Ew bi keça xwe re mil bi mil di meşê de cihê xwe digre!

Songul Demîr a ku bi keça xwe ya 12 salî re ji Tekîrdagê hat û beşdarî ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya ku wê ji Wanê heta Colemêrgê bidome, wiha got: “Wê gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ji bo parastina vê îradeyê li vir in.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan - Ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes li Wanê di ‘Meşa rêzgirtina li îradayê’ de hatin cem hev. Meşa ku wê 6 rojan bidome, piştî daxuyaniya li Wanê hat dayîn dest pê kir. Armanca meşa ku mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund bê ziyaretkirin, bi gel re bi hev re têkoşînê berfireh kirine.

Girseya gel di 3’ê Tîrmehê de li Wanê li hev civiya û piştî daxuyaniya çapemeniyê ya bi dirûşmeyên ‘Qeyûm derkeve’ bi gel re dest bi meşê kir. Meşê li navçeya Gurpinarê berdewam kir.

Heyet wê her roj 30 kîlometre bimeşe

Meşa ku dê heta Colemêrgê 6 rojan bidome, sibê saet di navbera 08.00-12.00 û danê nîvro saet 16.00-20.00’an wê bê lidarxistin. Heyet ji derveyî bêhnvedana nîvroyê navberê nade û armanc dike ku her roj 30 kîlometre bimeşe. Rawestgeha din a heyeta ku êvara roja ewil li Gurpinarê ma, wê navçeya Başkale be. Di nava heyetê de girseya jin û ciwanan ku tevî meşa bi saetan jî ji coşa xwe tawîz nedan, balê dikişîne. Heyeta ku ji sedan kesî pêk tê bi dirûşma “Qeyûmê diz, ji Kurdistanê derkeve’ meşiyan, ji 7 salî heta 70 salî her kes di meşê de cih girt.

Ew bi keça xwe re mil bi mil di meşê de cihê xwe digre!

Yek ji van kesan jî Nurbanur a 12 salî ye ku bi dayîka xwe re beşdarî meşê bû. Dayîka Nurbanur, Songul Demîr a ku ji Tekîrdagê hat Wanê û bi biryar e ku bi dayîka xwe re mil bi mil meşa heta Colemêrgê bidome, diyar kir ku ji bo îradeya gelê Kurd bi hezaran kîlometre hatine, lê bêzar nebûne. û dibêje: “Ya ku hêzê dide me baweriya me ya têkoşînê ye.”

Songul Demîr, anî ziman ku piştî tayînkirina qeyûm li her qadê bertekên xwe anîne ziman û bêyî ku deqeyekê bifikire tevlî meşê bûne, herwiha diyar kir ku piştî mîtînga Stenbolê derketin rê û piştî rêwîtiya 5 rojan xwe gihandin navenda Wanê û li vir bi awayekî bi heybet dest bi meşê kirine û destnîşan kir ku ew pir bi kelecan e û wekî jin çi ji destê wan tê wê bikin ji bo ku qeyûm bişînin.

‘Ji bo ku van dagirkeran bişînin em ketin ser rê’

Songul Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêwîtiya me ya ku me bi dirûşmeyan dest pê kir bi dirûşmeyan didome. Wê ev meş bi rojan bidome, lê yek ji me nîşanên westandinê nadin. Keça min pir dixwest bi min re were. Min jî destê wê girt û em hatin. Bi gotina ‘Tu westiyayî, ez ne westiyame’ moralê dide min. Me got wê li Wanê bimîne, lê nexwest bimîne. Li vir em bi hev re dimeşin û bi hev re dirûşmeyan berz dikin. Em qeyûmên ku tayînî îradeya gelê Kurd û nûnertiya jinan hatine kirin qebûl nakin. Ji bo ku van dagirkeran bişînin em ketin ser rê. Ti niyeta me tune ku em bêyî şandina wan ji vir biçin.”

‘Em ê coşa meşa xwe heta navenda bajêr bibin’

Songul Demîr, anî ziman ku ew weke jin hem ji bo pêşeroja xwe û hem jî ya gelê Kurd beşdarî vê meşê bûye û got: “Tayînkirina qeyûm li şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî de bi ser ketine, ne mirovî û ne jî hiqûqî ye. Ji ber ku em van pêkanînan qebûl nakin em li vir in. Di tevahiya vê meşê de em ê biqîrin ku em van qeyûman qebûl nakin. Wê gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ji bo parastina vê îradeyê li vir in. Di van 6 rojan de em ê ji qeyûman re biqîrin ku em wan naxwazin. Ji bo edaletê em ji Tekîrdagê hatin Colemêrgê. Di dawiya 6 rojan de jî em ê vê coşê bigihînin navenda bajêr. Ez ji vir bang li hemû gel dikim; Bila her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Werin em van qeyûman qebûl nekin û rê li ber wan venekin. Hiqûqa ku li herêmên din tê sepandin, divê li Colemêrgê jî were sepandin.”