rojane
-

Meclîsa Îştar starta çalakiyên 8’ê Adarê da
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê di bin dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Bi Ramanên Rêber Apo Kezî û Jiyana Xwe Bihûnin’ de, bi daxuyaniyek starta çalakiyên 8’ê Adarê da.
-

Li Xezayê xeteriya li ser sivîlan didome
Zîvala Xezayê, ji ber ku sînordarkirinên Îsraîlê ya alîkariyên mirovî bi rewşa mirovî ya ku roj bi roj xirab dibe re rû bi rû ye. UNRWA’yê, destnîşan kir ku sivîl di bin xetereyek zêde de ne.
-

Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê hatin girtin
Aktîvîsta civaka sivil Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê Vefa Salehî, hatin girtin û sewqî beşên giştî yên du girtîgehên cuda hatin kirin.
-

Malbatên dîlgirtiyan çalakî li darxistin
Şêniyên bajarê Qamişlo û malbatên dîlgirtî ji bo zarokên xwe yên ku di destê çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê de dîl girtîne meşeke girseyî lidar xistin.
-

Stres bandorê li ser bedena jinê dike
Vegotinên zêde yên jinan ên li ser bêserûberiya regilê, xwînjêçûnên tund û weşandina porê yên ku jin difikirin bi stresa kronîk re girêdayî ye, di nûçeya rojnameya "Payam Ma" ya îro de hate weşandin.
-

Dijminatiya li hember jinê
Dîmenê ku hêzên rejîma Îranê tundiyê li jinekê dikin ji aliyê Hengawê ve hate weşandin.
-

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva girseyî dest pê dike
Xwepêşandanên ku di 25’ê Kanûna 2025’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, bi grevên giştî yên xwendekaran didome.
-

Li Sûdanê binçavkirina bijîşkan zêde dibe
Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku di rojên dawî de hinek bijîşkan ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine girtin û diyar kir ku rewşa xebatkarên tenduristiyê xirabtir dibe.
-

Li Kobanê li dijî teslîmiyetê berxwedan didome
Li Kobanê ya di bin êrîşên cîhadîstan, peymanên binpêkirî û dorpêça giran de ye, gel ferzkirina teslîmiyetê red kir. Bajarê ku deriyên xwe ji bo 200 hezar penaberan vekir, li dijî ferzkirina "an îmha an jî teslîmbûnê" riya berxwedanê hilbijart.
-

Peyman Viyan: Yekîtî daxwaza gelê Kurd e
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan got ku di vê pêvajoyê de, ruhê neteweyî di nava civakê de zêde bûye, ev yek ji bo Rojhilatê Kurdistanê gelek girîng e û got: “Îran bi salan e hewl dide bi darvekirin, zext û zordariyê desthilatdariya xwe biparêze.”
-

Xwişk û Biratiya Gelan: wijdan û wêrekiya ji bo wekheviyê
Wekî ku Rêber APO dubare dubare gotiye, “Li cihê ku mafên wekhev tune bin, mirov nikare behsa qanûna xwişk û biratiyê bike.”
-

Jinên Êzidî: Em li dora hêzên xweyî parastinê bibin yek
Piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yên têkildarî Şengalê û hewldana artêşa Îraqê ya ji bo berhevkirina çekên li vir, jinên êzidî hişyariya“Em ji van hewldanên bêparastin hiştina civaka me re dibêjin pêş amadehiya fermaneke nû ye."
-

‘Em jî weke şêniyên Serêkaniyê daxwaza vegera bi ewle dikin’
Jinên koçber ên ji bajarê Serêkaniya dagirkirî ku li bajarê Qamişloyê bi cih bûne, dan zanîn ku daxwaza vegera bi ewle ye ew dixwazin bi rûmet û bi di mercen bi ewle û bi temînat de vegerin ser axa pîr û kalên xwe.
-

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 27’ê Sibatê de peyamek nû parve bike
Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê wê 27’ê Sibatê daxuyaniyek bide û tê pêşbînîkirin ku peyamek ya Rêber Apo têkildarî pêvajoyê parve bike.
-

Cara yekemîn e ku jinek dibe Seroka Dadgeha Hêzên Asayişê
Li Herêma Kurdistanê cara yekemîne efsereke jin ya binavê Çira Ehmed Letîf wek Seroka Dadgeha Hêzên Asayişa Hindirîn tê tayînkirin. Ev yek ji bo xurtkirina cihê jinan di warên leşkerî û yasayî de wekî gaveke girîng tê dîtin.
-

26 Rêxistinên sivîl û tevgerên jin name ji MENY re name şandin
26 rêxistinên sivîl û tevgerên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest statuya YPJ’ê bê parastin.
-

FRA: Jinên Ûkraynayî rastî tundiyê hatin
Li gorî rapora Ajansa Mafên Sereke ya Yekîtiya Ewropayê (FRA) ya têkildarî jinên ku ji ber şerê Ûkraynayê berê xwe dane welatên YE’yê, ji her çar jinan yek rastî tundiya fizîkî an jî zayendî hatiye.
-

Li Yemenê qeyrana mirovî kûrtir dibe
Li gorî rapora NY’ê, pevçûnên ku zêdetirî deh sal in koçberbûna li Yemenê mayînde kiriye. Li welat nêzî 4.8 milyon kes di kampan de an jî di şert û mercên nebaş de dijîn û 19.5 milyon kes jî hewceyê alîkariya mirovî ne.
-

Tulay Hatîmogullari: Divê Ocalan di şertên azad de bixebite
Tulay Hatimogullari, wiha got: “Birêz Ocalan û tevgera wî ji bo aştiyê gavên pêwîst avetin. Divê dewlet jî li gor vê bangê bi avetina gavan re pêvajoyê derbasî merhaleyeke nû bikin.
-

Çalakiyên xwendekaran li zanîngehên Îranê berdewam dikin
Bi destpêkirina heyama akademîk a nû re, xwendekarên zanîngehên Îranê meş û çalakiyên rûniştinê li dar dixin. Mudaxelyên li dijî xwepêşanderan û tedbîrên ewlehiyê yên tund, rageşiyên li kampusan zêde kir.