Înîsiyatîfa bi navê piştgirî ya ji bo piştgiriya jinan hat avakirin

Jinek xwe ji tundiya nava malê rizgar kir û nexwest jiyana xwe bike trajediyek li gorî ku civak dixwaze, berevajî wê trajediyê, ji bo xwe jiyana nu afirand qanûn xwend û paşê di pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî de ji bo jinên ku bûne mexdûrên şîdeta nava malê bû pispor û însiyatîfa bi navê Piştgirî da destpêkirin.

ÎNAS KEMAL
Qahîre-  Li Misirê salane 5 milyon û 600 hezar jin ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê tên û ji wan 2 milyon û 400 hezar jin di encama vê şîdetê de carek an jî çend caran bi awayên cuda birîndar bûne. Her wiha her sal 200 hezar jin ji ber şîdetê aloziyên ducanîbûniyê tên. Di Çileya 2021’de, însiyatîfa piştgirî ji aliyê komek ji 3 parêzerên jin, parêzerên mêr û karmendek ragihandinê ku dozan digre û wan ji parêzeran re vedigerîne hat damezrandin. Wan rûpelek ji bo însiyatîfê li ser medyaya civakî, zêdebarî-nameyek û xeteke bangê ji bo wergirtina bangan saz kir. 
Parêzera mafên mirovan Nesma Al-Khatib got ku ew bi komek parêzeran re şêwirîn ji bo damezrandina însiyatîfek ji bo piştgiriya jinan kiriye û fikra wê ew bû ku xizmetên piştgiriya zagonî ji jinan re di dozên wan de bi awayekî xwebeş pêşkêş bike û navê wê jî piştgirî ye. 
Çîroka pêngava piştgirî
Yek ji damezrînerên pêngava piştgirî Nesma Al-Khatib ji ajansa me re wiha got: “Ez pê hesiyam ku jinên hatine çewisandin serî li alîkariya zagonî didin, pêwîstiya wan bi kesek heye ku piştgiriya wan bike da ku ji rewşa tê re derbas dibin derkevin, ji ber wê me însiyatîfa bi navê piştgirî ava kir û pirsgirêkên ku însiyatîfê bi dest xistine ew in ku keçên di hundirê malên xwe de girtî ne yan jî keçên ku ji aliyê bav, bira yan dayikêm xwe ve hatine îşkencekirin û doza herî navdar a ku insiyatîfa piştgirî li ser kar kiriye ya keçek e ku ji aliyê bavê xwe ve lêdanê xwariye û piyê wê şikestiye. Însiyatîfê alîkariya wê kir ku giliyê bavê xwe bike û der barê bavê wê de lêpirsîn were destpêkirin û di wê demê de 3 rojan hat zindanîkirin û keçikê soz ji wî girt ku zirarê nede wê. Keçik niha karê xwe temam dike û jiyan û rewşa wê bi aram bûye.”
“Em mêran jî pêşwazî dikin”
Nesma Al-Khatib wiha behsa karên ku însyatîfê kirine kir û got: “Di destpêkê de, zexta li ser pêngava piştgirî mezin bû, rojane 10 heta 15 gilî dihatin girtin û di nava 6 mehan de însyatîfê piştgirî da 70 giliyên weke şantaja dîjîtal, çewisandina li kolanan û nava malê. Di hin rewşan de, piştgirî dozên ku tenê hewcedariya wan bi piştgiriya derûnî heye, pêşwazî dike wekî tecawizên ji aliyê xizman wan ve. Keç ji raporkirin û girtina tedbîrên qanûnî ditirsiyan û ji ber krîza koronayê û çend sedemên din, hesas bûn ku ji malê derkevin û beşdarî danişînên piştgiriya derûnî bibin. Ji ber vê însiyatîf ji wan re bi hevkariya saziyên din, wek Navenda Piştgirî û Vegerandina Qurbaniyên Tundûtûjiyê Al Nadeem danişînên serhêl li dar xist. Tişta balkêş ew e ku piştgirî ne tenê keç û jinên mexdûrên şîdetê, mêran jî qebûl dike. Ev jî mijareke hêsan e di nava civakê de ku zilam bêje ew rastî tundiya nava malê tên. Li ser daxwaza piştgiriya zagonî û ragihandinê binpêkirinên li hemberî jinan hatine kirin hestiyar in lê me xortekî 31 salî û beriya wî jî xortekî bîst salî pêşwazî kir. Yê yekem girtiyê siyasî bû û pêwîstiya wî bi piştgiriya derûnî hebû, me ew sewqî navenda Al Nadeem kir, yê duyem 3 mêrên ji wî mezintir rastî destdirêjiya fizîkî hatin ku herduyan jî nexwestin derbasî rêwerzên zagonî bibin lê tenê piştgiriya derûnî dixwestin.”
 Li gorî Ajansa Navendî ya Seferberiya Giştî û amaran di sala 2016’an de, lêçûnên aborî yên ji ber tundiya li ser jinan derketiye holê, diyar kir ku jin û malbat tenê ji ber şîdeta hevjînên xwe salane 1,49 milyar lîra hewce dike, ji vana 831,236 milyon lîra mesrefa rasterast, 661,565 milyon lîra jî lêçûneke ne rasterast e. Ji ber bandora vê tundiyê li ser wê û malbata wê, jin serî li guhertina mal û jiyana xwe didin.
“Em piştgiriya jinan dikin”
Nesma Al-Khatib bi bîr xist ku ji ber kêmasiyên di nava malê de tundî zêde dibe û got: “Di civakê de ji ber kêmasiyên wan hene pirsgirêkên jinan û tundiya nava malê dest pê dike. Zagonên ku piştgirî û parastina jinan dikin tune ne û sûcekî wek destavêtina zewacê hê nehatiye naskirin. Di heman demê de, piraniya jinan kêmbûna wan a agahdarî, hişmendiya qanûnî û pirsgirêkên qanûnî hene ku divê dema bi mijarên wek hevberdan, an nefeqeyê re mijûl dibin werin şopandin. Hebûna însiyatîfên weke piştgirî ku piştgiriya zagonî ji jinan re pêşkêş dikin û behsa mafên mirovan dikin, ew sedema pêşkêşkirina çareseriyên rasteqîn e ji bo jinan. Wekî biryara wezaretê ku di dawiya Tebaxa borî de hat derxistin ku yekîneya tundiya li ser jinan ew jî yekîneyeke girêdayî Desteya Wezîran saz bike û armanca xwe wergirtina gilî û raporên têkildarî mijarên şîdeta li ser jinan e. Ji bo ku mexdûr  bikarin gilî û raporên xwe pêşkêş bikin û ji bo hêsankirina proseduran bi yek şêweyî bişopînin. Pêwîstiya însyatîfê bi piştgiriyeke darayî heye, însiyatîf li ser bingeha xebata xwebexş a parêzeran hatiye avakirin û hemû lêçûnên pêwîst ji wan re dixe bin temînatê. Rê dirêj e ku însiyatîf veguheze dezgehek xwedî pêgehek darayî ya baş ji ber hebûna Qanûna Komeleyên Sivîl a nû ya hejmar 149’an ya sala 2019’an.”
“Rêjeya tundîtûjî û xizaniyê zêde ye”
Lêkolînera femînîst û seroka meclisa rêveber a weqfa Jina Nû Nevin Obeyd wiha got: “Em piştgirî didin pêngava piştgirî û însiyatîfên bi vî rengî yên ku li ser bihêzkirina jinan an wekheviya zayendî dixebitin û hebûna wan pêşwazî dike. Nifûsa Misrê ji 100 milyonî derbas bûye û rêjeya xizanî û tundûtûjîyê bilind e lewre pêwîstî bi însyatîfê heye ku piştgiriya derûnî û zagonî pêşkêşî hemû deveran bike. Ger însyatîfên ciwan bi saziyan re li ser heman armancan mil bi mil bixebitin û xizmetguzariyan pêşkêşî jinan bikin wê demê em bixêrhatina wê dikin. Berdewamiya xebata însiyatîfê û yên mîna wê bi kalîteya kar, pesindana civakê û îqnakirina endamên wê bi karê ku dikin re ve girêdayî ne, ev yek jî wê wisa bike ku wan ji hemû zehmetiyan rizgar bike. Di heman demê de, însiyatîfên ku tenê dem bi dem xuya dibin da ku ji bo xebata xwe dirav bistînin, dibe ku nedomin. Ji ber ku car caran piştgirî ji ber gelek sedeman raweste, wekî ku di du salên borî de qewimî û ji ber belavbûna vîrusa koronayê piştgirî ji bo hin saziyên civaka sivîl rawestiya lewma ev sazî hema bêje hatin girtin.”