Kovara Rewşa Kesane mîrateke baviksalarî digre nav xwe

Seroka komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat Yusra Ferwas têkildarî mijarên Kovara Rewşa Kesane de tên destgirtin got: “Cudahiyeke berbiçav di navbera jin û mêr de heye, ev hemû tişt dihêlin ku jin di malbatê de bê qîmet bibin. Em van mijaran di Kovara Rewşa Kesan de bi cidî rexne dikin.”

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Seroka komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat Yusra Ferwas di beşa duyem de ji ajansa me re li ser girîngiya lêvegera Kovara Rewşa Kesane ku êdî rewşa jinan di civakê de li ber çav nagire axivî.
“Kovara Rewşa Kesane ya ku di Tebaxa 1956’an de derket, li hin jinan zilim kir û hinekan jî ji bîr kir…” Ev beşek ji axaftina we ya ji Radyo Şems FM a xwecihî ye. Bi nêrîna we jinên Tûnisê îro pêdiviya wan bi kovareke din heye, yan jî hewceyî lêveger û nûjenkirinê ne?
Kovara Rewşa Kesane, heke em wê bi hevpîşeyên wê yên li herêma Ereban re bidin ber hev, em ê bifikirin ku jinên Tûnisê bi şans in, lê armanca ku tevgera femînîst di destpêkê de li Tûnisê li ser hatiye  damezirandin ew e ku were famkirin, ev kovar di pêkanîna nirxên mirovî de dijberî hevsengiyê, di rewşa heyî de têkçûyî ye. Ev kovar li ser bingeha zayendî komek îmtiyazan dide, ev kovarek li ser bingeha sazkirina malbata Tûnisê ye. Wê hin bend û kontrolên girîng û dîrokî danîn, wekî nûjenkirina zewacê û pejirandina dozên hevberdanê li dadgehan, qedexekirina zewacê bê formulên qanûnî û hêzdarkirina jinan ku li pêş dadgehan ji bo dozên hevberdanê bisekine. Li aliyê din, wê hin îmtiyazên xweparastinê, mînak sernavê malbatê ku tenê ji bav re tê veqetandin û serokatiya malbatê jî tê de ku parastina mêr e her wiha jin nikarin berpirsyariya zarokên xwe rake ji ber ku dema jin berde û careke din bizewice, dibe ku ew ji zarokên xwe bêpar bimîne. Cudahiyeke berbiçav di navbera jin û mêr de heye, ev hemû tişt dihêlin ku jin di malbatê de bê qîmet bibin. Em van mijaran di Kovara Rewşa Kesan de bi cidî rexne dikin.
Kêmkirina Mafên Jinan di 8’ê Adarê û 13’ê Tebaxê de, we xemgîn dikin gelo û çima?
Roja 8’ê Adarê cuda ye, ew rojeke cîhanî ye ji bo parastina mafên jinan. Tevgera jinan û tevgera demokrat, di 8’ê Adarê de banga tevgerbûnê dikir da ku mafên jinan werin bidestxistin. Ew ji bidestxistina serkeftinan bêtir, rojeke nirxandinê ye. Di van salên dawî de 8’ê Adarê bû sembolek girîng wekî roja 25’ê Çileyê, Roja Cîhanî ji bo têkoşîna li dijî tundiyê ya li ser jinan, bû munasebetek ku li dijî cureyên desthildariyê ku jinan parçe dike bisekine. 
Her wiha roja ku ew hemû xeterên li ser rûyê erdê, xeterên ku jinan dikin hedef, wekî koçberî, bêparbûna jîngehek ewledar, bêpariya ji kar, mînaka herî berbiçav jî li Mexribê dema ku banê kargehê bi ser karmendan de dikeve.
Dema ku em sê awayên serdestiyê bi hev ve girê didin mînak: Serdestiya kapîtalîst, serdestiya baviksalarî û serdestiya nijadî, em fam dikin ku jin bi tiştên herî xirab ên mirovan ku serweriya li ser bingeha nijad, zayend, an jî çavkaniyên aborî, herî zêde bandor dibe. Ji ber vê yekê dîroka 8’ê Adarê ji jinan re bû sedemeke greva cîhanî. Li gelek welatan femînîst hene ku bi nepejirandina xebata bêyî heqdestê wekhev, erd ji ber lingên wan diheje.
We banga rastkirina qanûna têkildarî rêxistikirina karên navmalî kir. Kêmasiyên vê qanûnê çi ne? Ji bo ku li gorî mafên karkerên jin be dive çawa be?
Pêşnûmeya karkerên navmalî ya ku me daxwaz kir û ya ku havîna çûyî Wezîra Jinan soz da ku ew ê were gotûbêjkirin, bi rastî derbasî pêvajoya qanûndanînê ya li Parlamentoyê bû lê em beşdarî pêşnûmeya qanûnê nebûn û em şaş man dema ku ew bi gelek kêmasiyên rûniştina giştî derbas bû. Vê qanûnê bi tevahî rastiya karên navmalî yê li Tûnisê ji bîr kir û tenê behsa, karên navmalî yên ku jin bi yek kirêdar re dikin hat nîqaşkirin.
Qanûnê rewşa karkerên biyanî, yên ku ji ber koçberiyê hejmara wan gelek zêde bûye, bi tevahî ji bîr kir. Nemaze jinên koçber ên ji Efrîqayê ku di beşa karê navxweyî de dixebitin lê ew ji cebilxaneya qanûnên kevneşopî yên ku di koda kar de hatine dîtin, êş dikişînin. Ji bo nimûne ku biyaniyek li Tûnisê dixebite divê di beşa ku jê re jêhatîbûna Tûnisê tê hişyarkirin de bixebite. Her wiha divê destûrê ji Wezareta Karûbarên Civakî bistîne da ku kar bike jixwe ev tedbîr ji 1960’an ve hatiye danîn. Niha hin jinên biyanî hene ku li Tûnisê dixebitin û rastî istixlal û hemû cureyên tundiyê tên. Vê qanûnê gelek teşeyên ku divê balê bikşînin paşguh kir û deriyê istixlalê ku vê beşê xera dike negirt.
Em dizanin ku hin jin piştî ji perwerdeyê tên bêparkirin, çawa li sûkê tên firotin. Me wekî komeleyek, ji bo bêtir parastin, çavdêrî û parastina maf û rûmeta mirovan pêşniyarî pêşkêş kirin