Fadwa Miad: Em dixwazim rûmeta jinên Mexribê biparêzin

Seroka Komeleya Hişyariya Jinan Fadwa Miad xebatên salekê yên Komeleya Jinên Femînîst ji bo jinên Mexribê meşandine wiha anî ziman: “Xebata Komeleya jinan a li Mexribê bi xebatên komeleyên jinan ên hevkar bi salan ji bo parastina rûmeta jinan têdikoşe.”

HENAN HARIT
Mexrib - Seroka Komeleya Hişyariya Jinan Fadwa Miad bi dildariyek mezin xizmeta jinên Mexribê dike û xwedî cihekî girîng ji bo tevahî jinan e. Fadwa Miad Serokatiya Komeleya Hişyariya Jinan dike ku armanca wê pişgirî û teşwîqkirina jinan di kar û barên perwerdeyî û siyasî de ye. Her wiha jinan di aliyê zanyarî de pêş dixîne û li tevahî gund û bajarên Mexribê kar û xebatên girîng ji bo jinan dimeşîne. Ji bo jin û zarokan di gelek projeyên geşedanî û entegrekirina geşedanên mîrovî de xebat dimeşîne. Fadwa Miad di aliyê civaknasî, perwerde, jiyana zarokan û ciwanên ku di rewşên dijwar de dijîn, pispor e. Di heman demê de mamosteyek jîr e. Tecrûbe û ceribandinên jiyanî Fadwa Miad dewlemend kiriye ku niha wek Seroka Komeleya Hişyariya Jinan erk girtiye li ser milê xwe. Seroka Komeleya Hişyariya Jinan Fadwa Miad, kar û xebatên salekê bi riya gotûbêjekî bersiva pirsên ajansa me da.
Hûn di destpêkê de dikarin tevlîbûna xwe ya ji bo kar û xebatên Komeleya Femînîst binirxînin?
Ez bi awayekî tesadûf ketim kar û xebatên komaleyê, beriya çend salan bi riya hin hevalên xwe di gelek karên komeleyê de min cihê xwe girtiye. Her wiha min karên mîna werzîş û çand meşandiye. Ez bi meraqek mezin beşdarî çalakiyên wan bûm û roj bi roj min xebatên komeleyê dişopand. Her ku min kar dişopand fikra wekheviya di navbera her du zayendan de û mafê gel, çêbû. Paşê min bîryar da ku ez cihê xwe di Komaleya Femînîst de bigirim.
Wek Seroka Komeleya Hişmendiya Jinê, hûn dikarin behsa fikra damezrandina komeleyê, çalakî û armancên komeleyê bikin?  
Komeleya Hişyariya Jinê di sala 2014’an de li bajarê Muhammediyê hate damezrandin. Ev komele ji jinên ciwan ên Mexribê pêk tên. Ev jinên ciwan, xwestin meşaleya têkoşînê ji bo pêşxistina rewşa jinan hilgirin. Bijartina me ya avakirina komelê, ji ber agahiya me ji zehmetiya pêşengên jin û astengiyên ku jinên ciwan rû bi rû tên hebû. Ji ber van yekan me xwest Komeleya Hişyariya Jinê, bibe qadeke bi hêz kirina jin û endaman. Her wiha bibe qadekî belavkirina çanda wekheviya zayendî da ku diyardeyên cihêkariyê di civak û qada komeleyê de were guhertin. Me çawa xeyal kir, me wisa jî karê xwe bi rê ve bir. Elbet azweriya me nehişt ku em dev ji têkoşîna xwe ya xizmeta jinan berdin. Me hewil da ku ruxmê hemû zehmetiyan li ber xwe bidin. Her wiha me çanda wekheviyê û têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî belav kir. Me hewil da ku em bi mantiqa pir cureyî kar û xebat bimeşînin. Her wiha me bi dostên komeleyê re ji bo bi hêz kirina jinan karên hevpar meşand. Me bi civînên biçûk destpêkir û me hewil da ku em jin û xortan li ser pirskirêk û zehmetiyên ku jin dijîn perwerde bikin. 
Zehmetiyên ku we jiyane hûn dikarin behs bikin?
Zehmetiyên ku em dijîn di destpêkê de bi ciwanên nû dighêjin de heye. Ji ber ciwanên ku nûdighêjin xwedî ezmûnek nînin. Di gava damezrandina komeleyê de jî me gelek zehmetî jiya, lê ji bo me bû cihê ezmûnê jî. Her wiha em rastî astengiyên darayî hatin ku heta niha em zehmetiya wê dijîn. Ruxmê zehmetiyan em ji bo damezrandina komeleyê dereng neman. Em dikarin bêjin wek jinên ciwan îradeya me xurt bû û baweriya me ji hêza me hebû ku ji bo doza jinan em dikarin mafê wan bi dest bixin. Em bi dildariyek mezin tevlî kar û xebatên komeleyê dibin ji ber em xizmeta jinan dikin. 
Hûn dikarin kar û xebatên ku we di sala 2021’an de kirine bi me re parve bikin?
Projeya me ya sala 2021’an yek ew bû ku em li dijî kevneşopiya civakê ya ku li ser jinê tê ferz kirin têbikoşin. Li ser vê mijarê me karîbû bi xwendekarên saziyên perwerde û xwendekarên zanîngehê re karên baş bimeşînin. Em dikarin bêjin li ser vê projeyê me 80 xwendekar perwerde kirine. Projeya duyem jî ewe ku bi dirûşma “Em ê li hember bertîla zayendî bêdeng nemînin” me hewil da ku em vê diyardeyê ronî bikin û ji bo derxistina jinanji tabûyê bixebitin. Her wiha me bi jin û xortên ciwan re li ser danasîna bertîla zayendî û çarçoveya wê ya zagonî civîn li dar xist. 
Bi awayekî gelemperî hûn rastiya kar û xebatên komeleya femînîst a li Mexribê dikarin binirxînin?
Xebata Komeleyê ya jinan a li Mexribê bi xebatên komeleyên jinan ên hevkar ku bi salan ji bo parastina rûmeta jinan têdikoşe. Em dikarin bêjin ku Komeleyê gelek karên serkeftî bi dest xistiye. Ger em rewşa jinên Mexribê yên di sala 2000’an û niha bînin li gel hev em dikarin guhertin û veguhertînin erênî bibînin. Ev guhertin û veguhertin jî bi saya jinên pêşeng pêk hatiye. Ji ber zext û parêzvanên tevgera jinên fêmînîst me dikarî zagonek 103-13 ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê derbixînin û bi vê awayî em dikarin bêjin ku li dijî tundiyê zagonek jinê heye ku jinan diparêze. Em dikarin bêjin ku çalakiya Komeleya Femînîst li Mexribê xurt e. Em hêvî dikin ku em kar û xebatên xwe hîn xurtir bikin û mafê jinan di her aliyê de biparêzin. Em dixwazim rûmeta jinên Mexribê biparêzin û pozisyona wan di nava civakê de diyarde bikin.
Peyama we ji bo jinên Mexrib û Ereb çiye, her wiha bernameya sala nû hûn dikarin parve bikin? 
Peyama min ji tevahî jinan ewe ku em hewil bidin ku jiyan û zanîna xwe xurt bikin. Em dikarin wek komele ji bo kesên ku ji kar qutbûne alîkar bibin. Her wiha divê jin di aliyê serxwebûna aboriya jinê de kar û xebatên xwe xurtir bikin, ger jin aboriya xwe bi dest bixe em dikarin bêjin ku pira ewlehiyê derbas bike. Her wiha em tundiya li dijî jinan red û şermezar dikin. Em ê bi sala nû re wek biroya Rêveberiya Komeleyê hewil bidin projeyên ku me di sala 2021’an de dest pê kiriye bişopînin.Her wiha em ê bingeha sûdmendan berfireh bikin. Di heman deme de em ê bi xwendevanên navîn û amadehiyê re mekanîzmayên ku ewê bikaribin bibin nûner di saziyên perwerdê de kar bimeşînin. Daxwazê me yê komeleyê ewe ku em li qadên din xwe berfireh bikin da ku em hêza aboriya jinan berfireh bikin.