Pervîn Buldan: Ji bo pêşeroja Tirkiyê hilbijartina pêşwext şerte

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan serdana karkerên tekstîlê kir û cejna wan pîroz kir û di hevdîtinê de diyar kir ku ji bo dahatuya karkeran hilbijartin şerte.

Stenbol - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li navçeya Pendîkê ya Stenbolê li taxa Kaynarcayê serdana karkerên tekstîlê kir. Di serdanê de Pervîn Buldan bal kişande ser êrîşa li ser navenda giştî ya partiya wan û got ku li pişt êrîşa li ser partiya wan, di serî de Wezîrê Karê Navxweyî û hikûmeta tirk heye û wiha berdewam kir: ''Wezîrê Karê Navxweyî bi lezgînî divê îstîfa bike. Ji ber ku HDP ne partiyeke biçûk û ji rêzê ye. Bi milyonan mirov dengê xwe danê. Divê êrîşa li ser HDP'ê ewqas hêsan neyê dîtin. Em êrîşê şermezar dikin û dixwazin berpirs werin dîtin.''
Pervîn Buldan diyar kir ku AKP nema dikare Tirkiyeyê rê ve bibe, careke dî banga hilbijartina pêşwext kir û got: ''Ji bo dahatuya hevpar a gelên Tirkiyê, ji bo dahatuya karker, kedkar, jin, zarok, ciwanann hilbijartina pêşwext pêwist e.''
Pervîn Buldan bal kişand ser êrîşa li Mêrsînê jî û got ku li pişt her êrîşa li ser Kurdan rêveberên Tirkiyê hene.