Rojnameger Mahtab Gholizadeh bi kefalet hat berdan

Mahtab Gholizadeh a bi îdiaya ‘ew li dijî rejîmê propaganda dike’ bi awayekê girtî dihat dadgehkirin, bi milyarek tomar serbest hat berdan.

 
Navenda Nûçeyan- Îran, Tirkiye û Çîn ji serekeyên welatên ku rojnameger bi pêkutiyê re rû bi rû dimînin e. Li Îranê bi taybetî ji bo jinan karê rojnamegeriyê hîn zêdetir zehmet dibe. Rojnamevan Mahtab Gholizadeh a ku bi îdiaya ‘propagandaya li dijî rejîmê’ li Dadgeha Evînê dihat darizandin, bi kefaleta milyarek tomar hat berdan. 
Di meha Tebaxê de avêtibûn ser mala rojnameger Mahtab Gholizadeh a ku der barê wê de dosya hatibû vekirin, dest danîbûn ser pasaporta wê, di serî de kompîtor û telefona wê dest danîbûn ser hemû amûrên wê yên teknîkî. Ji ber sedemên îdiayên li ser wê, ew hatibû lêpirsînkirin û bi awayekî serbest hatibû darizandin. Mehtap Gholidazeh bi dayîna kefaleta yek milyar tomarê pêşiya darizandina girtî û îdiayên li ser xwe girt.