Jinên Tûnisê peywira Najla Boden bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirin

Komeleyên femînîst ên li Tûnisê biryara tayînkirina Najle Boden ji serokwezîriyê re û ji bo erkdarkirina avakirina hikûmetek nû, bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirin.

ZIHUR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Piştî bidawîbûna her şerî, ji bo ku aştî li cihanê belav bibe rola jinan girîng e. Piştî ku li Tûnisê gelek qeyran hatin jiyîn, Najla Boden di 29’ê Îlonê de bû serokwezîra hat Tûnisê û ji bo avakirina hikûmetek nû hat erkdarkirin.
Komeleyên femînîst ên li Tûnisê bi kêfxweşiyek mezin biryara tayînkirina Najle Boden ji bo serokwezîriyê re pêşwazî kirin. Di dîroka welat de yekem e ku jinek dibe serokwezîr. Femînîstên Tûnisê vê rewşa ku piştî ewqas salan pêk hat wekî serkeftinek baş ji bo jinên Tûnisê nirxandin.
Biryara erkdarkirina Najle Boden ji her kesê re bû surprîzek
Parêzer Laila Haddad a ku di meclisa ku kar lê hatine rawestandin de wekîl e ji ajansa me re wiha got: "Biryara Serokomar Qais Saed ji bo erkdarkirina Najle Boden ji bo avakirina hikumeta nû ji derveyî peyama demokrat ji hemû kesên ku banga demokrasiyê dikin re bû wek surprîzek.”
Parêzer Laila Haddad da zanîn ku erkdarkirina jinek wek serokwezîr, peyameke erênî û rûmetdar e ji bo têkoşîna jinan û serkeftina Najla Boden di rêveberiya hikumetê de dê derfetan ji bo jinan veke ku di demên pêş de bikaribin armcanên xwe pêk bînin.
Jinên Tûnisê cesaret û hêza xwe di pêşketina welat û gelek mijarên hesas de îsbat kirin
Rojnamevan û aktîvîsta mafên mirovan Basma Saidia piştgiriya xwe ji Najle Boden re anî ziman û got: "Jinên Tûnisê cesaret û hêza xwe di pêşketina welat û gelek mijarên hesas de îsbat kirine. Dem hat ku jin di rêveberiya welat de rolên mezin bilîzin. Jixwe tê zanîn ku van erkan ji bo jinan hatibûn qedexekirin. Lê gelek wateyên erkdarkirina wan hene, yek ji wan jî dûrî hesabên siyasî yên teng, keda jinan û zîhniyeta baviksalar dê ev welat bi keda jin û mêran bi pêş bikeve, gelek tiştên ku xirab bûne dê çêbibin.”
“Ji bo dozên lezgîn piştirî didim Najle Boden”
Li aliyê din wezîra jin a berê Naziha AL-Obeidi biryara erkdarkirina Najla Boden bi kêfxweşî pêşwazî kir û wiha got: "Ev yek tê wateya îtîrafkirina mafên jinên Tûnisê ji bo wezîfeyên hesas. Ez ji bo dozên lezgîn piştgirî didim Najle Boden.”
Jinên Tûnisî bi salan ji bo mafên xwe têkoşiyan
Aktîvîsta femînîst û şanoger Samah Mosbah dît ku Tûnis ji bajarên yekem ku prensîba rizgariya jinan teqez kir û derfetên wekhev ji bo herdu zayendan bi pêş xist. Jinên Tûnisê bi salan ji bo mafên xwe têkoşiyan. Bandorên wan, ji ber hêz û qudreta wan a rêvebirinê di hemû waran de ji pêşketina civakê pêk tên.
Samah Mosbah diyar kir ku erkdarkirina jinek wek serokwezîr, li ser nêrîna civakê ya der barê jinan de dê şaxekî girîng di mîrata çandî û civakî de çêbike. Di her cara ku jin gavên pêşketî davêjin de, nêrîna civakê ya biçûk, nebes pê re lawaz dibe û diguhere. Biryarên bi vî rengî, zîhniyeta baviksala eşkere dike.
Aktîvîsta femînîst û şanoger Samah Mosbah di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em nikarin destnîşankirina jineke Tûnisê wek serokwezîr înkar bikin lê di heman demê de dema ku em li benda encaman bin divê jêhatîbûn li ber çavan bên girtin.”
Jin dikarin dewleta Tûnisê li ser bingeha wekheviya zayendî ava bikin
Komeleya "Dengê Jinan" di daxuyaniyek xwe de erkdarkirina jinek ji bo avakirina hikûmetek nû nirxand û hêviya xwe di tayînkirina jineke Tûnisê ji bo peywira seroktiyê de anî ziman û diyar kir ku ew bawer dikin dê jinên Tûnisê bikaribin dewleta Tûnisê li ser bingeha wekheviya zayendî ava bikin.