MKG: Darizandina 22 rojnamevanan berdewam dike

MKG rapora xwe ya meha hezîranê ya binpêkirina mafê rojnamevanên jin eşkere kir. Di raporê de wiha hate gotin: “Darizandina 22 rojnamevanan berdewam dike, li gel qedexeya derveyî welat 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnamevanekê hate bîrin.”

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha hezîranê eşkere kir. Li gor raporê niha 7 jinên rojnamevan girtî ne. Komeleyê got ku darizandin û cezakirina rojnamevanan a di meha hezîranê de jî dewam kir. Di vê mehê de jî rojnamevan li qadan hatin astengkirin û binçavkirin.

 Di berdewamiya raporê de ev tişt hate gotin:

“Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê demeke dirêj e di bin zextên curbecur de ye. Desthilat, ji bo rojnamevanên muxalîf bêdeng bike serî li rêbazên cuda dide. Di meha hezîranê de êrişên fîzîkî yên li dijî rojnamevan û binçavkirinan bal kişandin. Di meha hezîranê de jî şopandina nûçeyan a rojnamevanan hate astengkirin, bi êrişê rû bi rû man. Bi taybet di çalakiyên şermezarkirinê de bi mudaxaleya polîsan ev binpêkirin zêdetir derketin pêş.

Jinên rojnamevan zêdetîr rastî êrişan hatin 

Jinên rojnamevan di heman demê de ji ber zayenda xwe hîn zêde bi zext û cihêkariyê rû bi rû dimînin. Em dikarin mînaka rojnamevan Esra Solîn Dal bidin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî li ser nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hat ferzkirin. Esrayê der barê ferzkirina lêgerîna tazî de gilî kir lê belê ji bo vê serlêdanê biryara neşopandinê hat dayin. Ev mînaka herî berbiçav a polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Di meha hezîranê de 7 jinên rojnamevan di girtîgehê de hatin ragirtin. Tim gef li jinên rojnamevan tê xwarin, ev yek dibe sedema gefxwarina li ewlehiya wan a derûnî û fîzîkî.

 Rojnamevan rastî tundiya polîsan hatin

Li dijî biryarên tayînkirina qeyûman li Amed û Colemêrgê di dema çalakiyan de polîsan mudaxaleyî rojnamevanan kirin. Tundî li wan hat kirin û hatin astengkirin. Ev yek nîşan dide ku desthilat di nava hewldana bêdengkirina nûçeyên rexneyî û çalakiyên şermezarkirinê de ye. Li dijî tayînkirina qeyûmê li Colemêrgê a di 3'yê hezîranê de li Amedê çalakiyên şermezarkirinê hatin li darxistin. Di çalakiyan de rojnamevanên ku çalakî dişopandin bi tundiya polîsan rû bi rû man. Di meha hezîranê de jî rojnamevan hatin cezakirin û darizandina gelek rojnamevanan jî didome.

Li rojnamevanan ceza hate birîn

Herî dawî, ji ber doza ku jê dihatin darizandin nûçegîhanên ajansa JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznur Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin û Mehmet Gunhan derketin dadgehê. Rûniştina biryarê ya dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Habibe, Ceylan û Mehmet de bi hinceta "ji sûcên hatin kirin delîl nehatin bidestxistin" biryara beraetê da. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bêrîvan, Selman, Dîren, Emrûllah, Hakan, Oznur, Denîz û Zemo birî. Ev biryar asta biryarên darazê yên gefê li azadiya çapemeniyê dixe, nîşan dide. 

Rapora MKG'ê nîşan dide ku li Tirkiye zextên li hember jinên rojnamevan û li hember azadiya çapemeniyê gihaştiye asteke cidî. Hewldanên desthilatê yên ji bo bêdengkirina çapemeniya rexneyî û azad di aliyê mafên mirovan û nirxên demokratîk de gefxwarinek mezin e. Polîtîkayên bêcezahiştinê û sepanên cihêkar ên li ser jinên rojnamevan zirarê dide têkoşîna wekheviya zayendî.

Ji bo azadiya çapemeniyê bê parastin û ji bo her cure zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bibin divê di aliyê qada neteweyî û navneteweyî de gavên xurt bên avêtin. Avakirina qadeke ji bo rojnamevanan bi awayekî azad karê xwe lê bikên girîng e. Ev yek ji kevirê bingehîn ê civakeke demokratîk e. Parastina van mafan berpirsiyariya hemû civakê ye. Têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya li hember jinan ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya çapemeniyê girîng e. Li ser vê yekê ji bo serdestiya hiqûqê derkeve pêş û binpêkirina mafên rojnamevanan bêceza nemîne divê mekanîzmayên bi bandor bên avakirin.

 Rojnamevanên hatin girtin 

* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê

* Elîf Ersoy - Berpirsa Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê

* Hatîce Duman - Midûra Karên Nivîsan û xwediya Rojnameya Atilimê

* Ozlem Seyhan - Rojnamevan

* Tulay Canpolat - Nûçegihana rojnameya Sabahê ya Enqereyê

* Selamet Turan – Rojnamevan

* Ozden Kinik - Xebatkara TRT’ê ya berê.”