Danişîna nivîskar Asli Erdogan hat taloqkirin

Danişîna doza nivîskar Asli Erdogan a ku ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê dihat darizandin taloqî 10'ê Sibatê hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina doza endama Lijneya Şêwirmendiya Edîtoran nivîskar Asli Erdogan a ku ji Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" da darizandinê dîsa dest pê kir."
Asli Erdogan beşdarî danişîna ewil a li 23’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê nebû lê parêzerê wê amade bû. Dadgehê, dozê taloqî 10’ê Sibatê kir û biryar da ku nivîsên Asli Erdogan ên tê gotin li ser înternetê hatine weşandin ji URL’ê Şaxa Sîberê were pirsîn.