Parêzer Fatîma Sheneeb: Divê pêşnûmeqanûna tundiya li ser jinan were qebûlkirin

Parêzer Fatîma Sheneeb destnîşan kir ku divê pêşnûmeqanûna tundiya li ser jinan ku bi salan e li ser sindoqan e, were qebûlkirin; di parlamentoya nû de were pejirandin û diyar kir ku ger were erêkirin dê jin bibin xwediyên gelek mafan.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Tevî qeyrana siyasî ya dijwar a li Lîbyayê, Meclisa Nûneran a Lîbyayê car caran qanûnên nû derdixe, qanûnek heyî sererast dike yan pêşnûmeqanûnek nû pêşkêş dike lê piraniya wan ne têkildarî jinan in. Ruxmê ku çalakvan, mafên mirovan û pisporên di warê derûnî û civakî de li hev kirine ku piştî sala 2011’an tundiya li ser jinan zêde bûye jî ji ber aloziyên ku welat di nav de dijî pêşnûmeqanûn nehat pejirandin, piştgirî jê re nehat dayîn û nehat aşkerekirin. 
"Em ji bo pejirandina pêşnûmeya tundiya li ser jinan têdikoşin"
Parêzer Fatîma Sheneeb der barê sedemên ku rê li ber derxistina qanûnê girtine de wiha got: "Em ji sala 2017’an ve ji bo pejirandina pêşnûme ya tundiya li ser jinan têdikoşin. Komek jinên parlamenter, ji bo Libyayê bi serokatiya endama Meclisa Nûneran Halima Al-Aib re , ji bo pêşnûmeqanûne komîteyek ava kirin, min jî tevlibûna xwe ji bo ve komîteyê diyar kir û me di 15’ê Tebaxa heman salê de pêşkêşî meclisê kir. Lê bi hinceta ku xalên ku cezayên mêran giran dikin hene, hat rexnekirin û rawestandin."
Parêzer Fatîma Sheneeb der barê pirsa me ya ‘gelo qanûn hê jî li ser maseyê ye, yan ew tenê ramanek bû ku winda bû’ de wiha axivî: "Piştî Hezîrana borî, di nîqaşek diyalogê ya bi Ofîsa Mafên Mirovan a Komîsyona Neteweyên Yekbûyî re, carek din li ser projeya nehat axaftin. Me ji van re da diyarkirin ku ev proje hê roj bi roj nehatiye dîtin û ji ber vê yekê dîsa komîteyek ku ji 11 pisporên ji çar aliyên Libyayê pêk te hatiye avakirin. Em li ser zoom beşdarî 17 danişînan û beşdarî danişînek li Tûnisê bûn. Danişîn bi civîna komîteyê ya meha Îlona borî li Stenbolê bi dawî bû. Pêşnûmeqanûn, her cure şîdeta li ser jinan, tundiya dîjîtal û axaftinên nefretê yên li ser medyaya civakî jî di nav de, sûc dibîne. Mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê diyar dike û erkên ku dikeve ser saziyan diyar dike. Her wiha pêwîst e komîteyeke niştimanî jî têkoşîna tundiya li dijî jinan û sindoqê pêbawerî ji bo piştgiriya qurbaniyên tundiyê bê avakirin."
"Li lîbyayê tundûtûjî zêde dibe"
Şîdeta siyasî cureya herî belav û hevpar a tundûtûjiya li Lîbyayê ye, bi taybetî piştî ku komek jin di hikûmeta yekitiya niştimanî de bûn wezîr û komeke din jî ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên li pêş ku biryara di 24’ê Kanûnê de bên kirin, hatin destnîşankirin. Parêzer Fatîma Sheneeb, bal kişand ser tundiya li dijî jinan a li hemû welatên cîhanê û wiha got: "Tundiya li dijan jinê diyardeyeke sîstematîk e û me dît ku rêjeya wê li Lîbyayê bi hemû şêweyên çi malbatî, civakî, aborî û siyasî bê pişti 17’ê Şibata 2011’an zêde bûye."
Fatîma Sheneeb der barê sedemên zêdebûna rêjeya tundûtûjiyê de wiha got: "Rêjeyên tundûtûjiyê gihîştine asta kuştina jinan, ji ber bêqanûnî, belavbûna çekan û nepejirandina qanûnên şermezarkirina tundiyê li dijî jinan, weke Qanûna Parastina Malbatê, ev hemû jî ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ne.” Fatîma Sheneeb der barê sedemên tundiya aborî ya li ser jinan de jî wiha dibêje: "Di nav sedemên herî diyar ên rûbirûbûna jinan ji bo tundûtûjiya aborî, hejarî û koçberkirin ku hemûyan bandoreke neyînî li jiyana wan kiriye."
"Kampanya li dijî biryara 1325’an bû"
Fatîma Sheneeb destnîşan kir ku ger behsa tundûtûjiya dema şer tê kirin, pêwîst e bal li ser biryara 1325’an a ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve hatiye derxistin were kişandin ku ‘girêdayî parastina jinan di aramî û ewlehiyê de ye.’ Em weke aktîvîstên mafên mirovan hewl didin vê biryarê li Lîbyayê ku ji ber welatekî tê de şer heye û ji bo ku bêguman tundiya li ser jinan heye parastina jinan pêk bînin." Fatîma Sheneeb teqez dike ku biryara Encûmena Ewlekariyê, ji bo hemû welatên cîhanê derbasdar e û hin welat hene ku planeke neteweyî ji bo aktîfkirina wê amade kirine û got: “Weke aktivîstên li Lîbyayê ji sala 2016’an ve me dest bi aktîfkirina biryara li ser axa Lîbyayê kiriye ku planeke me ya neteweyî hebe. 
"Li hemberî tegihîştina şaş, ev kampanya bi hêz e"
Fatîma Sheneeb bal kişand ku di hin peymanên ji aliyê wezîrên jin ve hatine îmzekirin de têgihîştineke şaş heye û ev yek dibe sedem ku ew bi kampanyayên bi hêz re rû bi rû bimînin û wiha got: "Di encama kampanyaya ku ji aliyê Wezîra Dewletê ya Karûbarên Jinan Houria Tarmal ve hat meşandin de, dema ku ji bo aktîfkirina biryara navneteweyî ya 1325’an di navbera Desthilatdariya Jinan a Komîsyona Neteweyên Yekbûyî de peymanek ji hevtêgihîştinê hat îmzekirin û tundiya kampanyayê zêde bû. Dema ku wezîr li ser peymana CEDAW’ê ya ku di sala 1989’an de hatibû îmzekirin axivî, Lîbyayê bendên 3-16, ên ku bi wekheviya mîras û zewaca hevzayendan re têkildar e, ji bilî îmzekirina peymanên din ên wekî Peymana Mafên Mirovan ku mafên jinan diparêze, veqetandiye."
"Proje bi salan e li ser refan maye"
Fatîma Sheneeb destnîşan kir ku kampanya di pêşerojê de bandorê li her projeyên têkildarî jinan dike û wiha got: "Proje hê ronî nebûye. Bi salan e li ser refan maye. Em hewl didin bi riya pisporan careke din pêşkêşî meclisê bikin, dibe ku di parlamentoya nû de piştî hilbijartinên 24’ê Kanûnê, were pejirandin."
Pêşnûmeya qanûnê bi taybetî jî aliyê tawanê aciziya parlamenter û endamên Lijneya Hiqûqê ya Meclîsê bû, digel ku gelek jin û pêşengên tevgera femînîst hêviyên xwe bi wî ve girê didan û we wekî lûtkeya têkoşîna femînîst a di warê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de dihesibînin. Hin dengdarên din derxistina vê qanûnê, ku cihêkarîyeke erênî ye li hember komek welatî, bi hinceta ku gotarên di Qanûna Cezayê de hene, parastina jinan ji her cure şîdetê hêsan dike, ne guncaw dibînin.
"Ger proje were pejirandin dê jin gelek mafan bi dest bixin"
Fatîma Sheneeb destnîşan dike ku ger ev proje were pejirandin dê jin gelek mafên ku berê tune bûn bi dest bixin, ji ber ku di projeyê de ew yek wekî xalên herî girîng, xalên ku tundûtûjiya dîjîtal sûc dibîne hene. Em hêvî dikin ku di sala pêş de jin gelek mafan bi dest bixin û ne tenê li Lîbyayê, li tevahiya cîhanê li dijî tundiya li ser jinan têkoşîn hebe.
Li gorî parêzeran, pêşnûmeqanûn temînat e ji bo jinan ku mafên xwe yên giştê yan jî taybet, ji bo herdû zayendan di nava kar de wekhevî û derfetên wekhev bi kar bînin. Ew zewaca zarokên keç ên beriya bigihîjin temenê qanûnî ji bo zewaca bi darê zorê, zewaca bi rêbazên sexte yan jî belgeyên sexte, bêparkirina wan ji mafê mîrasa qanûnî û mafê mecbûrî perwerde werin veqetandin, sûcdar dike.