Yusra Ferwas: Nebûna îradeyê dibe sedema zêdebûna şîdetê

Li Tûnis nexweşiya tundiyê, asta nexweşiya koronayê derbas kiriye û her diçe bûyerên şîdeta li dijî jinan zêdetir dibin. Ji ger ku tedbîr pir kêm in û ji bo tesbîtkirina şîdetê şahid û delîlan ji jnan dixwazin, pêşî li bûyeran nayê girtin

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Di van demên dawiyê de bi taybetî bi zêdebûna hejmara bûyerên tomarkirî ku çîrokên tundiyê vedibêjin, nîşan didin ku rewşa jinan li Tûnisê di metirsiyê de ye. Bi lawazbûna rola jinan di civakê de ji ber ku nikarin parastina mafên xwe bikin, rewşa jinan di metirsiyê de ye. Ev rastî dihêle ku jin li Tûnisê ber bi têkoşînê ve biçin da ku biguherin û di karên giştî yên civakî de zêdetir xwe bi pêş bixin
Seroka Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat Yusra Ferwas, li ser rewşa jinên Tûnisê û nexweşiya tundiyê ku jinan dikuje, ji ajansa me re axivî.
Kongreya Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ji ber rewşa koronayê hat paşvexistin û vê paşvexistinê hinekan aciz kir, nemaze ji ber ku her tişt amade bû?
Biryar hebû ku kongre di 9’ê Nîsanê de were lidarxistin ku ew jê bîranînek bi yek ji xwepêşandanên herî girîng ên tevgera neteweyî ya Tûnisî ya di 1938’an ve girêdayî bû. Di  dema dagirkeriya Fransayê deku tê de hemû jin û mêr beşdar bûn ku ji parlamentoya Tûnisê bixwazin ku kesên dixwazin temsîl bikin hilbijêrin… Mixabin hukumete Tûnisê beriya çend seatan ji lidarxistina kongreyê biryara qedexeyê da. Me bi rêzgirtin ew biryar pejiriand lê hêrsa me ne ji bo paşxistina kongreyê ye, ji siyaseta vê hukumetê ye ku fêr bûye biryaran ji nişkêve bide. Hêrsa me ya mezin jî ew e ku biryar ne bi pîvanên civakî tên girtin. Dewlet pabendî erka xwe ya li hemberî gel nabe. Her kes dizane ku di nexweşiya koronayê de jin in ên ku herî zêde zirarê dîtine û rêjeya bêkariyê li welatekî ku 3 ji milyonan derbas bûbe, nîşan dide ku xizanî û belengazî zêde ye.
We berê xwe da Neteweyên Yekbûyî da ku bala wê bikişînin ser zêdebûna şîdetê. Em ji vê qîrînê fam dikin ku hûn di sepandina qanûnên Tûnisê de ji bo rêgirtina li tevgera êrîşkar a li hemberî jinan dilşikestî man.
Em wek Çalakvanên Komeleya Tûnisê ji 40 sal berê ve têdikoşin, nabe ku em hêviyê qut bikin. Ji ber ku em ji dîktatoriyek ku şîdeta li ser jinan înkar dikir derbas bûn û bi ferzkirina doza jinan a di sala 2008’an de, bi stratejiyeke niştimanî ji bo ku tundiyê têk bibe ev dîktatorî bêîstîqrar kir.
Em, wekî ku fîlozofê Îtalî Antoniya Giramaşî dibêje; “Bawerî bi hewcedariya bidestxistina pesîmîzma zîrek û aqil e û girêdana wê bi vîna hêviyê yan hêviya vînê re heye…” Heya ku vînek hebe, hêvî jî heye û vîna me xurt e ku vê rastiya têkildarî tundiyê were guhertin.
Piştî serfiraziyên ku me di asta bilind de bi dest xistin, bûn şahidên tunebûna îradeya siyasî ya pêkanîna qanûna jimare 58 a sala 2017’an û gelek nîşan hene ku vê yekê nîşan didin. Destpêkê ji nîqaşa budçeyê ya salên (2018-2019) ku veberhênanên têrker ji bo cîbicîkirina qanûna têkoşîna li dijî tundiyê paşguh kir, piştre piştî hilbijartinên sala 2019’an em di nîqaşên siyasî de bûn şahidên tunebûnek giştî ji dozên jinan re. 
Li Parlamentoyê, pirsgirêka jinan ji bo her kesê li derve ma û me tu alî nedît ku pêşniyar û qanûnan di serfiraziya jinan de pêşkêş bike. Berovajî wê me tunebûna du mijarên girîng dît: projeya azadiyên takekesî ku li Parlamentoyê di Çileya 2018 de û projeya wekheviya mîratî ya ku di Çileya Paşîn a 2018’an de hat hiştin. Li pêşberî vê çîna siyasî, pêdivî heye ku hemû mekanîzmayên aştîxwaz û têkoşînê werin pejirandin da ku pirsgirêkên jinan bi ser bikevin. Em nikarin li ser avakirina demokrasî û afirandina saziyên destûrî biaxivin bêyî cewherek ku  li ser bingeha nirxên wekhevî û rûmeta mirovî û tekoşîna li dijî tundiyê hebe… Ya ku me dît ev e ku bi zêdebûna van hêzên Îslamî re, li dijî jinan axaftinek kevneperest derket holê û me dît ku bi rengek tûj û matmayî ji bo jinên Tûnisî di 4’ê Çileya Pêşîn a 2020’an de, dema ku yek ji parlamenterên Koalîsyona Rûmetê, Mihemed El- Efas, dengê xwe di rûniştina nîqaşê ya budceya Wezareta Jinê de bilind kir û bi awayekî eşkere redkirina xwe ya bingehên nûjenkirina civaka Tûnisê diyar kir.
Mixabin, me tu bertek li hemberî vê nêrînê nedît, berovajî wê derfet jê re hat danîn ku axaftina xwe berdewam bike wekî ku pirsgirêk ne girêdayî tu kesî ye. Em wek komele derketin pêş parlemnetoyê û me nêrîna Mihemed El- Efas şermezar kir. Dûre axaftin ji şîdeta devkî derbasî şîdeta bedenî bû, destdirêjî li ser endamek jin hat kirin û çalakvanên jin ên komeleya me ew mabû ku ji hêla tevgera "EL-Nehda " ve li ber Parlamentoyê bihatana revandin.
Heke hin parlamenter sûdê ji parêzbendiya parlamentoyê werbigirin da ku binpêkirinên wiha giran bikin, wê hingê kî edaletê li jinên Tûnisî yên ku rastî şîdetê tên bike? 
Mixabin, vîneke siyasî ya cidî tune ye lê berevajî wê ew berjewendî û durûtiya siyasî ya ku destûrê dide bêcezatiyê heye. Ji  dema parlamentoyê de ku di 2019’an de dest pê kir, gelek kiryarên tundûtûjî yên ku çalakvanan di warên sivîl, siyasî û mafên mirovan de hedef digirtin hatine tomarkirin, mîna ya ku bi parlamentera serbixwe Meryem EL-Laxmanî, parlamentera berê Buşra Belhaj Hemîde û seroka kotaya "Partiya Destûra Azad", Ebîr Mûsî, dijayetiya tevgera EL-Nehda qewimiye. 
Tevahî jin destdirêjî li ser wan tê kirin. Ji ber van destdirêjî û êrîşan komeleyê berê xwe da dadweriya Tûnis her wiha me serî li cihên pêwendîdar ên girêdayî tundiyê da, em vê yekê berpirsyariya dewleta Tûnisê dibînin û tînin bîra wê ku li hemberî jinan bi erka xwe rabe û wan ji tundiyê biparêze.
Hûn neçareserkirina qanûna bi hejmara 58’an a 2017’an ji hêla hukumetê ve hat derxistin çawa dibînin?
Ez bawer dikim ku bêçalakîtî heye, ji bilî têgihîştina rastîn a pirsgirêka şîdeta li dijî jinan li Tûnisê. Lê belê, tundûtûjî tawanek e û ew berpirsyariyek kesane ye û kes berpirsiyariya xwe ji êrîş û zirarên ku ew li ser mexdûr dike digre. Çi şîdeta exlaqî, siyasî, aborî, cinsî yan madî be. Qanûnê hewl daye ku şîdeta herî mezin a gengaz vehewîne.
Yekîneyên ewlehiyê yên pispor jî hatine damezrandin ku soz bidin jinên mexdûrên şîdetê û giliyan ji jinên mexdûr werbigirin.
Ji ber vê yekê, nêrînek yekgirtî heye ka mirov çawa şîdetê ji holê radike û bi vî awayî armanca qanûnê armancek demdirêj e û ew qadeke mezin vedike ku li ser vê yekê bi perwerdeyê, di sazûman û pêş dadweriyê de bixebite. Ev hemû jî pêdivî bi çavkaniyên darayî, nemaze îradeya siyasî dibînin.
Di heman demê de pirsgirêkek di rêxistina pêşengiyê de ye ku di nebûna îradeya siyasî de tê temsîl dike jî heye. Ji ber ku hin rêgez hene ne hewceyê çavkaniyên darayî yên mezin in, ji ber vê yekê ji bo li dijî tundiyê li ber xwe bidin û wê wekî sûc bihesibînin, polîtîkayek bi navê ceza heye. Wateya wê ew e ku Wezareta Dadê, digel karmendên dozgeriya giştî, bingehan û pêşaniyên li dijî tawanan kontrol bike. Ev mekanîzma li gelek welatên cîhanê heye lê ew heya roja îro li Tûnisê nehatiye kontrolkirin.
Di rewşên şîdetê de dema ku jin gilî dikin ew neçar dimînin ku li bendê bimînin. Tedbîr pir kêm in û ji wan tê xwestin ku delîl û şahidan nîşan bidin. Ev nîşan dide ku ji bo şîdetê têkoşîn û çareserkirina wê tune ye. Gelek diyardeyên din hene ku tunebûna vîna siyasî pêşniyar dikin, di nav wan de xeberdana siyasî, ji ber ku em ji bilî Wezîra Jinan ku pirsgirêka tundûtûjiyê radixe pêş nabînin. Desthilatdar li hemberî vê yekê bêdeng dimînin wekî ku doz ne dozek be divê her kes pê re eleqedar bibe.
Mînak, li Fransa yan Îspaniyayê, her sal plansaziyên der barê pêşketina dewletê de di şerê li dijî tundiyê de hene û em dibînin ku karbidestên payebilind ew in ku vê peywirê pêk tînin lê li welatê me pirsgirêk paşguhkirî maye.
Dê bidome…