rojane
-

4’ê Hezîranê: Zagon û civak bi berpirsyariya parastina zarokan re rûbirû ne
4’ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Şer e lê hê jî mafên zarokan hem ji aliyê civakî hem jî zagonî ve nayên parastin. Li Iraqê bi guherîna zagona der barê mafên zarokan re, zarok bi destdirêjiya sîstematîk û zewacê re rûbirû ne.
-

Dayîkek û 2 zarokên wê ku li Suweydayê hatibûn revandin hatin berdan
Saba Zarîfe û her du zarokên wê ku li ser rêya Şam-Suweyda ya Sûriyeyê ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin, piştî zêdetirî hefteyekê dîlgirtinê hatin berdan.
-

Koçberên Serêkaniyê: Ewlehî ji bo me tiştê herî girîng e
Koçberên Serêkaniyê ku tevî hevpeymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de jî nikarin vegerin ser axa xwe, ragihandin ku di demên dawî de gelek caran behsa yekbûn û entegrasyonê hatiye kirin, lê wan bandora wê nedîtine.
-

Pankarta ji bo piştgiriya YPJ’ê hate sansurkirin
Li bajarê Hamburg yê Elmanyayê pankarteke mezin a piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dike ji aliyê polîsan ve hate sansurkirin.
-

Komeleya Jinên Demokrat ên Tunisê: Mafê azadiya derbirînê ne sûce
Komeleyên Jinên Demokrat ên Tunisê ji bo lêpirsîna ku piştê 4 sal şûnde hatiye vekirin daxuyaniyek da. Komeleyê piştgiriya xwe ji bo pêkhateyên civaka sivîl a demokratîk ên ku ji bo azadî, rûmet, wekhevî û edaletê têdikoşin tekez kir.
-

UNICEF: Cîhan ji bo zarokan ne ewle ye
Li gorî daneyên herî dawî yên UNICEF’ê, her çend nifûsa cîhanê ji 8.3 milyarî derbas dibe jî, bi qasî 2.4 milyar ji wan zarok û ciwanên di bin 18 salî de ne. Lêbelê, şert û mercên jiyana van zarokan pir ne wekhev in.
-

Însiyatîfa Sûriyeyê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şand
Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Dê Komîteya Wezîran di navbera 9-11’ê Hezîranê de bicive.
-

Li Tûnisê lêpirsînên piştî 4 salan
Doza xwepêşandanên li dijî referandûma destûrî ya Serok Kais Saîd a li Tunisê ya di sala 2022’an de pêk hatibû, ji nû ve hate vekirin. Gazîkirina gelek çalakvanan ji bo lêpirsînê ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, rastî rexneyên rêxistinên mafên mirovan hat.
-

Ji Yekîtiya Nivîskarên Îranê hişyariya ji ber şer û zextê
Yekîtiya Nivîskarên Îranê di daxuyaniya nû de zêdebûna zextên navxweyî ya hikûmeta Îranê şermezar kir û diyar kir ku gelê Îranê ‘xwediyê tekane yê çarenûsa xwe ye’.
-

Fikarên der barê rewşa Fatemeh Sepahrî de zêde dibin û Zehra Arefimehr hat girtin
Li Îranê fikarên der barê rewşa tenduristiya girtiya siyasî Fatimeh Sepahrî ku di nava kesên nameya daxwaza îstifaya Elî Xamîneyî dikir îmze kiribû de bû, zêde dibin. Mamoste û hunermend Zehra Arefimehr piştî danişînê hat girtin û şandin girtîgehê.
-

Zextên li dijî girtiyên siyasî yên girtîgeha Evînê zêde dibin
10 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê, ji hevdîtina bi telefonê û vekirî ya bi malbatên xwere bê par tên hiştin. Ev qedexe piştî xwepêşandanên wan ên li dijî darvekirinan hatine pêkanîn.
-

DFG: Nêzîkatiya ji çapemeniya azad re jî nêzîkatiyek ji bo demokrasiyê ye
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku di mehek dawî de 5 rojnamevan hatine binçavkirin, li dijî 5 rojnamevanan doz hatiye vekirin û rojnamevanek jî hatiye girtin.
-

Sûdan yek ji krîzên mirovî yên xirab ên cîhanê dijî
Raporên meydanî piştrast dikin ku zêdebûna êrîşên bi balafirên bêmirov li Sûdanê êşa sivîlan û hejmara kuştiyan zêde dike, her wiha ji ber şerên berdewam ên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi hezaran malbatan neçarî koçberiyê kirine.
-

Amnesty: Li Îranê bi dehan xwepêşander û girtiyên siyasî li ber darvekirinê ne
Li gorî raporê Rêxistina Efûya Navneteweyî, herî kêm 78 xwepêşander, muxalifên siyasî û kesên ku bi komên muxalefetê ve girêdayî ne niha bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne.
-

SOHR: Ji serê salê ve di bûyerên li Sûriyeyê de 222 kes mirin
SOHR’ê ragihand ku ji destpêka 2026’an heta niha sûcên edlî bi awayek balkêş zêde bûne. Navendê 201 bûyerên kuştinê li bajarên cuda yên Sûriyeyê ku 222 kes mirine, belge kir. Ev nîşan dide ku ji ber rewşa ewlehî û civakî ya xirab tundî zêde dibe.
-

Soma Xalit: Nahêlin rojnamevanên jin tevlî qada biryardayîna siyasî bin
Rojnamevan Soma Xalit ku balkişand ser astengiyên li pêşiya jinan ên ji bo nikaribin tevlî qadên biryardayînê yên siyasî bibin û destnîşan kir ku ji jinan re destek bê dayîn, ew ê karibin civakê birêve bibin.
-

Helbestvana Îranî Homa Mîrafşar koça dawî kir
Helbestvan û stranbêja Îranî ya bi nav û deng Homa Mîrafşar piştî salên dirêj ji tekoşîna li dijî nexweşiya Alzahayîmer di 82 saliya xwe de koça dawî kir.
-

Nûçegihan Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Sema Bîngol û 7 kesên din ku duh hatibûn binçavkirin, piştî kontrola li nexweşxaneyê hatin berdan. Karûbarên îfadedayînê ya 16 kesan li edliyeyê berdewam dike.
-

Li bajarên cuda yên Îranê xwepêşandanên xwendekaran
Bi sedan xwendekaran li bajarên cuda yên Îranê ji ber zêdebûna giraniya navîniya notan û bandora şert û mercên şer li ser pêvajoya amadekariya azmûnê xwepêşandan li dar xistin.
-

Li Îranê girtina jinên xwepêşander didome
Xwepêşander Meryem Babacanî, derhêner û fîlmçêker Semîra Nuruz Nasirî û aktivîsta civaka sivîl Sûrî Babayî Çegînî ku di demên cuda de ji ber beşdarî xwepêşandanan bûne hatin girtin, cezayên girtîgehê li wan hat birîn.