûna werin veşartin divê werin ragihandin. Ji ber ku  tecawiz, bûyereke wisa ye ku ji pîvanên mirov, exlaqî û çandî hemû binpê dike. Lewre divê jin werin parastin û tecawizkar cezayên xwe bibînin ku ev jî bi riya têkoşîna jinan pêkan e.”