“Tu jî li hemberî dagirkerî û kuştina jinan roja pêşemê tevlî çalakiyê be”

Komisyona Jin a KNK’ê bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekne” çalakiyên berfireh dane destpêkirin û dosyaya di derbarê mijarê de amade kirine roja pêşemê dê radestî wezaretên welatên Ewrupayê bikin.

 
HÊVÎDAR TALÎ
Navenda Nûçeyan - Bi pêşengiya Komisyona Jin a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekine” çalakiyek berfireh hat destpêkirin. Bi vê ve girêdayî nameyek vekirî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de radestî NATO’yê hat kirin û Ji bo pêşîlêgirtina dagirkirina axa başur wê daxuyanî were dayîn û wê roja Pênşemê jî dosyaya der barê qirkirina jinên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin radestî wezaretên karên derve yên welatên navneteweyî werin kirin û wê daxwaz ji deweletên navneteweyî were kirin ku pêşî li dagirkeriya dewleta tirk û qirkirina jinan bigrin.
Der barê çalakiyên berfireh ên di bin Pêşengiya Komîsyona Jin a KNK’ê de Rêvebera KNK’ê Leyla Birlik ji Ajansa me re axivî.
“Me weke Komîsyona Jinan a KNK’ê plansaziya çalakiyan çêkir”
Rêvebera KNK’ê Leyla Birlik der barê destpêkirina çalakiyên wan ên berfireh de ev nirxandinan kir: “Wekî tê zanîn di 24’ê Nîsanê de dewleta Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike êrîş da destpêkirin. Me wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi endamên KNK’ê Jin re civînek li dar xist. Armanca me wekî Kongreya Neteweyî ew e ku em çawa li hemberî van êrîşan bisekinin. Me bi Komîsyona Jinan a KNK’ê re plansaziyek çêkir. Dewleta Tirk ev 70 sal in dewletek endamê NATO’yê ye. NATO li hemû cîhanê hêzeke gelek mezin e. Me ji bo NATO’yê wekî jinên Kurd kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û me nameyek vekirî jê re şand û me got ku divê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bisekine.”
“Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e”
Leyla Bîrlîk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd û wiha domand: “Dema ku dewleta Tirk deverekê dixwaze dagir bike, destpêkê gelê wê herêmê di qirkirinê re derbas dike. Li Kurdistanê wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û niha jî li Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Kurd li ser xaka xwe azad nejî bi awayek qirkirinê êrîş dibe ser. Bi taybetî di vê qirkirinê de jinan dike armanc. Armanca dewleta Tirk a yekem qirkirina gelê Kurd û ya duyem jî qirkirina jinên Kurd e. Ev yek me li Efrînê dît. Talankirin û xirakirin li aliyekê armanca duyem jî qirkirina jinan e. Revandin tecawizkirin heta niha jî qirkirina jinan li Efrînê didome. Ji ber wê jî li hemberî vê dagirkeriyê NATO bi bêdengiya xwe çav li qirkirina gelan digre.”
“Ji bo Kongreya Neteweyî pêk were em kar didin meşandin”
Leyla Bîrlîk der barê çalakiyên wan ên berfireh ku dane destpêkirina de ev agahî da: “Me jî weke Komîsyona Jinên KNK’ê em ji NATO’yê re dibêjin werin li nirxên xwe xwedî derbikevin û me weke jin ji NATO’yê re nameyek vekirî şand. Li ber wezaretên dewletên endamên NATO’yê yên wekî Fransa, Elmanya û welatên din roja pênşemê di demjimêr 13-14’ê yê Ewropayê de em ê amade bibin. Weke endamên KNK Jin dosyaya ku me li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk amade kiriye em ê radestî wezaretên wan ên karê derve bikin. Hem ji bangawaziya me ji wan wezaretên karên derve yên dewletên navneteweyî ew e ku li pêşiya vê dagirkeriya li ser axa Başûrê Kurdistanê û qirkirina jinan bisekinin. Li Başûrê Kurdistanê jî di pêşengiya KNK Jin de hevdîtin bi partiyên li Başûr re were kirin ka çawa li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û da ku Kongreya Neteweyî pêk were em kar didin meşandin.” 
Hun dikarin bi rêya http://chng.it/YPKtqXnG beşdarî kampanya îmzeyan a bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekine” bibin.