Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdevam dikin

Piştî agribesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de artêşa Îsraîlê bi dehan malan hemwext bombebaran kir. Hat diyarkirin ku rewşa mirovî ya li heremê di asta felaketê de ye.

Navenda Nûçeyan – Piştî bidawîbûna agirbesta demkî ya navbera Îsraîl û Hemasê di 1ê Kanûnê de, artêşa Îsraîlê careke din dest bi êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê kir. Di êrîşên ku sivîl jî hedef girtin de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a El-Bureyj a li navenda Zîvala Xezayê kir hedef û di encamê de 9 kes ku piraniya wan zarok û jin bûn, jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser maleke malbata Azzum a li bajarê Refahê ya Zîvala Xezayê de herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Kesên di bin xirbeyan de mane hene

Hate diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji maleke li kêleka mala hedefgirtinê ne û şêniyên xaniyê hilweşiyayî jî di bin xirbeyan de ne. Ji ber kêmasiya tîmên parastina sivîl û hedefgirtina wan, gelek kesên di bin xirbeyan de mane, bi derfetên gelekî kêm ji bin xirbeyan tên rizgarkirin.

Qamp jî hatin hedef girtin

Di êrîşên topbaran Îsraîlê yên li dijî herêmên niştecihbûnê yên li bajarokê Deyr el-Belah li navenda Zivala Xezayê de gelek kes mirin û birîndar bûn. Her wiha di êrîşên li ser Wargeha Penaberan a Nuseyrat a navenda bajêr û Taxa Ed-Durcê ya li başûrê bajêr de kuştî û birîndar hene. Her wiha hêzên Îsraîlî guleyên ronahiyê avêtin bajarê Xan Yûnis û êrîşî malên li herêmê kirin.

'Ji sedî 80'ê alavên rizgarkirinê hatin rûxandin'

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn der barê wesayîd û ekîbên Parastina Sivîl û Alîkarî û Rizgarkirinê yên Lezgîn ên di êrîşên Îsraîlê de hedef hatin girtin de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di êrîşên li ser Xezayê de ji sedî 80’ê wesayîdên parastina sivîl û amûrên rizgarkirinê îmha kirin û ji ber vê yekê jî bi derfetên kêm xebatên xilaskirina kesên di bin xirbeyan da hatin kirin.

‘Bi dehan mal hemwext hatin bombebarankirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber Îsraîl piraniya wesayîdên rizgarkirinê hedef girtine û îmha kirine û di wesayîdên mayî de jî kêmbûna sotemeniyê nikarin xwe bigihîjînin cihê qetlîamê û ji ber van bêderfetiyan bi hefteyan hin xirbe nikarin bên rakirin û cenaze nehatin rakirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa mirovî ya li herêmê gihîştiye asteke felaketê û hat ragihandin ku artêşa dagirker bi dehan mal bi awayekî hemwext bombe kirine û wiha hat gotin: "Hêzên dagirker û civaka navneteweyî bi taybetî rêveberiya DYA'yê bi nûnertiya Serokê DYA'yê Joe Biden û Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken berpirsiyarên vê qetlîamê ne ku destûr dane Îsraîlê.

Ji cîhana Îslamî  banga ‘Xezayê xelas bikin’

Di daxuyaniya ku tê de ji hezar kamyonên ku alîkarî û malzemeyên barkirî û milyonek lître sotemenî tê de hat xwestin ku rojane derbasî herêmê bibin da ku di vê qetlîamê de xebatên rizgarkirinê bên kirin, bang li alema Îslam û Ereban hat kirin ku beriya dereng be Xezayê rizgar bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo rizgarkirina bi deh hezaran nexweş û birîndarên ku di êrîşên qirkirinê yên Îsraîlê de êşa herî giran kişandine, pêwîstiya lezgîn bi nexweşxaneyên meydanî yên tibî heye û hat destnîşankirin ku divê birîndarên giran rakin nexweşxaneyên welatên Ereb.

‘Hewceyî bi sedan wesayîdên berevaniya sivîl û alavên rizgarkirinê heye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo rakirina kesên di bin xirbeyan de mane û ji ber hilweşîna bi sed hezaran xanî, dibistan, nexweşxane, kolan û kuçeyan, bi sedan wesayîdên berevaniya sivîl û alavên rizgarkirinê hewce ne û hat diyarkirin ku Xeza xwîn digirî, her roj bi lez ber bi mirinê ve diçe, Belkî cîhan vê peyamê dema ku derbas bû fêm bike.

Mahmûd Abbas: Em nahêlin ku Neqba dubare bibe

Serokê Filistînê Mahmûd Abbas di civîna serokatiya Filistînê ya ku li baregeha serokatiyê ya li Ramallahê hat lidarxistin de axivî. Mehmûd Ebas got ku ew bi gelê Filistînê re di têkoşîna azadî û serxwebûnê de bi biryardarî li ber xwe didin û wiha got: “Em ê li hemberî van bûyeran teslîm nebin û çok daneynin. Çi dibe bila bibe, berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê destûrê nedin ku Neqbaya Filîstîne ya sala 1948’an dubare bibe.

‘Şerê qirkirinê û planên sirgûnkirinê berdewam dikin'

Mahmûd Abbas ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Bîden xwest ku berpirsiyariya zexta li Îsraîlê bike da ku êrîşan bi dawî bike.

Mehmûd Abbas destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji nû ve dest pê kirine, heman êrîş li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û Qudisa Rojhilat a paytexta Filistînê berdewam dikin û şerê qirkirinê û planên dersînorkirinê yên tund ên li dijî gelê Filistînê berdewam dikin.

'Armanca me ya sereke rawestandina êrîşan e'

Mahmûd Abbas diyar kir ku di pêkanînên hikumeta Îsraîlê yên faşîst gihîştiye asta herî jor û hişyar kir ku ger civaka navdewletî hewl nede destwerdanek çêker û bi bandor pêk neyne dê bûyer bigihîjin asteke ku nikaribin çareser bikin. Mehmûd Abbas diyar kir ku armanca yekem rawestandina êrîşan bi awayekî mayînde û ewlekirina hemû pêdiviyên mirovî yên gelê Xezayê ye. Mahmûd Ebas destnîşan kir ku Xeza beşeke bingehîn a Filistînê ye û destnîşan kir ku hemû pêşniyarên çareseriya siyasî divê tevahiya axa Dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Quds e bigre nava xwe û diyar kir ku çareseriyên leşkerî ewlekarî, aştî û îstîqrarê bi xwe re neaniye û nayne jî.

Agirbesta demkî 1 ‘ê Kanûnê bi dawî bû

Baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, di 7’ê Cotmehê de êrîşî Îsraîlê kiribû. Artêşa Îsraîlê jî bi dijwarî herêma Xezayê bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya hikûmeta Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 15 hezar û 207’an ku di nav wan da zêdeyî 6 hezar û 150 zarok û ji 4 hezarî zêdetir jin hene.

Peymana di navbera Îsraîl û Hamasê de ya 4 rojan "rawestanana mirovî" 24’ê Mijdarê li gorî saeta herêmî saet 07.00an ketibû meriyetê û paşê 3 rojan hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de 81 rehîneyên Îsraîlî ji Zîvala Xezayê û 240 girtiyên Filistînî jî ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan. Agirbesta demkî di 1’ê Kanûnê de bi dawî bû.