Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 953

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê dewam dikin de mirin jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 953.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên 271 rojan ên li ser Xezayê  daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve 3 qetlîam hatin kirin û di êrîşan de 28 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 125 Filistînî jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê da hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 953 û hejmara birîndaran jî bû 87 hezar û 266 û hat bibîrxistin ku hêjî cesedên di bin xirbeyan û li kêleka rê hene.