Hevjîna girtiyê ku hezar û 107 sal ceza lê hatiye birîn got ku mînakên vê di cîhanê de tune ne

Kenan Çîçek ê ku bi hinceta berpirsyarê teqîna li Kayseriyê ye ku 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn hatibû binçavkirin û girtin, bi giştî hezar û 107 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hevjîna Kenan Çîçek Munevver Cesûr Çîçek, diyar kir ku di dema teqîna li Kayseriyê de ew li Amedê bûn û diyar kir ku du zarokên wan ji ber cezayê ku bi tiliyên xwe nikarin bihejmêrin bê bav mezin dibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Kenan Çîçek ê ku ji teqîna 17'ê Kanûna 2016'an a li Kayseriyê ku 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn, berpirsyar hat dîtin, hezar û 107 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Doza Kenan Çîçek ê ku di 20'ê Kanûna 2016'an de li Amedê bi ser mala wî de girtibûn û 23 rojan di binçava de mabû, di sala 2019'an de bi dawî bû. Kenan Çîçek ê ku bi îdiaya "plankerê êrîşê ye" tê darizandin, ji ber ku di her du danişînan de dernexistin dadgehê, nikaribû parastina xwe bike.
Cezayek wiha tu caran nehatiye dîtin
Bavê 2 zarokan Kenan Çîçek di doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kayseriyê tê ditin de, ji ber sûcê 'xerakirina yekitiya dewletê' carek, ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' 15 caran cezayê muebeta girankirî û 54 caran ji ber sûcê 'teşebusa kuştina bi zanabûn, 20 sal, ji ber sûcê "endamtiyê rêxistina teror" 9 sal û ji ber sûcê "hilgirtina madeyên xeternak" 8 sal, bi giştî hezar û 107 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.
“Ev mînak, li tu devera cîhanê tune ye” 
Munevver Cesûr Çîçek, hevjîna Kenan Çîçek ku niha li Girtîgeha Girtî ya Tekîrdagê dimîne banga edaletê kir. Munevver Cesûr Çîçek diyar kir hevjînê wî ji ber sûcê ku nekiriye bi salan e di girtîgehê de ye û cezayê ku lê hatiye dayîn, li tu devera cîhanê nehatiye dîtin, destnîşan kir ku ew li benda rojên pêkhatina edaletê ne.
"Di 23 rojên binçavkirinê de rastî îşkenceyê hat" 
Munevver Cesûr Çîçek da zanîn ku hevjînê wê di Kanûna 2016'an de di serdegirtina mala wan de hatiye binçavkirin û diyar kir ku hevjînê wê ya 23 rojan di binçavan de maye rastî îşkenceyê hatiye. Munevver Cesûr Çîçek diyar kir ku piştî pêvajoya binçavkirinê ji ber ku hevjînê wê sax maye şikur kiriye û serpêhatiyên xwe yên wan rojan bi van gotinan vegot: “Di wê serdegirtinê de tu heqaret nema ku li me nekirin. Bi taybetî keça min a mezin hê jî travmaya wê serdegirtinê dijî. 23 rojan ji bo ev çalakî li ser xwe qebûl bike zext û îşkence lê kirine. Wî dane cereyanê, derp kirine, rastî heqaretê hatiye û her tişt lê kirine. Herî dawî jî lingên wî girtine, ji qata 5’an daleqandine û hewl dane wî bikujin. Hevjînê min bi vî awayî qebûl kiriye. Dadgeh bi du danişînan pêk hat, di van her du danişînan de hevjînê min ji ber ku neanîn dadgehê carekê jî nikaribû parastina xwe bike.”
"Zarokên min bêbav mezin dibin" 
Munevver Cesûr Çîçek destnîşan kir ku hezar û 1107 sal cezayê girtîgehê yê ku ji bo hevjînê wî hatiye dayîn, ne bi tiliyan ne jî bi salan nayê jimartin, diyar kir ku hevjînê wê bi sûcek ku nekiriye di girtigehê de tê girtin. Munevver Cesûr Çîçek, diyar kir ku tevî zilm û zordariya li hevjînê wê hatiye kirin jî hêviyên wê berdewam dikin û wiha axivî: “Ger ku rojekê aştî pêk were dê her tişt derkeve holê. Di hevdîtinan de tiştên ku ez û zarokên xwe jiyan namînin. Di wê pêvajoyê de hem girtî hem jî xizmên wan rastî gelek heqaretan tên. Ewil birin Nevşehîrê, paşê Kirikkaleyê, paşê birin girtîgeha Tekîrdagê. Ev pêvajo derbas dibe lê ji bo me zehmet derbas dibe. Bavê zarokên min ne bi wan re ye. Kêmasiya bavê xwe dibînin û wisa jê dûr mezin dibin. Niha zarok jî dizanin ku çi diqewime. Her tim dibêjin dê kengê bavê me were, bila edî were malê. Her tim bavê xwe dixwazin.”
“Me hêviya xwe winda nekir” 
Munevver Cesûr Çîçek bal kişand ku bêyî delîlan cezakirina bi vî rengî cihê we di edaletê de nîn e, destnîşan kir ku di rastiyê de ne mimkûn e ku mirov ewqas salan di girtîgehê de bimîne. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tu şansê mirov tune ye ku cezayekî bi vî rengî bikşîne Mirov heta temenekî dijî. Lê ez li pişt hevjînê xwe me û bi wê serbilind im. Ez dizanim ku wî ev sûcê avêtine stûyê wî nekiriye. Yên ku her tim diavêjin girtîgehan em in. Yên ku di bin zextan de ne em in. Bila ji me re behsa biratiyê nekin. Heta dawî li van polîtîkayan werin, em ê li ber xwe bidin. Riya Tekîrdagê ya 18 saetan qet nayê ber çavên me. Tenê bila ew baş bin. Em ê li pey van herin her derê.”