rojane
-

Li Xezayê 642 kesên din hatin qetilkirin
Li Xezayê hejmara kesên bi êrîşên hêzên Îsraîlê tên kuştin zêde dibe. Navenda Mafên Mirovan a Xezayê, ragihand ku hejmara Filistîniyên ji dema destpêkirina agirbestê ve hatine kuştin jin û zarok jî di nav de bû 642.
-

Li peravên Lîbyayê 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Lîbyayê ya li Rojhilatê Trablusê trajediyek din hate jiyîn. Li herêma Quasr El-Axyarê 3 jê zarok cenazeyê 7 koçberan hate dîtin.
-

Kampa Holê hat girtin
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kampa Holê ya li başûrê Hesekê piştî derxistina niştecihên wê, girt. Dîmenên şewitandina konên kampê li ser înternetê belav bûn.
-

Rejîma Îranê der barê girtiyek siyasî de dosyayek nû amade kir
Rejîma Îranê tepisandin û bêdengkirina jinan didomîne divê çarçoveyê de der barê girtiya siyasî ya bi navê Ferûx Taghî Pûr ku li girtîgeha Evînê tê girtin dosyayek nû amade kir.
-

Pirsên rojnamevan ji Abdullah Ocalan bikin
Rojnameya Yenî Yaşamê, pirsên bi sernavên pirsgirêka Kurd, Pêvajoya Aştiyê, Rojava, Komara Demokratîk û Azadiya Jinan ku rojnamevan dixwazin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pirsîn, weşand.
-

Li Sûdanê mayîn teqiya: 3 jê zarok 9 kes mirin
Li bajarê Kerdevan ê Sûdanê bi erebeyekê de mayîn teqiya. Di encama teqînê de 3 jê zarok, 9 kes mirin.
-

Di bin siya zextê de xwelênêrîna wek têkoşînê
Li Îranê piştî komkujiyên zivistana 2026’an û berdewamiya zextê, pêlek bêhêvîtî û hêrsa kombûyî tenduristiya derûnî ya civakê tehdît dikin.
-

Leyla Musa: Li Sûriyeyê rêya diçe aramiyê ji lihevkirinê derbas dibe
Sûriye, hê ji şerê demdirêj û tevlîhev û bandorên siyasî, civakî û aborî derneketiye. Nûnera Konseya Sûriyeya Demokratîk a Misrê Leyla Musa diyar kir ku rêya aramiya li Sûriyeyê ne ji dûrxistinê ji lihevkirinê derbas dibe.
-

Sê jinên Yemenê wezaretên girîng girtin
Jinên Yemenê, di encama têkoşîna demdirêj a ji bo gihîştina mekanîzmayên biryargirtinê de, sê jin tayînî wezaretan kirin, lê belê ev rêje hê jî di bin rêjeya kotaya ji sedî 30 ya ku saziyên navneteweyî pêşniyar kirine de ne.
-

Bersiva dayîkên Kobanê: Armanca me, pêşketin û serkeftin e
Dayîkên li Kobanê ku di meha Remezanê de tevî dorpêçê jî li dijî hemû şert û mercên dijwar ên şer, koçberî û gefa tunekirinê ya tê ferzkirin têkoşîna xwe didomînin, dibêjin “Armanca me, pêşketin û serkeftin e.”
-

Nexweşxaneya Şehîd Xebat bê navber dixebite
Endamên Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Qamişloyê, diyar dikin ku ji 10 salan zêdetir e ku di rewşên awarte de li vir her kes bi rengekî fedayî tevlî xebatan dibe.
-

Li Îtalya yê panela ‘Rojava Biparêze’ hate lidarxistin
Li bajarê Parma yê Îtalyayê, bi sedan Îtalî û Kurdistanî bi banga Tora Piştevaniyê ya Kurdistan (Rete Kurdistan Parma) û Malfattorî li hev civiiyan û çalakiya “Defend Rojava” (Rojava Biparêze) li dar xistin.
-

Li navçeya Merawî ya Sûdanê nexweşiya Dang Humma zêde dibe
Piştî zêdebûna bûyerên taya Dang Humma li bajarê Merawî yê Sûdanê, Rêveberiya Giştî ya Rewşên Awarte yên Tenduristiyê û Kontrol kirina Epîdemîk a Wezareta Tenduristiyê ya Dewleta Bakur a Sûdanê bang li welatiyan kir.
-

Li Şengalê tevgera artêşa Iraqê
Piştî gefên wezîrê Tirk Hakan Fîdan ên dijî Şengalê, artêşa Iraqê bêyî hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê, dixwaze noqteyeke nû ya leşkerî li seytereya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê ya li ser rêya Geliyê Kersê û Sinûnê çêbike.
-

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn: Fedakariyên şehîdan û yekitiya Kurdan êriş rawestandin
Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li bajarê Dêrikê di civînekê de, diyar kirin ku yekitiya Kurdan bû bingeha rawestandina êrişên li ser Rojava û behsa girîngiya rakirina dorpêça li ser Kobanê û vegera koçberan ji bo malên xwe kirin.
-

TJA: “Em ê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî cîhanê belav bikin”
TJA’yê li navçeya Qoserê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin û da zanîn ku wê azadiya jinan a bi têkoşîna rêxistinkirî bi ser bikeve. Di axaftinên hatin kirin de, peyama mezinkirina berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” hate dayîn.
-

Artêşa Iraqê xwe ji Taxa Newroz ya li Kerkukê vekişand
Artêşa Iraqê, îro danê sihare taxa Newrozê ya Kurd lê dijîn, dorpêç kir û îşkence li niştecihên taxê kir. Waliyê Kerkûkê, serdana taxê kir û ragihand ku pirsgirêka têkildarî şêniyên taxa Newrozê çareser bûye û artêşa Iraqê xwe ji taxê vekişandiye.
-

Li Şerîaya Rojava 100 kes hatin girtin
Di rojên dawî de li Şerîaya Rojava, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve operasyoneke girtinê ya berfireh pêkhat. Di encama operasyonê de zarok, jin û girtiyên berê jî di nav de zêdetirê 100 Filistîniyên ji deverên cuda hatin girtin.
-

Xwepêşandan û kombûnên xwendekaran di roja duyemîn de didome
Xwepêşandanên xwendekaran a li Zanîngehên Emîrkebîr, Tehran, Şerîf Teknîkî, Beheştî, Zanist û Huneran, Ferdosî, Xoce Nasîr û Ferdosî Meşhed ya bi dirûşmeya "Azadî, Azadî, Azadî", di roja duyemîn de didome.
-

Ji lîstîkvanên Îranê li hember komkujiyan bertek
Lîstîkavnên navdar ên Îranê Katayoun Riyahî û Anahîta Hemmatî, bi parvekirinên xwe yên li ser hesabên Înstagramê piştgirî dan malbatên kesên ku di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de jiyana xwe ji dest dane.