Ebrû Gunay: Em ê li hemberî êrîşan têkoşînê mezin bikin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay mijarên di rojevê de nirxand û got: “Tu êrîş û astengî me ji kar û xebatên me venagerîne, em ê li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Enqere - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Ebrû Gunay li Navenda Giştiya partiya xwe civînek çapemaniyê li darxist û mijarên di rojevê de nirxand. Ebrû Gunay bûyera li Mêrîsînê bibîr xist û wiha got: “Ez dixwazim çend gotinan jî derbarê dijminatiya li dijî Kurdan de bibêjim. Tu rojek derbas nabe ku Kurd rastî êrîşên nîjadperest neyên. Dijminatiya li dijî Kurdan êdî sînoran nas nake. Herî dawî li Mêrsînê, malbateke Kurd rastî êrîşên nîjadperest hatin. Ev êrîş ne êrîşeke ji rêzê bû û ne bûyereke edlî bû. Di bingeha vê êrîşê de dijminatî û nîjadperestiya li dijî Kurdan heye. Her wiha polîtîkayên AKP’ê yên şer û pevçûnê rê li ber van êrîşan vedike. Em vê ferasetê baş nas dikin, ji berê heta niha em li hemberî vê hişmendiyê têkoşîna xwe dimeşînin. Mixabin êrîşkarên vê bûyerê jî 2-3 roj berê hatin berdan.”
“Êrîşkar nehatin darizandin”
Ebrû balkişand ser du ciwanên li Rûbarokê hatin gulebaran kirin û wiha dom kir: “Bûyereke din jî li navçeya Colemergê, li Rûbarokê qewimî. Leşkeran du ciwanên Kurd ên sivîl dan ber guleyan û ew birîndar kirin. Desthilatiya AKP’ê ji van herdu bûyeran re jî çav û guhê xwe girt û berpirsyarên van êrîşan nehatin darizandin. Dema ku êrîşêk li Kurdan bê kirin, helwest û nêzikatiya desthilat û berpirsyaran naguhere û ew her daîm êrîşkaran diparêzin. Em careke din van êrîşên li Kurdan tên kirin şermezar dikin û qebul nakin. Em baş dizanin di bingeha van êrişan de polîtîkayên şer ên AKP’ê hene. Dîsa di 14’ê Gulanê de, êrîşeke li hemberî avahiya me ya navendî jî pêk hat. Wekî di dîmenan de jî xuya dike, polês pêşiya êrîşkaran nagire, wan binçav nake, riya revê nîşanî wan dide. Polîs wekî ku alîgirê wan bin, êrîşkar parastin. Em dubare dikin, tu êrîş û tu astengî me ji kar û xebatên me venagerîne, em ê li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin.
Ev zilm û zordarî bingeha xwe ji tecrîdê digire. Tecrîda ku niha li girava Îmrali yê berdewam dike dibe bingeha şer, kuştin, pevçûn û dijminatiya li hemberî Kurdan. Niha girtiyên siyasî 176 roj in di zindanan de greva birçîbûnê berdewam dikin. Em careke din dibêjin, ji ber ku mafên wan tê binpêkirin em ê deng bidin dengê girtiyan û xwestekên wan xwestekên me ne.”