‘Li dijî zewaca zarokan hişyarî divê’

Parêzer Aştî Abdullah bal kişand ser zewaca zarokan a her ku diçe zêde dibe û got ku li dijî vê yekê hişyarî divê.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebce – Bi zewaca zarokan a li herema federal a Kurdistanê zêde dibe kuştinên jinan û tundiya li ser jinan jî zêde dibe. Parêzer Aştî Abdullah ku li dadgeha Helebceyê parêzeriyê dike derbarê zewaca zarokan de axivî û bal kişand ku sedema sereke ya pirsgirêkên jin bi giranî dijîn û hevberdana di navbera jin û mêr de çêdibe ev diyarde ye.

Aştî Abdullah ev tişt got: “Sedemên vê jî bikaranîna medyaya dîjital e ku dem nadin hev û her dem bi medyaya dîjîtal re mijûl dibin. Ji ber wê jî li gel kesên ku nas nakin diaxivin û piştre ev yek dibe îxanet. Çend hevjîn hene ji ber tunebûna zarok hev berdidin. Ji ber civak û derdor pê diaxvin û rexne dikin, neçarî hevberdanê dikin. Hinek caran jî destwerdana sêyem di pirsgirêkên civakê de dibin sedema hevberdanê.”

‘Divê hikumet û aliyên pêwendîdar çareseriyê bibinîn’

Aştî Abdullah destnîşan kir ku divê di zewacê de ji bo jin û mêr plana pêşerojê hebe û di aliyê fikir de were amadekirin û der barê jin û mêr de werin hişyarkirin û got: “Lê belê tunebûna planên bi vî awayî li Helebceyê bûne sedema pirsgirêkên malbatê û hevberdana hevjînan. Divê hevjîn rêzê ji hev re  bigrin, di dema pirsgirêkek derket de hewldana çareseriyê bidin, pirsgirêkê mezin nekin. Ya girîng ew e ku jin erk û mafan ji hev cuda bikin, hişyariya wan der barê zagon û mafên wan de hebe.”