10 sal cezayê girtîgehê yê Kadir Şeker hat erêkirin

10 sal cezayê girtîgehê yê ji bo Kadir Şeker ê ku dema hewl dida jina rastî tundiyê hatiye rizgar bike bû sedema mirina mêrê êrîşkar hat dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Navenda Nûçeyan- 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê ya li Kadir Şeker ê ku dema hewl da Ayşe Dirla ya li Konyayê li kolanê dihat derbkirin rizgar bike bû sedema mirina Ozgur Duran hat dayîn, hat erêkirin.

Kadîr Şeker di bûyera ku di 5’ê Sibata 2020’an de li parka Konyayê qewimî, hewl da Ozgur Duran ê dergistiya xwe Ayşe Dirla derb dikir asteng bike. Di pevçûna ku vê navberê de derket, Kadir Şeker kêrê li dilê Ozgur Duran xist û kuşt.

Ji Kadir Şeker ê ku bi sûcdariya 'kuştina bi qestî' dihat darizandin re, cezayê muebetê hat dayîn. Dadgehê biryar da ku sûc di binê 'tehrîka neheq’ de hatiye pêkanîn û cezayê daxist 15 salan û piştre refterên wî yên baş ên danişînê de li ber çavan girt û ceza daxist 12 sal û 5 mehan. Lêbelê 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind cezayê ku li Kadîr Şeker hat dayîn giran dît û biryar xîra kir.

Piştî biryara Dadgeha Bilind, bersûc Kadîr Şeker ê girtî li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ji nû ve hat darizandin. Heyeta dadgehê cezayê Kadîr Şeker daxist 10 sal û 10 meh û biryara berdewamiya girtina wî da. Li ser vê yekê parêzerên wî duh li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku dadgehek bilindir e îtîraz nîşanî berdewambûna girtina Kadir Şeker dan. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran îtîraz qebûl kir û biryara berdana Kadîr Şeker da. 

Herî dawî Dadgeha Bilind 10 sal cezayê girtîgehê yê ji Kadir Şeker re hat dayîn, erê kir.