Pêwîst e qanûnek ji bo parastina jinên hevberdayî yên temen wan mezin were derxistin

Saadia Kassem, femînîsta Cezayîrê û endama tora Wassila ya ji bo parastina jin û zarokan, got ku qanûna li Cezayîrê şîdeta li dijî jinan krîmînalîze dike ku di sala 2015’an de hat guherandin, ew jî bi lênêrîna jinên rastî şîdetê hatine bi awayekî derûnî fîzîkî û aborî zirarê dîtine.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Saadia Kassem dibêje ku derxistina qanûnên ji bo parastina li dijî şîdeta malbatê gaveke girîng e ji bo ewlekarî û bihêzkirina jinan lê tevî destkeftiyên hiqûqî yên femînîstan bi salan jî; hê riyeke dirêj dixwaze. 
Saadia Kassem teqez dike ku mafê mexdûr li pêş berjewendiyên polîs dadikeve û wiha got: "Ev qanûn jinan dike rewşeke xirab, ew ji aliyê malbat an xizmên xwe ve rastî zextê tên da ku doza li dijî hevserê xwe betal bikin. Her wiha jinên ku lêdan xwarine neçar dibin vegerin mala hevserê xwe bi taybetî ger zarokên wan hebin an jî mala bavê, wan red dike û qebûl neke. Di vê rewşê de jin neçar dibin vegerin gel tecawizkarên xwe.” 
"Jin li ser esasê ku cihê wan tenê li malê ye tên mezinkirin"
Her wiha got ku di nav pirsgirêkên ketine nava vê qanûnê de, prensîba sepandinê û aktîfkirina wê heye, nemaze der barê tundûtûjiya aborî de û wiha domand: "Jin li ser esasê ku cihê wan tenê mal e tên mezinkirin, ji ber ku jin perwerdekar in, paqijker in, karên malê dikin û her tiştî bi rê ve dibin. Lê ji ber ku em dizanin kar bê ewle ye û nayê naskirin, piraniya jinan tevî hemû rolên xwe yên civakî û aborî di nava malbatê de xwe li kolanan dibînin.
Aktîvîsta femînîst û endama toraa Wassila mînakeke li ser dozên ku ketine komele
yê da û got: "Jinek 55 salî hat tora Wassila û piştî nêzî 30 salan ji zewacê, hevserê wê ew berda û jê xwest ku ji malê derkeve, di heman demê de tu çavkaniyek wê tunebû û wî tazmînata wê jî neda, tevî ku ew wekî terzî dixebitî û alîkariya wî di avakirina xaniyê ku ew niha tê de dijî de hebû jî. Ev jin dê bi ku ve biçe? Dirav nîn e gelo ew ê li kolanan bê cih bimîne? Di qanûnên Cezayîrê de çarenûsa van jinan çi ye gelo?
"Komele gelek jinan dihewîne"
Saadia Kassem destnîşan kir ku zagona sala 2015’an gelek valahiyan di xwe de dihewîne û gelek pirsgirêkên jinên şêst salî hene û wiha domand: "Komele gelek jinên teleqdayî di temenê mezin de pêşwazî dike.”
Endama tora Wassila ya ji bo parastina jin û zarokan Saadia Kassem di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku ji bo parastina jinan di temenê şêst salî de piştî telaqê qanûnek were derxistin da ku çareyan ji wan re bibîne û mafên wan vegerîne. Bi taybetî ger jin berê karmend bûye û alîkariya hevserê xwe di avakirina malê de kiribe. Di rewşên wiha de, bi kêmanî divê dewlet bi peydakirina stargeh û navendên pêşwaziyê ji bo vê kategoriyê parastina tam misoger bike.