Weqfa Jinên Misrê bi salan e li ser pirsgirêkên wan dixebite

Noura Muhammad teqez kir ku weqf bi riya projeya xwe, ji bo têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê xebitiye, wekî ramanek bi riya pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê û her wiha qebûlkirina dozên zagonî yên têkildarî jinên ku rastî îstîsmar û bazirganiyê tên.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Qaçaxkariya jinan yek ji wan mijaran e ku di dema dawî de li qada navneteweyî ya kar têdikoşîna wê tê kirin û gelek proje ji bo rûbirûbûna wê tên danîn ji bo perwerdekirina jinan bi şêwazên wê.
Ajansa me têkildarî têkoşîna li dijî tundî û îstîsmarkirina jinan û her wiha lîstina bi çarenûsa wan de bi rêvebera bernameya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û projeya têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan Noura Muhammad re hevdîtin kir da ku girîngtirîn navendên xebatê yên projeya du salan û xizmetên ku bi riya berpirsên wê ji jinan re hatine pêşkêşkirin, binirxînin.
Şêweyên qaçaxkariya bi jinan re cihêreng in
Noura Muhammad dibêje ku weqfa "Pirsgirêkên Jinên Misrî" bi salan e li ser mijarên tundiya li ser jinan dixebite û vê projeyê du salan berdewam kiriye. Wê diyar kir ku weqfê anketa yekem li ser diyardeya qaçaxkariyê çêkiriye, di vê lêkolînê de qanûn, wêne û pîvanên wê hatine pûçkirin û 14 şêweyên bazirganiyê hatin hilberandin her wiha naskirina cihên ku tê de kom bûye, sedemên vê yekê û komên ku di pêşerojê de herî zêde ji qaçaxkariyê re mexdûr dibin dûr dike.
 Der barê şêwazên bazirganiya jinan de Noura Muhammad diyar kir ku ew gelek in, di nav de zewaca di temenê biçûk û îstîsmarkirina kedkarên malê ji bo jinan her wiha îstîsmarkirina zilam a hevjîna xwe, çi di kar de çi jî bi awayê kiryarên neexlaqî.
Piştgirî û destekdayîn
Zêdebarî dabînkirina piştevaniya derûnî ya pêwîst ji jinan re, guhdarîkirina wan û kar ji bo çaksazkirina wan. Ger pêwîst be, bi riya bijîşk û pisporan. Wê amaje kir ku wan çar navendên piştevaniyê li parêzgehan ava kirine ku tê de şêweyên cuda yên bazirganiya jinan tên şopandin, ew jî Mensûra, Feyûm, Qahîre Mezin û Şerm El Şêx.
Bihêzkirina aborî
Rêvebera Projeya Têkoşîna li Dijî Qaçaxkariya Jinan da zanîn ku ji ber kursên bihêzkirina aborî ya jinên îstîsmarkirî hatine amadekirin ji aliyê aborî ve yek ji wan faktoran e ku li ber çavan hatiye girtin. Ew dibîne ku xebata li ser amadekirina projeyek biçûk an jî çavkaniyek debarê, ji bo jinan pir hêsan dibe alîkar ku wê bijî û ji encamên îstîsmarê xilas bibe.
 Wê got ku weqfê, di dawiya kursên xwe yên rahênan û nûjenkirinê de, hin makîneyên dirûtinê, xiftan û alavên din ên destan daye jinan da ku dest bi projeyên xwe yên biçûk bikin
Hişmendî û perwerde
Wê diyar kir ku yek ji hêmanên di çarçoveya projeyê de li ser hatiye xebitandin, hişyarî û perwerdekirina li ser modelên bazirganiya jinan e û wiha doman: "Zagon bi tena serê xwe sûcan kêm nake lê pêwîst e di asta jin û malbatan de hişyarî bê kirin.
Wê da zanîn ku ew xebitîne da ku kampanyayên hişyarkirinê û rahênanê ji pisporên medyayê re peyda bikin ji ber rola wan a di bilindkirina hişyariyê û guhertina reftarê de. Zêdebarî  perwerdekirina parêzerên ku nû derçûne li ser îstîsmarkirina peymanên navneteweyî û awayên rûbirûbûna wan her wiha hejmarek komeleyên sivîl jî ji ber rola wan a girîng di warê bandorkirinê de hatin perwerdekirin 
Polîtîkaya zagonî
Noura Muhammad teqez kir ku ew di hemû deman de, di warê siyaseta zagonî de, dilgiran bûn ku gotûbêjan bi aliyên qanûnî re li ser bazirganiya jinan û encamên wê re bikin. Wê bal kişand ku wan xîtabî komîteya neteweyî ya têkoşîna li dijî qaçaxkarî û koçberiya ne fermî kir, ji ber ku ew herî zêde bi tiştên proje dihewîne re têkildar e. Di heyama berê de tevgerek ji bo hişyarkirin û perwerdekirina kesên eleqedar ji dozgerî, dadwerî û yên din bû. Di nava bernameya xebatê ya di çarçoveya projeyê de, xîtabî saziyên hikûmetê yên bi pirsgirêkên jinan re eleqedar in, weke yekîneyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û pêşkêşkirina pêşniyaran ji lêkolînerên jin ên li navendên polîsan re da ku guh bidin giliyên jinan hebû. 
 Li gorî rêvebera projeyê, Noura Muhammad ev hewldan bi amadekirina kaxezek ku tê de hin pêşniyarên zagonî hene û ji Komîteya Niştimanî re şandin hat encamkirin. Bi rastî jî wan piştrast kir ku ew ê hin pêşniyaran bigirin, nemaze ji ber ku ew li ser perwerdeya dadweriyê dixebitin.
Astengiyên ku  berpirsyarên projeya bazirganiyê di dema karê xwe de rast hatine
Rêvebera Projeya Têkoşîna li Dijî Qaçaxkariya Jinan destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a xebatkarên projeyê sepandina zagona 64'an a sala 2010'an a bi wêne û pîvanên wê ye ku li ser esasê vegotina dozên qaçaxkariyê tê meşandin. Wê got ku qanûn bi rastî nimûne ye û gelek hûrgiliyên girîng dihewîne, di nav de rehabîlîtasyona derûnî û aborî ya mexdûran lê di asta sepandinê de ew nayê aktîfkirin ji ber ku qanûnên din hene ku dabeşkirina tawanan tê de ye û ji ber ku kevn û naskirî ye, bikaranîna wê ji lêgerîna di qatên qanûna nû ya bazirganiyê de, di nav de Qanûna Ceza, Kar û Rewşa Kesane, hêsantir e.
Krîzên girêdayî qurbaniyan
Rewşa kesên ku ‘hîs nakin mexdûr in’ yek ji krîzên herî girîng e ku karker di dosyaya tundî û qaçaxkariyê de rû bi rû ne. Noura Muhammad dide diyarkirin ku gelek jin di wê baweriyê de ne ku tiştê ku di warê destdirêjî û îstîsmarkirinê de tê serê wan normal û ne sûc e û got ku hin mexdûr girîngiyê didin berjewendiyên zarokan û dibêjin rûniştina wan bi mêrê xwe re bêyî kar "normal" e.
Wê amaje kir ku mexdûr nayê û serî li wan nade dema ku ew tam haydar e ku tê îstîsmarkirin lê dibe ku ji ber tundiyê û daxwaza wê ya rizgariyê hatibe. Dema ku em lê guhdarî dikin, em di hûrguliyan de awayên cuda yên îstîsmarê dibînin, wekî mînak dayîna hin dermanan ji jinan re da ku ew bêyî gilî kar bikin.
Serpêhatiyên bi êş bingeha tundiya li ser jinan e
 
Noura Muhammad dibêje ku hemû serpêhatî bi hûrgiliyên xwe û anîna êş û azaran bi êş e û bandor li xebatkarên projeyê kiriye û dema yek ji qurbaniyan çîroka xwe vedibêje, ew wê guhdarî dike wekî ku ev cara yekem e, êşê dikşîne.
Rêvebera Projeya Bazirganiya Jinan li Weqfa Pirsgirêkên Jinê dibîne ku sedemên qaçaxkariya bi jinan bi hev ve girêdayî ne û gelek in, di nav de perwerdekirina çewt a çanda civakê û amadekariyên ku tundiya li ser jin tê kirin rewa bike. Her wiha pêwîstiya qanûnan ku wê binirxînin û li ser erdê bi cih bikin.