Jinên ciwan ên Mexribê ji bo beşdarbûna siyasetê piştgirî didin jinên gundan

Kampanyaya Jimarî ya ku ji hêla Komeleya Jinên Ciwan ve ji bo demokrasiyê dest pê kiriye hişt ku jinên gundan, karmend, xwendekar û yên ne xwendekar bi daxwaz û pirsgirêkên ku li pêş beşdarbûna siyasetê dibin astengî bizanibin.

HENAN HARIT 
Mexrib- Hejmara jinên li gundên Mexribê dijîn, bi qasî şeş milyon tê texmînkirin ku ev yek ji sedî 49,2 yê nifûsa giştî ya gundan e û bi vî rengî hêz û potansiyelek girîng a mirovî dimîne, nemaze ji ber ku ji sedî 59,4 ji wan ji koma temenê çalak in, temenê wan di navbera 15-59 salan de ye.
Di demeke ku li gundên Mexribê rêjeya keçên xwenda di asteke baş de zêde dibe, di qonaxên din dijwar û girtî dimînin ew jî ji ber sedemên civakî, aborî, çandî û akademîk in.
Koma mezin a jin û keçên li bejahiya Mexribê dûrî beşdariya siyasî ye. Gelo astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin çi ne ku nikarin beşdarî karên siyasî bibin.
Kampanyaya jimarî
Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoye û kolektîfên li Mexribê ku biryar hatiye girtin dê di meha Îlonê de dest pê bike, starta kampanyaya jimarî hatiye dayîn ku hefteya borî hatibû destpêkirin û dê heya destpêka kampanyaya hilbijartinê bidome. Ji ber ku ev beşên civakê bi navê jinên gundî, kes û karkerên nexwendî hatine kategorîzekirin, nikarin beşdarî siyasetê bibin. 
Kampanyaya jimarî ya ku ji bo demokrasiyê ji aliyê “Komeleya Jinên Ciwan" ve, di bin navê "Sly" de, bi zimanê Emazîxî ku tê wateya "guh bide min" organîz dike maf da jinan ku li ser helwesta xwe ya der barê beşdariya siyasî û hêviyên xwe de biaxivin.
Keçeke 30 salî ya ji navçeyên bajarê Benî Melek e dibêje ku ji ber tunebûna zanîngeheke nêzî herêma wê, ew nikaribûye xwendina xwe ya zanîngehê berdewam bike. Bi riya televîzyon û rojnameyan siyasetê dişopîne lê tu partî li gundê wê tune ye ku bi wan re beşdar bibe.
Astengiyên tevlibûna karên siyasetê
Endama ji bo demokrasiyê Komeleya Ciwan Ciwan, Sara Socar ji ajansa me re der barê, kampanyaya "guh bide min" de axivî û wiha got: “Komele girîngî dide tevlibûna siyasetê ya jinên gundan ên nexwendî ne û tu karî nakin. Her wiha bi vê kampanyayê em karmendên di kategoriyên ne fermî de hedef digrin. Ji ber ku ev kategorî nikarin derbasî siyasetê bibin. Bi riya vê hemleyê em dixwazin xwe nêzî van kategoriyan bikin da ku bi wan bidin naskirin ku beşdariya siyasetê ji her jinê re vekiriye û bandora wan di biryara siyasî de heye.”
Wekî hejmarek tên dîtin
Sara Socar da zanîn ku nîqaşên gelemperî li welat bi awayê cidî bi van jinan re nayên kirin yan ew wekî hejmarek ji bo dengdanê ku dikare were kirîn an jî nikare bibe xwedî kesayetek xurt kêm tê dîtin ku nikare bandorê li ser biryara siyasî bike tê hesibandin û got:
“Bernameyên bi vî rengî dibin sedem ku jin rolên xwe wekî çalakvaneke siyasî û hilbijêr bizanibin.”
Armanca hemleyê
Der barê armancên hemleyê de Sara Socar destnîşan dike ku armanca pêwendiya bi jinên li gundan re ew e ku beşdarnebûna vê kategoriyê di karên siyasî û hizbî de bê naskirin.
Sara Socar şîrove dike ku girîngiya beşdariya siyasî ji jinan re di rewşeke lawaz de ye, nabe ku jin wekî kart bên bikaranîn ji ber ku beşdariya wan hewce ye.
Siyaset ne zehmet e
Ji aliyê xwe ve, çalakvana mafên mirovan Buşra El-Şetwanî diyar kir ku nabe beşdariya siyasetê ya jinên li gundan bi dengdan û namzedbûnê were kêmkirin. Lê berevajî, wê girîngiya bi beşdariya siyasetê divê bi riya peydakirina qadên guncaw ji bo nîqaşê û afirandina nîqaşeke giştî ku tê de doza jinan amade be bibe. Hemleya "guh bide min" hewl dide vê yekê pêk bîne. Tevî ku jin di kîjan rewşê de be, siyaset ji wê ne dûr e, siyaset ne zehmet e û ne jî tiştek ku neyê zanîn û famkirin e loma jî her jin, li her beşa civakî dikare hînî  pratîka siyasetê bibe.
Buşra EL-Şetwanî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bêyî amûrên demokrasiyê ew nikarin bigihîjin beşdariyeke siyasî û aktîf ji jinan re. Ne tenê ji saziyên hizbî û siyasî re lê belê hêzdarbûna wan di biryara siyasî ya giştî de jî bû sedem ku em welatê dixwazin ji xwe re ava bikin û bi awayekî hevpar bi hev re bijîn.