rojane
-

‘Ji bo azadiyê pêkanîna mafê hêviyê divê bibe gaveke lezgîn’
Li wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo naskirina ‘mafê hêviyê’ yê di hiqûqa navneteweyî de, meşeke girseyî hat lidarxistin.
-

RONAK: Êrîşa li dijî NûJINHA hewldana bêdengkirina dengê jina ne
Federasyona Jinên Rojhilatê Kurdistanê (RONAK), bi daxuyaniyek nivîskî êrîş û gefên li dijî ajansa me NûJINHA şermezar kir.
-

Rêxistinên hiqûqî: Mafê nefeqeyê mafek krîtîk e
Rêxistinên hiqûqî ji bo protestokirina rêziknameyên derbarê mafên nefeqeyê de li ber Dadgeha Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
-

Li Îranê girtina jinan û sewqkirina ji bo girtîgehan didome
Li Îranê gelek aktivîst û beşdarên xwepêşandanan yên tên girtin, cezayên girtîgehê ên demdirêj lê tên birîn û wan sewqî qawîşên hikûmxwariyên ji sûcên giran hatine girtin, tên kirin.
-

82 xelatgirên Nobelê nameyek nû ji KE re şandin
82 xelatgirên Nobelê nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de hatiye gotin ku: "Di vê kêliya krîtîk de pêwîstiya cîhanê bi lezgînî bi lîderên dilsozê aştiyê heye."
-

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Silêmaniyê bazarek heftane vekir
Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ji bo piştgiriya hilberîna herêmî bi berhemên xwemalî û çandiniyê yên xwendekaran bazarek heftane li dar xist.
-

Hêjmara kesên ku ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dide zêde dibe
Hejmara bûyer û mirinan di şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê de her roja diçe zêde bibe. Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê ragihand ku hejmara bûyerên Ebolayê yên piştrastkirî gihîştiye 550.
-

Li Tûnisê forûma Ereb kalîteya perwerda di saziyên zarokan de nîqaş kir
Di forûma Ereb a li Tûnisê hat lidarxistin de, kalîteya perwerdê ya di saziyên zarokatiya zû de hate nîqaşkirin. Armanca forûmê, başkirina kalîteya xizmetên perwerdê ye û hewl dide ku hemû zarok bighên xizmeta perwerda wekhev.
-

Kampanyaya ‘‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’: 49 girtî hatine darve kirin
Kampanyaya ‘‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ji bo piştgiriya xwepêşandanên xwendekaran, destnîşan kir ku ji destpêka Hezîranê ve herî kêm 49 girtî hatine darvekirin.
-
Pêleke nû ya girtina jinan li Herata Efganistanê
Hêzên "fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê" yên Talîbanê li Herata Efganistanê pêleke nû ya girtinê dane destpêkirin ku ber ku qaşo rêzikên hîcabkirina mecbûrî pêk naynin, jinan hedef digirin.
-

Bajarê jinan Cizîra Botan: Em ê bajarekî bi rengê jinan ava bikin
Hevşaredara Cizîra Botan Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku wan saziyên jinan ên qeyûman girtibûn ji nû ve vekirine, ji bo xebatên bajarê jinan civînan li dar dixin û got: “Bajarê jinan, modela jiyana wekhev a bi mîrasa berxwedana jinan hatiye avakirin e.”
-

Çalakvanên Mexmûrê: Dewleta Tirk hemû qanûnên navnetewî binpê dike
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 203’an, di roja 1054’an de didome.
-

Li Şîrazê sê parêzer hate girtin
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê sê parêzerên bi navê Nazanin Salari, Mahmoud Taravatrooy û Massoud Ehmedian bi tohmetên ewlehiyê sê sal cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derketina ji derveyê welat li wan birî.
-

Talîbanê dayîkek û keça wê qetil kir
Di 8’ê Gulanê de, endamên Talîbanê êrîşî maleke kirin û hewl dan Sara Yousefi birevînin. Dema ku diya wê, Chiman Hosseinzadeh, li ber xwe da, endamên Talîbanê hem dê û hem jî keç kuştin.
-

Meclîsa Gel a Şengalê: Konseya Ewropa bila erka xwe pêkbîne
Ji aliyê Meclîsa Gel a Şengalê ve ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li mafên mirovan, CPT û hemû cihên peywendîdar têkirin da ku bi erka xwe ya mirovî rabin.
-

"Xelata Rêbertiya Jinan a Cîhanî" îsal li Stenbolê hate pêşkêş kirin
Xelata Rêbertiya Jinan a Cîhanî, ku di çarçoveya Civîna Jinan a Cîhanî de ji bo rêzgirtina li hewildanên piştgiriya beşdariya xurttir a jin û keçan di jiyana aborî û civakî de tê dayîn, îsal li Stenbolê hate pêşkêş kirin.
-

Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar
Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinê, encamnameya konferansa ku du roj berdewam kir eşkere kir.
-

Serlêdanên pêşbirka Gurbetellî Ersoz destpêkir
Serlêdanên ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jin a Gurbetellî Ersoz a ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve dest pê kir. Serlêdan dê heta 25’ê Îlonê berdewam bike.
-

Rojnamevan Sema Bîngol bû hedefa medyaya alîgirên hikûmetê
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol ku di dema bîranîna Ethem Sarisûlûk de li Enqerê di 1’ê Hezîranê de hatibû binçavkirin û piştre serbest berdan, bû hedefa dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê.
-

Kongra Star: Gotinên Rahmî Koç nikarin tenê wek îfadeyek kesane bên hesibandin
Koordînasyona Kongra Star bertek nîşanî daxuyaniyên karsaz Rahmî Koç ên derbarê jinên Kurd de da û diyar kir ku ev gotin nikarin tenê wek daxuyaniyek takekesî an jî xeletiyek zimanî bên hesibandin.